Dibistana Epîkurosparêz

Dibistana Epîkurosparêz

Dibistana Epîkurosparêz / Epîkurosparêzî

(Dibistana humanîstên yekemîn ku xwediyê ramanên zanistî û serbest bûn) 

Felsefeya Epîkuros felsefeyeke materyalîst e, daye du kêf û xweşiyê û ne felsefeyeke dînî (olî) ye. 

   Di nav felsefeyên Serdema Helenîstîk de, girîngî û bandûra du ferasetên felsefî gelek mezin e, ku ew jî epîkurosparêzî û stoaparêzî ne. Epîkurosparêzî ew felsefe ye ku bi pirranî ji aliyê Epikuros (1) (B.Z.341-270) ve hatiye afirandin. Armanca Epikurosî ya sereke ew bû ku dixwest mirovan ji tirsa jiyîn û mirinê rizgar bike. Felsefeya Epikurosî di serdemekê ku pirraniya mirovan ne xwediyê jiyaneke ewledar bûn de, mirovan fêrî giringiya jiyana takekesî (şexsî) kiriye û ji mirovan re wiha hatiye gotin ku divê ew di jiyana xwe ya şexsî de li bextewariyê bigerin. Bêguman ev destûr nedişibiya wan ramanên ku nav û navdarî, heta yên ku şeref û şanaziyê pêşniyarê xelkê dikirin, wate ramaneke nû û cihêreng bû. Lewre felsefeya Epikurosî dixwaze ku hemû hêlên hebûnatiyê hembez bike.   

‘Mirin, ji bo me ne tu tişt e.’ 

(EPIKUROS) 

Epikuros beriya her tiştî, teoriya Demokrîtos ya atoman qebûl kiriye û wiha bawerî pêaniye ku hemû tiştên ku di gerdûna madî de hene, ji atom û valahiyê pêk hatine. Ne pêkan e ku atom ji tunehiyê pêkhatibin û winda bibin. Lewre jî, xira nabin û bengî ne. Lêbelê meriv nikare pêşbiniya livdariya wan bike û lewre jî, pêkanînên wan jî ne mayende ne. Ji ber vê yekê jî hemû nesneyên fizikî ku di navbera valahiya atoman de cih digrin, imirkurt in, yanî mueqet in. Çîroka nesneyan, rasthatin û hevrebûna atoman û di dawiyê de jî, belavbûna wan e. Hemû guherîna li gerdûnê, bi vî hawî pêk tê û em bi xwe ew nesne ne ku bi vî hawî têne meydanê. Bi hejmareke pirr zêde atomên bêhempa têne cem hev û laş û aqilê mirovî pêk tînin, ku herî dawî dê ji bêgaviyê jî belav bibin. Belam divê meriv ji belavbûnê netirse, çimku heta ku em bijîn, ji bo me mirin tune û dema ku mirin jî tê, ji xwe em tune nin. Ew bûyerên tirsdar û hêwilnak ku hinek dîn (ol) dibêjin piştî mirinê têne serê mirovan, di dema saxitiyê de ne hatine serê tu mirovekê. Epikuros dibêje ku ‘mirin ji bo me ne tu tişt e û kesê ku têgihiştiye vê heqîqetê, xwe ji tirsa mirinê rizgar kiriye.’         

Di meseleya hebûn yan jî tunebûna Xwedayan de jî, Epikurosî dibêje ew ji me pirr dûr in û zêde jî naxwazin têkilî jiyana mirovî bibin. Bi vî hawî jî, wan ji çerçoveya feraseta xwe dûr dike. Dîsa gotiye ku ‘Xweda, têkilî kar û barên mirovan nabin, lewma jî divê em ji wan netirsin, tiştekî nexwazin û hêvî nekin.’ Di vê xalê de, meriv dikare bibêje ku Epikuros çawa ku ew tunebin li wan mêze kiriye. Madem ku tunebûn çarenûsa me ya bêgav e, wê demê divê em jiyana xwe têr û tije bijîn û daxwazên xwe bi cih bînin. Ev yek jî, bi jiyana kamûyê, bi jiyana gelemperî nabe û lewma jî, divê meriv berê xwe bide komên taybet yên ku bi raman û kirinên xwe, nêzîkî meriv in. Bi vê yekê divê em ji bo tenduristiya bedena xwe jî, heta ji destê me bê, divê em xweş û geş bijîn û li pey xweşiyê herin.

maxresdedefault (1)

Epikurosparêzan bi vê armancê hinek kom û komikan ava kirine û ev kom û komik, ji jin û kolêyan re jî vekirî bûne. Yanî beşdarbûna van koman, ji hemû mirovan re serbest bûye û ji ber vê yekê jî, gelek kesan kerba xwe ji wan anîne û dijminatiya wan kirine. (2)  

