Hevpeyvîn Bi Nivîskar Hosheng Broka re

Hevpeyvîn Bi Nivîskar Hosheng Broka re

Hevpeyvîn Bi Nivîskar Hosheng Broka  Re

Hevpeyvîn: Newaf Miro

Hosheg Broka yek ji niviskarê kurd û êzdiyê rojavayê Kurdistanê ye. Yek ji nivîskarê  xwedî pênûs û hizrên wêrek e. Gotarê wî her di nava civaka rewşenbîrî de ciyê guftûgo û dengvedan û rexnê ye.  Zimanê wî yê nivisê, ji aliyê gellek kesan ve, ne herikabar tê dîtin, lê ew asta nivisa xwe, di aliyê zelaliyê kêm nake. Her weha bi qasi ez pê dizanim behemên wî yê çapkirî ev in: „Mîtolojiya Êzdiyatiyê“, Lêkolîn (bi zimanê Erebî), Berlin, 1995; Mîtolojiya Êzdiyatiyê/ Lêkolîn (bi zimanê Erebî), Berlin, 1995; „Bawişkandinin ji kopên minareyên razayî“, Helbest, Berlin, 1995; „Serborekên çarşembên tozê“, Helbest, Stokholm, 1999; „Hizra xwedawendiyê di têksta avestane de“, Lêkolîn, bi zimanê Elmanî(Di pirtûkeke hevbeş de, li gel komelek akadêmîsyên, nivîskar û  lêkolînerên Kurd û biyanî, ku ji weşanên înstîtûta Kurdî li Berlînê, li jêr navê „Dokumentation der Konferenz zu Avesta, 21-22.11.2001“, Berlîn, 2002, hatiye weşandin;“ Keskê dawî di cenazeya Xwedê de“,  Helbest, Istanbol, 2002; „Derengî bajêr, weha diniqutim nimêja navê te“, Helbest,Istanbol, 2003; „Êzdiyatî û seqayên domoziyane/ lêkolîn bi zimanê Erebî (di berhevokeke hevbeş de, bi dr. Xelîl Cindî re, li jêr navê “êzdiyatî, dîrok û seqayên wê ), Silêmanî, 2003; „ya ji sêvan û wêdetir“, Istanbul, 2004. Gotarê wî ji bilî kurdî di malper û rojmanê erebî de jî tên weşandin û xwendin. De ka werin, em bi hevre kekê Hosheng Broka binasin…

Ya ji sêvan û wêdetir- ji bo çapê

Ya ji sêvan û wêdetir

1- Ji bo we Hosheng Broka kî ye? 

Hoşeng Broka, hemwelatiyek ji cîhanê, yan jî bûnewerek ji vê dinyaya “bilez” e, ku her tişt, her kes, Xawza, Xweda, Ezda, asman û erd û navbera wan, rabirdû, anuha û paşeroj jî bilez in. Li gorî wî, dinya ji bo mirov, wek “bûnewerekî bilind”, şensekî herî mezin e, lê mixabin heta anuha ev mirov ji dinyayê re nebûye şens. Hoşeng ji “rastiyê” bawer nake, çimkî ba a wî, “rastiya dawî derew e”, destpêka “rastiya dawî” jî destpêka derewê bixwe ye: Rastî û derew du cêwî ne, ne rastiya heta heta heye, ne jî derewa heta heta. Lewre, “rastî”; ji rastiya Xweda di xwezayê de, bigere, heta bi rastiya Xwezayê di Xweda de, û ji rastiya Ezda di bûneweran de heta bi rastiya bûneweran di Ezda de, ji realîteyeke xweşik bihtir ew xeyaleke xweşik e. Rastî xewna herî xweşik a Xweda, Ezda, Xweza û bûneweran e. Rastî, bi vê wateyê, xewneke mezin e, ku hemiyan bi hev re mezin dike, û herweha xeyaleke xweşik e, ku hemiyan bi hev re, û ji hev re jî, xwişktir dike. 

2-  Hûn dikarin bi çend peyvan perwerdeya Sûriyê û ya Elmana bidin ber hev?

We pirsa du tiştên ku nayên, yan jî belkî pirr zor be ku werin ber hev ji min kir. Bi ya min ne pirs hesan e, ne jî bersiv, ji ber Sûrya û Elamnya ne tenê du ciyografiyên ji hev dûr, belê du dîrok; du çand; du çîrok; du rabûnûrûniştin, du nirx, du rewişt û herweha du aqilên cihêwaz û ji hev dûr in jî. Li wir (Sûrya), ku îro her kes her kesî dixwe, Xwedê ji asmanekî ye, lê li vir Xwedê ji asmanekî din e. Cihêwaziya di navbera perwedreya li jêr wî asmanî û vî asmanî, bi qasî cihêwaziya di navbera lingan û destan de ye: Li wir perwerde, ling in, bi lingan û ji lingan heta bi lingan e, ku li ser destan demeşe, lê li vir perwerde dest in, bi destan û ji destan heta bi destan e, ku li ser lingan dimeşe. 

Hosheng_1

Nivîskar Hosheng Broka 

3- Tu dikarî biçûkatiya Hosheng Broka û çend dîmenê ji bajêr,gund, dayik,bav, kal û gundî û ji biçûkatiya wî bi me re parve bikî?

Ez li gund mezin bûm; gundekî weha bû ku ne tenê sînor ji bîra wî nediçûn, belê sînor bîra wî bixwe bûn. Ew şahidê bost bi bost ê “Sykes” ê Brîtanî û “Picot” ê Fransî bû, ku yekemîn car bi çavên xwe dît, ku çawa gundê bapîrê min “Serxet” bû û yê kalikê min jî “Binxet” bû. Lewma em jî wek “zarûzêçên” wî, mîna realîte û xeyala wî bi sînoran e, ji sînoran re, û li ser sînoran, mezin dibûn. “Sînor”, “sînordanîn”, sînorkirin”, “sînorxetkirin”, “sînorbilindkirin”, “Sînormezinkirin”, “Sînordabeşkirin”, “sînorderbaskirin”, “sînorxapandin”, “sînormiştuxlandin”, “sînorhaştkirin, “sînorişkalkirin”, “sînorrakirin”, sînorsorkirin”, sînorbombekirin”, “sînorxwînîkirin” û “sînorbirîndarkirin”, ev tev navûnîşanên herî muhteml yên xeyalên lîstikên me bûn. Sînor şanogeriya me hemiyan bû; ew ji bo mezinan çi bû, ji bo me biçûkan jî ew bû.  Em tev bi hev re leystikvanên heman sînoran bûn: Ew, ku dilîstin, xwîna wan diherikîn sînoran; em, ku dilîstin, sînor diherkîn xwîna me. 

OLYMPUS DIGITAL CAMERA

Hosheng_helbestvanê Iraqî Sergon Bolis û Helbestvana Misrî Fatîma Nahut.

4- Tiştê ku tu herî bîriyê dikî ji zaroktiya xwe çi ye?

“Lîstika sînor”, ku me tê de hemî sînorên dinyayê, bi erdê ve dikirin yek; ku tê de, tiştekî ku navê wî “sînor” bû me li ser piyan nedihişt; ku tê de tama jiyanê “bêsînor” û “li derveyî sînoran” û “di ser sînoran” re, xweştir û xweşiktir bû. 

5-  Ji bo we Êzdîtî çiye?

Ji bo min Êzîdiyatî ji her tiştî bihtir, “rêya xwezayê” ye. Herwekî çawa ku hemî rê ji xwezayê diçin Êzîdiyatiyê, wisa jî hemî rê ji xwezayê diçin Êzîdiyatiyê. Êzîdiyatî dînê ji xwezayê het bi xwezayê ye.  

6- Ger cenabê we  kurdîtî û êzdîtiyê li mêzînekê bide, wê dilê we herî zêde bi kîjan alîve be?  Yan jî hûne çawa şîro bikin?

