10 Avahiyên Herî Kevnare

10 Avahiyên Herî Kevnare

10 Avahiyên Herî Kevnare  

10 avahiyên vedîtî ku li jêr rêzkirî ne, avahiyên herî kevn û serbixwe ne û ji aliyê mirovahiyê ve hatine çêkirin. Ji bo destnîşankirina-pîvandina temenê avahiyan serî li rêbaza C-14 (pîvîna radyokarbonî) hatiye dayîn. Ji 10 avahiyên vedîtî tene avahiyek ne ji parzemîna Ewropayê ye û avahiyên vedîtî ji gor û goristanan pêk tên.

10. Midhowe Chambered Cairn: Çêkirin: 3500 B.Z., li Îskoçyayê ye û goristan e.

Avahiya pêşin ya di lîsteya me de, avahiya Midhowe Chambered Cairn e û goristaneke odeyî ye û ji serdema neolîtîk e, li başûrê girava Rousay e ku yek ji giravên Orkney yê Îskoçyayî ye. Goristana Midhowe Chambered Cairn di navbera salên 1932 û 1933an de hatiye vedîtin. Ji bo parastina Cairnê a li hember elementên derveyî, li hawirdor û jorî Cairnê çeperek hatiye çêkirin, ji bo kesên ku dixwazin vê goristanê bibînin, îskele çêkirine ku dikarin bi vê îskeleyê ji jor ve li Cairnê bimeyzînin.

9. La Hougue Bie: Çêkirin: 3500 B.Z., li girava Jerseyê ye û goristaneke bi neqeb e.

La Hogue Bie abîde/goreke prehîstorîk e ango ji beriya dîrokê ye, li Jerseyê di navenda dêra Grouvilleyê de ye. Di destpêka sedsala 21an û şûnde ji sê beşan pêk tê: gora bi neqeb bi xwe, dêra piçûk li ser gorê, û kozik/stargeha li binê erdê ya ji Şerê Cîhanê a diduyan. Goristan 13 metre bilind e û hema bêje ji her aliyê giravê ve tê dîtin. Neqeba goristanê 9,6 metre dirêj e û ji 70 heb keviran pêk tê. Dawiya vê neqebê de odeyeke hêlşanî a 9 metre dirêj û 3,6 metre fireh û dîsa dawiya vê odeyê de jî kevireke mezin heye, li paş wê kevirê mezin ciheke taybet a ji bo pêkanîna rê û resmên dînî heye.

8. Sechin Bajo: Çêkirin 3500 B.Z., li Perûyê ye û goristaneke gilover/çemberî ye.

Di lîsteya avahiyên herî kevn de bi tenê avahiya Sechion Bajo ne ji parzemîna Ewropayê ye, Sechin Bajo goristaneke ku tevahiya vê avahiyê bi keviran hatiye çêkirin.

7. Listoghil: Çêkirin: 3500 B.Z., li Îrlandayê ye û goristaneke bi neqeb e.

Listogil goreke ji beriya dîrokê ye, li navçeya County Sligo a li Îrlandayê ye. County Sligo goreke herî girîng ya ji tevahiya goristana Carrowmore ye. Eşkêla vê gorê bi qasî 34 metreyan e ku ji peykên/satellîtên eşkêla xwe bi qasî 15 metreyan e, du caran mezintir e.

6. Ġgantija: Çêkirin: 3600 B.Z., li Maltayê ye û ji perestgehan pêk tê.
Perestgehên megalîtîk ên Ġgantijayê li girava Gozo a Maltayî ye. Di navbera salên 3600-2500 B.Z. de hatine çêkirin û di sala 1827an de hatine vedîtin. Di serî de vedîtina her du perestgehên pêşin ku ji dehan perestgehên megalîtîk û şikeftên li ser komgiravên Maltayî ne, hatiye kirin û li ser erdê her du perestgehan elementên ku di şiklê nalhesinî de ne, hatine xêzkirin. Gimbutas ji vê xêzkirinê re “dirûvîna malzarokî” digot û dibe ku ev jî yek ji Xwedawendên zayînê be.

5. West Kennet Long Barrow: Çêkirin: 3650 B.Z., li Îngilîstanê ye û gor e.

West Kennet Long Barrow goreke neolîtîk e û li berpala çiyê ye ku nêzikî Silbury Hill a li Îngilîstanê ye.

4. Knap of Howar: Çêkirin: 3700 B.Z., li Îskoçyayê ye û xanî ye.
Knap of Howar li girava Papa Westray a li Orkneyê ye û xaniyeke neolîtîk e. Dibe ku kevirên vê xaniyê li bakurê Ewropayê, kevirên herî kevn ên veşartî ne. Ji pîvînên radyokarbonî hate dîtin ku di navbera salên 3700 û 2800 B.Z. de jîndar li wir jiyane.

3. Saint-Michel: Çêkirin: 4500 B.Z., li Fransayê ye û gor e.
Gora Saint Michel goreke megalîtîk e, li rojhilatê Carnacê a bi Bretagneyê ve girêdayî ye. Li parzemîna Ewropayê gora herî mezin gora Saint Michel e. Ji sala 1889an û şûnde bi awayeke fermî ji hêla dewleta Fransayê ve tê parastin. Ji pîvînên radyokarbonî hate dîtin ku gora Saint Michel bi qasî 4500 sal B.Z. hatiye çêkirin.

2. Bougon: Çêkirin: 4700 B.Z., li Fransayê ye û gor e.Gora Bougon yek ji gorên neolîtik yên li Bougonê ye. Ji lêkolînên li ser nimûneyên ji vê gorê hate dîtin ku gor, bi qasî 4800 sal B.Z. hatiye çêkirin. Kesên ku bala xwe li ser dîrokê hebin, dikarin serî li vê gorê û gorên din bidin.

1. Cairn de Barnenez: Çêkirin: 4850 B.Z., li Fransayê ye û goreke bi neqeb e.

Avahiya herî kevn a ku ji hêla mirovahiyê ve hatiye çêkirin, gora Cairn de Barnenez e, abîdeyeke neolîtîk e û li nîvgrava Kernéléhenê ye ku bi Bretagneyê ve girêdayî ye. Cairn (bi zimanê Îrlandî tê wateya “qûç-qûça keviran”) ji bo geştiyarî ciheke binavûdeng ku geştiyar li wir dîmenên bêhempa ji okyanûsê werdigirin. Cairn bi qasî 70 metre dirêj e û ji 11 granîtan(kevirê reş) pêk tê, çend salên dirêj weke cihê kana keviran hatiye zanîn û ber bi wendabûnê bûye. Di sala 1954an de ji hêla şûrwarnas P.R. Giot de Cairn hatiye vedîtin û ji wê salê şûnde ji aliyê dewleta Fransayê ve bi aweyeke fermî hatiye qebûlkirin û parastin. Restorasyona vê gorê heta sala 1968an ber xwe daye.

Metîn Eser

Sûd ji malpereke ku bi zimanê Hollandî weşanê dike, hatiye wergirtin.

Bersivekê binivîsin