Lewre jî dema ku filehtî derketiye holê, epikurosparêz ji aliyê oldarên fileh ve hatiye lanetkirin, lewre bêmirinî û hebûna Xwedayekî dilsoz î xwedîrehm, red dikirin û bala mirovan didane ser nîmetên dinyewî. (3) Bêguman îro dema ku behsa epikurosparêziyê dibe, di cih de humanistiya zanistî û azad ya sedsala 20an tê bîra me. Çimku epikurosparêzî raveya yekemîn ya wê ramana humanîst e, ku di dema me ya îro de bi pirranî tê pejirandin. E vê felsefeyê B.Z. di sedsala 1ê de, di helbesteke (De Rerum Natura, Li Ser Xwezayê) gelek dirêj ya Lucretiusî (B.Z.95-52) de, xwe gihandiye rewşa xwe ya herî rewnaq û naskirî.

1074_2

Bi nivîsandina vê helbestê armanca wî ew bû ku epikurosparêziyê derbasî çanda romayî bike û bide naskirin. Ev helbest, bi latînî hatiye nivîsandin û yek ji wan şaheserên edebiyatê ye. Tê dîtin ku feylesofê helbestvan, baweriya xwe bi felsefeyê tîne û wiha bawer dike ku dê bi saya felsefeyê ji waswas û dînitiya xwe xilas bibe, lewre carinan dîn jî bûye. Mixabin di dawiyê de jî, xwe kûştiye. Feraseta epikurosparêziyê bi sedê salan mîna xwe maye û bo demên dahatûyê jî, bêyî ku biguhere hatiye weguhastin. Sebebê vê yekê ê sereke ew e ku pirraniya vê ferasetê, ji aliyê yek feylesofekî (Epikuros) ve hatiye nivîsandin. Di Serdema Navîn de jî, epikurosparêzî bi dijminatiya Hz. Îsa hatiye sûcdarkirin û piştre jî, hatiye jibîrkirin. Lêbelê di sedsala 16 û 17an de, ji nû ve hatiye venasîn û di destpêka zanistiya nûjen û tevgera mirovheziyê (humanîzm) de, xwediyê bandûreke mezin e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.04.2016                 

1- Di sedsala 18an de David Hume wiha gotiye: Bersivên pirsên Epikuros (B.Z.341-270), hêjî nehatine dayîn. Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û ji bo vê yekê ma hêza wî tune? Heke wiha be û neke, ew di eczê de ye. Na, hêza wî heye û naxwaze, wê demê jî nêtxirab e. Heke hem dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û xwediyê wê hêzê be, nexwe çavkaniya xirabiyan çi ye û ji kû tên? Pirsên bi vî rengî, ji aliyê Voltaire jî hatine kirin. Belkî jî hêjî bersivên pirsên Epikuros nehatibin dayîn yan jî dîtin?

2- Bakkayî (bi yewnanî: Βάκχαι, Bakchai) yan jî Dionysos, Xwedayê xwezayê ku xwediyê hêza afirandina wecdê (rewşa ku beden xwe ji rasteqiniya dinyewî rizgar dike û dikeve reşa jixweçûyin û coşiyê) ye û bi ‘orgy’ ê re pêwendîdar e. Epikurosparêz bi ‘orgydariyê’ (têkiliya zayendî ya komî ku ji 2 mirovan zêdetir kes başdar dibin) hatibin sûcdarkirin jî, tu carî tiştekî wiha qebûl nekirine.

3- Memento Mori: Ev peyv, di wateya ‘sembola mirinê’ de ye û wekî pirraniya ferasetan, feraseta epikurosparêz jî vê sembolê mîna sembola mirinê bikar anîye. Bi vê yekê xwestine ku vê peyamê bidin xelkê: ‘heta hûn sax bin, li gor dilê xwe bi keyf û xweşî bijîn.’

Jêderên Giştî

1- www.felsefevan.org

2- Dîroka Felsefeya Serdema Pêşîn. Ahmet Arslan. Weş. Z. Bilgî

3- Destpêka Felsefeyê. Ali İhsan Candoğan. Weş. Dem

4-  Dîroka Felsefeyê. Nils Gilje, G. Skirbekk. Weş. Kesît. Sala 2011.

5- Kurteçîroka Felsefeya Rojavayê. Prof. Bryan Magee

6- Dîroka Felsefeyê. Prof. Macit Gökberk. Weş. Pirt. Remzi. 1985.

7-http://www.anlamak.com/varligin-yapisi-de-rerum-natura-lucretius-carus.html 

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin