Zimanê Siruştî ê Dengbêjan û Zimanê Çêkirî

Zimanê Siruştî ê Dengbêjan û Zimanê Çêkirî

Zimanê Siruştî ê Dengbêjan û Zimanê Çêkirî

Beriya demekê min di rûpela Nûdem Hezex de nivîseke xwend, ku nivîs li ser zimanê siruştî ê gel û dengbêjan û zimanê nivîskarên kurdînûs e. Nûdem Hezex bi kurtasî dibêje ku zimanê pirraniya nivîskarên kurd, zimanekî çêkirî ye, li ser masayan tê çêkrin û ji zimanê gel jî gelek dûr e.

Lêbelê rastî ew e ku zimanê miletê me bi xwe jî li ber tekçûnê ye, ne tenê ji hêla peyvan ve, mentiqa ziman bi xwe jî di rewşeke aloz de ye. Sebebê ferqa ku di navbera metnên nivîskarên kurd û ya di zimanê gel de jî, tunebûna xwendin û nivîsandinê ye. Divê meriv vê yekê jî ji bîr neke. Zarokên tirkan (mixabin yên me jî) 15-20 salan bi tirkî dixwînim û lewma jî, bi hêsanî dikarin her cure kitêban bixwînin û ji wan fambikin. Çimkî xwediyê daneheveke baş ya peyva ne û ji bo vê yekê jî perwerde bûne. Lewma jî, bi tu hawî em nikarin bigihêjine wê astê û dîwarê ku di navbera xwîner û nivîskaran kurd de bilind dibe hilweşînin.

Sebebekê din jî, zindetiya ziman e, ku metnên nivîskî di nav gel de belav nabin û nayên xwendin. Di vê rewşê de jî, kurdeke ku nexwîne û ji pergala ziman dûr mabe, helbet dê rojane encax karibe 200-300 peyvan bikar bîne (li bakur ew jî pirarnî bi tirkî ne) û helbet dê ji metnên nivîskî fam neke.

Hasilê meriv nikare bibêje ku zimanê dengbêjiyê yan jî zimanê siruştî ê gel, dikare têra hemû beşên jiyanê bike. Dewr ne dewra dengbêja ye û hinek dengbêj bi xwe jî, niha bi mantiq û hevokên tirkî diaxivin. Bandûra xwendina metnên nivîskî, zimanê axaftinê zengîn dike û dibe sebebê xurtiya ziman.

Divê ev xalên ha jî, werin destnîşankirin û ji bîr nebin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
09.07.2016

Bersivekê binivîsin