Êzîdiyatî wek tê zanîn, ne hema dînek, yan jî baweriyek ji Kurdistanê ye, belê ew “havênê” wê û Kurdên wê ye jî. Wate, Êzîdiyatî oleke bi Kurdî, ji olên herî resen yên Kurdistanê ye. Ev rastiyeke dîrokî, arkyolojî, athnolojî û herweha anthropolojî ye jî. 95% ji qewl, duwa, beyt, duwa, qesîde, lavij, xerîbok û “defterên îmana” Êzîdiyan bi zimanê Kurdî ne. Li gorî baweriya Êzîdiyatiyê “zimanê Xwedê” Kurdî ye. Bi qasî ku Kurdî zimanê dinya Êzîdiyan e, hewqasî ew zimanê dînê wan e jî. Herweha bi qasî ku Kurdistan wek ciyografî, dîrok, çand, ziman..htd berê dinya wan e, hewqasî ew berê dînê wan e jî. Ji bo Êzîdiyan “Laliş”, ku ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye, ne tenê “xweş war”, belê ew “heq war e” jî. Ji ber ku li gorî baweriyan wan, ew “navika dinyayê” ye, ji wir “zayîna gerdûnê” dest pê kiriye. Lewre, Êzîdî “Beratê”, ku ji axa “Lalişê” û “ava kaniya sipî”, tê çekirinê, wek nîşaneke herî pîroz ji nîşnanên Êzîdiyatiyê werdigirin û bi xwe re hildigirin. “Berat” li gorî teolojiya ola Êzîdiyan nîşana “destpêka aferînê” û herweha “destpêka dinyayê” ye: “Laliş”, “navika gerdûnê” ye, “Berat” jî “navika Lalişê” ye; yek nîşana “destpêka aferînê” ye, a din jî nîşana dubarekirin û herweha bibîrananîna heman destpêk û heman aferînê ye.

Hosheng_Mehyar

Hosheng_Mehyar

Kurt û Kurmancî, bi ya min, pirsa “tercîhkirina” di navbera Êzîdiyatî û Kurdiyatiyê de, pirseke “xeternak” û “bombekirî” ye. Ji ber ku her dabirranek di navbera herduyan de, dikare bibe “serbirrînnek”. Eger em dizanin, ku hemî rê ji Êzîdiyatiyê diçin Kurdistanê û rêya Xwedê, li gorî baweriya Êzîdiyan, xurû bi Kurdî ye, wê çaxê gereke em bizanibin, ku gereke hemî rê ji Kurdistanê jî biçin Êzîdiyatiyê. Bi boçûna min, pirsa Êzîdiyatiyê li vir, ji pirsa “dînê Kurdistanê” bihtir”, ew pirsa dinya kurdistanê ye; ew pirsa ziman, çand, rabûnûrûniştin, ciyografî, dîrok û bîra kurdistanê ye. 

7- Di jiyana we de, bûyereke herî beloq ya li dijî êzdiya hebû?. Ger hebû,  çawa û çi qewimî?

Bûyerên “beloq”, yan jî trajedîk û diltezîn, ku di jiyana min de, hatine serê Êzîdiyan, bê guman pirr in. Lê bûyerên herî zêde ku ez bi wan êşiya me, û hîn jî min diêşînin, ew in yên ku ji aliyê birayên wan yên Kurd ve, bi navê dîn, bi serê wan hatine. Yek ji wan bûyeran bo nimûne, “terora Şêxanê” bû (15.02.2007), ku li jêr desthelateke Kurdî de, pêk hat û heta anuha hîç sûcdarek nehate girtin, mîna ku bûyer bi destên “cinikan” hatibe qewimandin.

Dema ku wê çaxê min li videoyên ku bi rêya Yutuobe hatin weşandin, temaşe kir, min ji nuh ve fam kir, çima “Mîrê Kor”, mîrê mîrîtiya Soranê, ku di sala 1832an de, dora 100 Êzîdî qir kir, ma ne tenê “mîrekî Kurd”, belê ma “leheng, qehreman, pêşewa û semboleke Kurd û bi Kurdî” jî. 

Hosheng_44

Nivîskar Hosheng Broka 

Bi ya min berî ku em ji dewleta Tirkiyeyê, mîna Ermeniyan daxwaz bikin, ku lêborînê ji komkujiyên Osmaniyan ku li dijî hebûna Êzîdiyan pêk anîne, bixwaze, gereke em ji “dewleta Kurdistanê”, ku ji 1992 û virde, di Iraqê de, “nîv-dewleteke” serbixwe ye, daxwaz bikin, ku li ser navên mîrên Kurdan (wek Mîrê Kor, û hin mîrên Bedirxaniyan), ku komkujî bi serê Êzîdiyan de anîne, lêborînê ji Êzîdiyan bixwazin. Ev yek, bi qasî ku berpirsyariyeke sincî û exlaqî beramber bi mafên mirovan e, hewqasî ew berpirsyariyeke kurdewarî beramber bi Kurd û Kurdistanê ye jî.

