Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî 

Ne tenê li Bakur, li her çar parçeyê Kurdîstanê divê kurdî xurttir û dewlementtir bibe. ji bo wî pêwîst e ku em ne bi çar parçebûnê em ê li meseleyê bi yekpare binihêrin.

Meriv divê ji zimanê xwe hez bike. Hezkirin wê çawa çêbibe? Hezkirin bi pêhesînê dibe, gava meriv çîrokek bi zimanê xwe bixwîne xweş e an bi xwendina zimanê biyanî? Haa ku me cûdatiya zimanê xwe, tama zimanê xwe hilda êdî tukes nikare me jî zimanê me bike.

Mesele ew e ku her Kurd ew ê ferqê bibîne… 

Hezkirin ku destpêkir axaftina me wê bi kurdî be, nivîsandina me bi kurdî, ramanê me bi kurdî û jiyana me ew ê bi kurdî be, meriv dikare bibêje kilîd hezkirin e. Hez, hestek gelek bihêz e û pêwîstiya zimanê kurdî jî hez e!… 

Min rojekê fîlma Malxom X temaşe kir. Bi rastî fîlmekê gelek bi wate bû. Mîjara fîlmê azadbûna reşikan bû. Di fîlmê de keçekê spî hate cem Malcom X, jê re got: “Ez gelek xemgîn im dixwazim ji bo ku hûn azad bibin alîkariya we bikim gelo dikarim ji bo we çi bikim?” Û bersiva Malcom X ev bû: “Tu tiştek!…” 

Em werin ser meseleya xwe gelo çima ji bo em Kurd azad bibin pêwîstiya me bi Tirka heye çima?! Partiyê me de divê tu Tirkek namzet nebe ev yek, ya duduyan jî Kurdê ku kurdî nizane, Kurdiyetî û nirxên neteweyî jê kêm be jixwe bila qet nebin namzet pirsgirêkên meyê mezin ev in…

Em Kurd gelek hatine xapandin êdî bes e! Mirovên ku ji bo me Kurda mînakek baş be bila xebatê bikin wê ji bo me Kurda baştir bibe…

Sorgul Yurdakul

11.10.2013 

Bersivekê binivîsin