Guhdariya Teqez û ya Rêjeyî

Guhdariya Teqez û ya Rêjeyî

Guhdariya Teqez û ya Rêjeyî  (Absolute and relative pitch)

Guhdariya teqez tê wateya wê yekê, ton dê lêkeve û ê guhdêr (guhdarê tekez) bikarîbe nas bike bê

kîjan e.

Du rengên vê guhdariyê hene, passîv û aktîv.

1- Ya passiv: Wê ton lêkeve û ê guhdêr bibêje bê kîjan e.

2- Ya aktîv: Ji ê guhdêr wê bê xwestin ku tonekê bide ango bistirê (bo mînak tona Do) û bê

peydabûn an jî liberdesthebûna amûrê. Guhdariya rêjeyî tê wateya xwediyê wê, wê bikarîbe tonan ji hevdû derxîne. Guhdariya rêjeyî wesan e, gava ku tonên (bo mînak) Do, Fa, La lêkevin, tê navê yekê ji wan bidî, wek em bibêjin Fa, radibe ê guhdêr bi riya vê tonê ê din jî nas dike. Lêkolîn dibêjin ku guhdariya rêjeyî dibe ku zikmakî be, û helbet bi lêmuqatebûn û hînkirinê baştir dibe.

Heya niha baş nehatiye naskirin bê bêyî Guhdariya Rêjeyî ya Teqez bi kêr re tê. Otto Abraham jibo

vê yekê wilo pêşniyar dike: Divabe gava yek tonekê bide û ji ê guhdêr (tekez) bixwaze bibêje bê ka

kîjan e, û ê guhdêr naskir û got, rabe yek di pey re yekser biaxive heyanî ew ton ji bîra wî here, û

hazir bibe ji naskirin û gotina tona bêy re.

Helbet divê yek ji bîr neke ku temen jî rola xwe dileyize û pê re lûlpêç (lat. Cochlea) tê guhertin;

qeweta xwe distîne yan jî winda dike. Û ku peyava naskirina tonan cem Guhdarê teqez di çarçoveya

tonên heyanî 4168 Hz (Do ””’ an ku Do-oktava 8an) ne, ye, zêdeyî wilo jê re zehmet tê.

Xurtbûn û zîzbûna guhdariya tekez di ku de ye

Guhdarê teqez dikare tonan nas bike lê wê pir zehmet be jê re nas bike ka a kîjan oktavî ye ango girêdayî kîjan oktavî ye. Yenî wê Do nas bike, lê wê nizanîbe ne Do’ e ne jî Do” td. Sedem helbet ne tenê tonên partiyal (akustîk) in. Manfred Spitzer dibêje ku di têstekê de gava tonên sade hatin bikaranîn (Sinus), şaşîtiya naskirina bê kîjan oktav e bi kesên ku ev têst bi wan hat kirin ne kêmî wê bû a ku bi tonên partiyal. Sedemek dikare bête gotin ew jî ev e, amûr. Yenî, naskirina oktavê li ser kemanê ji xwediyê guhdarê tekez re (ku li kemanê dixe), wê ne wek wê be gava ku li ser piyano be. . . û yê basîst jî wê bi tonên qerar (bass) re piştrasttir be ji yên cewab (diskant).

100 % – dana tonî li cem guhdarê tekez kêm û zêde dibe û di navbera Cent heyanî nîvrade dire û tê.

Yenî gava tu jê bixwazî tona La 440 Hz bide, dibe ku 100 Cent kêm, 100 Cent zêde bide. Helbet ev

jî bi riya lêmuqatebûnê pak, lê guhlênekirinê kirêt dibe.

Pirs: Guhdariya tekez zikmakî ye an xwefêrkirin e? Her kes dikare bibe guhdarê tekez?

Ji serê her 5000 kesan yek derdikeve guhdarê tekez. Xurtkirina guhdariya teqez wê baştir be berî

qedandina temenê 6 salî „yana wê dûv re kêmasî hebin anku wek netemambûyî lê were nerîn“ (M.

Spitzer 2013, rpl. 240, Musik im Kopf).

Derbarê bê ku zikmakî ye dîtinek din heye, ew jî kultûr e. Bo mînak miletê Çînê, him ji ber

perwerdê him jî ji ber ku girêdayî mêlodiya ku di axaftina wan de ye, ji wan re asan dibe bibine

guhdarên teqez. Dibêjine ku guhdariya teqez li cem hin sinfên heywanan jî hatiye dîtin, mînak: Çûk, Hût, Gur, Kûçik, Mişk.

Cihê guhdariya teqez di mêjî de

Bûye karê gelek zanyaran binasin bê ka cihê Guhdariya teqez di mêjî de li ku dikeve. Schlaug di

1995 de dibêje: Gava yek li mêjiyê mirovî binere û bala xwe li Planum Temporale bide, wê bibîne

ku ev der li cem kesên xwediyê guhdariya teqez, cuda ye ji ên normal. Klein 1982 dibêje ku perçê

Temporale li cem muzîkvanan, ew perçê ku li aliyê çepê dikeve, baş dixuye ku têkilya wê bi

guhdariya teqez re heye (M. Spitzer 2013, rpl. 243, Musik im Kopf).

11997448_1188355241178496_1139262963_n

Mirovên xwedî guhdariya teqez mêjiyê aliyê çepê, mêjiyê aliyê rastê yê mirovên normal in, e.

Planum temporale beşek ji cihê axavtinê ye, dixuye ku mezin e (li cem guhdarvanên tekez).

Wêne: Navenda Zanyariyên noyrolocîk

Nenaskirina ton û guhdariya rêjeyî

Li kêleka guhdariya tekez û ya rêjeyî nenaskirina tonê jî heye. Kesên tonnenas ew in, ji wan re gava stranek lêkeve, wê nikarîbin pê re li ser hemen tonî bistirên. Ne tenê wilo, lê belê gava ku mêlodî çewt jî lêkeve, wê pê dernexin.

Gotina dawî

Ne diyariyek e yek xwe pê payebilind bike gava ku yek xwediyê gudariya tekez be. Guhdariya

teqez gelek caran pirsgirêkan ji xwediyê xwe re çêdike gava, bo mînak, bixwaze mêlodiyekê ji

tonekê biguhêre yeka din (Transposition). Gelek caran guhdarên tekez nikarin bi koroyê re bistirên,

nemaze gava ew koro bêyî pêrelêxistina amûrekê [berî her tiştî piyano, organon, orkêstra td] stranên

xwe bêje. Gelek kes hene, perwerda muzîkê nestandine, tevî wilo dikarin tonê xweşik bidin, bêy ku guhdarên tekez bin. Û divabe ji bîr nebe ku guhdariya tekez xwefêrkirin e, ne ku tenê zikmakî ye.

Brahîm Şêxo

04.05.2014

Jêder:

Spitzer, Manfred (2013) Musik im Kopf. Stuttgart

http://www.uzh.ch/news/articles/2003/0788.html

Brahîm Şêxo (Brahim Shexo) Muzîk, beşê afirandin ango lêkanîn (classical composition) û

pêdagogiya piyanoyê li instîtûya muzîkê-zankoya Osnabrück-Almaniya, xwendiye. 2014 albûma wî

ya bi navê Dilopên Sîyekê [Drops of a Shadow] ji hêla indiewerk-JPC derket. Wekî din carcaran

gotaran derbarê „Muzîk û Sîkolociyê“ dinvîse.

Bersivekê binivîsin