8- We kengê dest avêt nivisê?  Nivisa we ya yekem di derheqa çide bû?

Di dawiya salên heştêyî de, ji sedsala derbasbûyî min dest bi nvîsandinê kir. Nivîsa min a yekem helbesteke kin bû. Mixabin baş nayê bîra min, ku ew di derbarê çi de bû, lê ez texmîn dikim, ku dê “evînnameyek”, yan jî tiştekî nêzîkî wê be. 

9- Çi bû sedem, ku cenabê we,  destavêt pênûsê?

Ez bixwe jî nizanim, çi hişt wek destpêk, ku ez bêriya xwe di nivîsandinê de bikim. Lê ez bawer dikim, ku pirsa nivîsandinê bi min re wek “pirsa hebûnê”, destpêkir. Gerra min a li nivîsandinê, mîna gerra min wek bûnewer, li min bixwe bû.

Wek destpêk, baş tê bîra, her gava ku min afirandinek di navîsandinê de, dikir, ew ji bo min wek afirandinekê di hebûnê de (hebûna  min berî her tiştî), dihat. Anuha jî nivîsandin ji bo min heman tişt e.

Derengî Bajêr -Bergê1

Derengî Bajêr  

Heta anuha nivîsandinê, ji xeynî xwedîtin, xwepeydakirin, xwe kişifkirin û xweafirandinê, tiştekî din nedaye min. Nivîsandin ji bo min beşdarbûneke rastûxo di afirandin û herweha di hebûnê de ye. Di nivîsandinê de û bi nivîsandinê hebûn ji bo min, bilindtir, mezintir, ferehtir, xweştir û xweşiktir e. Di nivîsandinê de, bi qasî ku ez dibim xwedî û xwedanê hebûnê, wisa jî hebûn dibe xwedî û xwedana min: Ez dinivîsim naxwe ez heme; ez dinivîsim naxwe ez dibim. 

10- Hûn dikarin berhemên xwe bi xwendevanê me bidin naskirin?

Ez nizanim çiqasî afrênerek yan berhemhênerek dikare afirandin yan jî berhemên xwe bi xwêneran bide naskirin, lê ez baş dizanim, ku ez ne ew afrêner ne jî ew berhemhêner im. Min ev nekiriye, nikarim bikim jî. 

11- Bi dîtina we, berhemên we kîjan valahiya dagirtine?  Yan jî divê ji bo çi bêne xwendin?

Berhemên min berî her tiştî valahiya di hebûna min de, dadigirin. Lê ew çiqasî dikarin, li ser asta hem xwendin hem jî “ji-nuh-ve-nivîsandinê”, valahiya di hebûna yên din de, dagire, ez bixwe nizanim. Ev pirs, ne a min, belkî a “yê din” e.

12- Di êzdîtiyê de kiras veguhestin heye. Ger hûn careke din werin jiyanê, hûn dixwazin weke çi werin?

Helbet pirsa we ji pirseke “real” bihtir, ew pirseke “xeyal” e. Loma bersiva min jî, dê ne “real” belê bersivek ji xeyalê re be. Lê eger “Kirasguherîn / Kirasveguhestin” hebe, ez dê bixwazim, wek “textorekî” werim dinyayê; wek “textorê dilan”, ku min bikariya “dilê dinyayê”, “dilê Xwedê”, “dilê xwezayê” û herweha “dilê mirovan”, ku her diçe biçûktir dibe, hem derman hem jî mezintir bikira. 

13- Poşmaniyên we çi ne gelo?

Heta xwezî hene, li kêleka wan helbet “poşmanî” jî hene. Lê dikarin bibêjim, ku ez du carên mezin poşman bûme: carekê ku min ji “rastiyê” bawer kir, ku ew rêyeke heta hetayê “dûz”, rast, pan û “bêqisûr” e. Ya din jî ku min newêriya carekê ji mamostayê xwe yê “perwerdeya olî”, bipirsim: gelo çend çav, çend guh, çend ziman, çend dest û çend lingên Xwedê hene?

