Felsefeya Kurdan

Felsefeya Kurdan

Felsefeya kurdan felsefeyeke aştîxwaz, mirovhez û xwezaperest e. Ligel vê yekê, felsefeyek serhildêr e jî û tu caran, niheqiyan jî nepejirandiye. Xweşdîtin û toleransa di çanda kurdan de, her dem hebûna xwe berdewam kiriye û heta xwe gihandiye roja me ya îroyîn. Wekî gel û netewe, tu caran xwe raserî gel û neteweyên din nedîtiye.

Rêz û hurmeta xwe ya li hemberî çandên cîranan, wenda nekiriye. Di nêrîna kurdan ya felsefîk de, yekser lewitandina jiyana me ya li vê dinyayê tune, xebat û xîretiya takekesî û civakî, her dem girîng hatiye dîtin. Çavkaniyên van ramanên min, helwest û sekna pêşiyên kurdan, tevgerên bav û kalên me û berhemên helbestvan, nivîskar, ramanwer û fîlozofên kurda ne. Lewma jî di erdnîgeriya kurdan de, her dem xweşdîtin û aramî serwer bûye û çend bûyerên neyînî ku hatine dîtin jî, çavkaniya wan ne çanda me kurda ye. Hebûna çanda kurdan, îro ji bo pirraniya erdnîgeriya Rojhilata Navîn dewlemendiyek e û divê jê sûd were girtin.  

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com

23 Tebaxa 2013 an…

Bersivekê binivîsin