Li kêleka van herdu poşmaniyên mezin, helbet hindekên din jî hene, bo nimûne ez pirr poşman im, ku carekê di 14-15-saliya xwe de, min “kêfa” qerraşekî û dosteke wî, ku bi behaneya “aşvaniyê” rojek ji mêrê xwe dizî bû, û “textê aş” bi qerraş re kiribû “textê evînê”, xirab kir. Wê demê ne aş, ne qerraş û ne jî dosta wî ez efû kirim, anuha jî ez xwe efû nakim. 

14- Bajarê herî zede hûn jê hez dikin?

Qamişlo, bajarê ku ji wir hemî rê diçûn evînê.. 

15- Bi nêrîna we, ezdî xwe nasidikin?

Nexêr, bi qasî şopandina min ji rabûnûrûniştin û herweha xwendina min ji nasnameya Êzîdiyan re, ew pirr derengî nasnameya xwe mane. Wan wek “Êzîdî” ne xwe nas kirine, ne jî xwe dane naskirin. Êzîdiyatî li vir du caran “xerîbeke qurban” e: carekê ku “xerîba Êzdîstanê” ye, a din jî ku “xerîba Kurdistanê” ye. 

16- Nivîskarê di jiyana we de herî bi bandor kî ye?

“Zeredeşt ê Nietzsche” û “Nietzsche ê Zeredeşt”.. herdu ji bo min du fîlosofên “rastiyê”, yên herî bi bandor in. Ez ji herduyan du caran hînî “rastiyê” bûm: carekê ku rastî dibe “Xwedayê dawî” û Xweda tune ye, a din jî ku Xweda dibe “rastiya dawî” û rastî tune ye. 

OLYMPUS DIGITAL CAMERA

Prof. Dr. Daniel Pipes_Hosheng_ Dr. Wefaa Sultan û Ferîd hevserê wê

17-Herî zêde hûn ji kîjan taybetmediyê ola êzdî hezdikin?

Ji xwezayîya wê, ku ew ji her tiştî bihtir dişibihe xwezayê, ku ew “xwezayeke pîroz” e, û xweza jî ew bixwe ye. Di Êzîdiyatiyê de, pirr balkêş e, “Xweda”, ku “Ezda” ye Xweza ye, û Xweza jî, ku “Ezda” ye Xweda ye. 

18- Kesê herî zêde hûn bîriya wî dikin?

Yek “Aşûr”, birayê min.. yê din jî Heso can, hevalê min… ez bêriya wan dikim, mîna ku mirin bi qasî jiyanê “dereweke mezin” be. 

19- Strana herî zêde hûn jê hez dikin?

Ez pirr ji “Titanik”, ku tê de, her kes, her tişt, derya û derya bêriya hev dike; ji “Xerîbo”, ku yek ji xerîbokên herî bilind, yên wexta “lixwemikurhatina Lalişê” ye, ku tê de “Xwedê” bi qasî mirovan, û mirov jî bi qasî Xwedê, xerîb û ji xerîbiyê heta bi xerîbiyê, tên xwendin û nehwirandinê; û herweha ji “Dayîkê” yan jî “Lawikê metînî”, ku Garabêtê Xaço, Kurdistanê ji vî aliyê Araratê derbasî aliyê wî ê din dike, hez dikim.

20- Herî zêde çi we aşt dike, ken, ponijandin, ya jî girî ye?

Xweza bi giştî û derya bi taybetî, ji her tiştî bihtir dikarin min haşt bike. Ji hebûnê bi xwezayê re û ji xwezayê jî bi deryayê re, ez dihisim ku ne “berî” heye ne jî “piştî”; ne “destpêk” heye ne jî “dawî”; ne “jor” heye ne jî “jêr”; ne “serdest” heye ne jî “bindest”; ne “xelkên Xwedê” hene, ne jî “xelkên Şeytan”.. li wir, ku xweza dijî, jiyan têra her kesî dike.   

21- Navên herî zêde hûn jê hezdikin? Jin û mêr.

Herî zêde, ji “Lava” ku bû “Xezmê”; û ji “Xezmê” jî, ku bû “Royar”, “Mehyar” û Yara”, hez dikim. 

welatê biçûk

welatê biçûk…

22- Xwarina herî zêde hûn jê hezdikin?

“Masiyê dûdayî” bi “wein / şeraba spî” re.

 23-  Tiştekî hûn herî zede dixwazin di jiyanê de bijîn û bibînin çiye?

Ku sînor bibin gok û wek wexta em zarok, bi wan bilîzin. 

24- Tiştê herî zêde hûn êşandine? Helbet ger hûn pê biêşîn nebêjin..

Xwekuştin, ku ji bo mirov û mirovahiyê du caran kuştin e, carekê “xwekuştin” e, ya din jî “yê-din-kuştin” e. 

25-  Evîn û Helbest çi ye?

Bi qasî ku Helbest evîn e, evîn jî helbest e.. û bi qasî ku rê ji helbestê dikare here hezkirinê, hewqasî rê ji hezkirinê jî dikare here helbestê. Herwekî çawa evîn helbesteke berdewam e, wisa jî helbest evîneke berdewam e. Evîndar ji evînê û dostên wê çi dixwaze, helbestvan jî ji helbestê û dostên wê heman tiştî dixwaze. Evîn û helbest qedera herî xweşik in ji bo hev. 

26- Ji bo we felsefe çi ye?

Fîlosofî ji bo min gerra bê dawî a li rastiya bê dawî ye; rastiya mirov, Xweda / Ezda û herweha rastiya xwezayê. Bi fîlosofiya René Descartes re rastî ji destên Xweda derket û radestî destên mirovan bû. Wate bi “rastiya descartes” re, li şûna Xweda mirov bû afrênerê rastiyê. “Rastiya Descartiyane” a herî mezin jî ev bû: “Ez diramim, naxwe ez heme”: Anku mirov wek “afrîdeyekî bîrbir û bîrewer”, bû ne tenê  “objektê” rastiyê belê bû “sûbjektê” wê jî. Bi vî awayî “raman”, ku “hebûna” mirov e; û herweha “hebûna” mirov jî ku “raman” e, bû yek ji bingehên herî sereke, yên fîlosofiya modern.

Lwere, bi rûdana “rastiya” fîlosofiya modern re, her tişt bû ciyê şik, guman û rexneyê. Imanuel Kant nêzîkî heman “rastiyê” dibêje: “serdema me serdema rasteqîne a rexnekirinê ye, ku tiştek ne jê xelas dibe, ne jî di ser re derbas dibe”. Hewreha Gaston Bachelard jî “rastiyê” bi giştî û “rastiya zanistî” bi taybetî, wek “şaşiyekê,  ku berdewam tê sererastkirinê” bi nav dike.

Hosheng_3

Nivîskar Hosheng Broka  

Bi ya min bi qasî ku fîlosofî me hîn dike, ku em çawa li “rastiyê” (yan jî li rastiyan) bigerin, hewqasî ew me hîn dike, ku em çawa bifikirin, çawa bijîn, çawa li xwe di jyanê de û li jiyanê di xwe de, li Xweda di xwezayê de û li xwezayê di Xweda de jî, bigerin: Fîlosofî gerra bê dawî li xwe di “rastiyê” de, û herweha gerra bê dawî li “rastiyê” di xwe de ye. 

27- Tiştekî hûn lê zêde bikin heye? Ger hebe fermo.

Sokrates dibêje: “jiyana ku di bin çavan re, neyê derbaskirin, ne hêja ye ku mirov wê bijî”…

bi ya min, “rastî” jî (rastî a kê û çi dibe bila bibe) ku mijara herî sereke a “gerra fîlosofiyane” ye, gereke wisa be. “Rastiya”, ku di bin çavan re neyê derbaskirin, bike gok û pê bilîze.

“Dîlên rastiyê” û “dîlên derewê” yek in.. herdu dîlên yek “getto”yê ne; yek dîlê “gettoya rastiyê” ye, ê din jî dîlê “gettoya derewê” ye.

Newaf Miro: Spasiya cenabê we dikim  ji bo dem û derfetê û hêviya gellek salên tije jiyan û xweşewîstî û berhemên nû.

Hosheng Broka: Spas bo keda we jî.. jiyan rêya we be jî.

HEVPEYVÎN: Newaf Miro

17.03.2014

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin