Zimanê Kurdî û Daneheva Zanayiyan

Zimanê Kurdî û Daneheva Zanayiyan

Zimanê Kurdî û Daneheva Zanayiyan

      Her zimanek xwediyê taybetmendiyên xwerû ye û meriv dikare bibêje ku xurtî yan dewlemendiya her zimanekî girêdayê têkiliyên mirovî yên civakî û xwezayî ye. Ziman, bi rêya têkiliya mirovan ya bi xwezayê re dest pê kiriye û bi têkiliyên mirovan yên takekesî û civakî re jî, berdewam kiriye. 

Daxwaza şirovekirin, ravekirin û zanîna bûyer û kirûyên xwezayî û civakî, hêla xurtbûn û berfirehbûna zimanan destnîşan kiriye. 

Ango, mirov û civak, pêdiviya wan bi çi hebin, wan ew zanayiyan hilberandine. Ne tişteke pîsadî ye ku zimanê kurdî di warê peyvên xwezayê de gellekî xurt û dewlemend e. Lewma jî, zimanê kurdî wekî yek ji wan zimanên sereke yên xwezayî ku xwediyê ahengeke bêhemta ye, tê pejirandin. 

Dewlemendiya zargotina kurdî, saziya dengbêjiyê, gotinên pêşiyan û qewlên gewreyên kurd, zimanê kurdî bi awayeke erênî parastî ne û ew gihandine ta roja me ya îroyîn. Mesela li ser her meseleyeke, hema hema em dikarin bibêjin ku gotineke me ya pêşiyan heye. 

Dîsa bi xêra saziya dengbêjiyê, destanên me yên bi nav û deng, xwe gihandine heta roja me ya îroyîn. Bikaranîna alfabeyên cihêreng, bandora çandên serdest û qedexeyên li ser zimanê kurdî, her çiqas bandorên neyînî li ser zimanê kurdî kiribin jî, zimanê kurdî bi saya dewlemendiya xwe ya kevnare, heta roja me ya îroyîn hebûna xwe berdewam kiriye. 

Dagirkirina Kurdistanê û şertên dijwar yên xwezayê, li pêşiya zimanê kurdî weke strînên polayî rawestiyabin jî, zimanê kurdî li her perçeyên Kurdistanê bi wesfên xwe yên taybet xwe parastiye û wekî zarava û devokan, cihêrengiyeke jî nîşan daye. Lê divê em tu caran ji bîra nekin ku ev yekên navborî, dewlendiyeke zimanê kurdî ne. 

Danayên zanistî wiha destnîşan dikin ku zanistê, bi awayekî misoger li keviyên çemên Dîcle û Firatê, li keviyên çemên Nîl û Ganjê dest pê kiriye. Şert û mercên giran yên xwezayê, rê li hilberandina zanayiyên zanistî vekiriye û girêdayî vê yekê, gellekî pêşveçûnên zanistî li deverên navborî hatine hilberandin. Belam ev yek, zêdetir ji bo pêdiviyên rojane yên pratîk bûn û wekî zanayiyên razber/nedîtbar û teorîk bi pêşve neçûne. 

Tunebûn an jî kêmbûna nivîsevanî an jî metnên nivîskî, rêli ber bikaranîna zanayiyan girtî ye û gellek zanayî wekî avên golan, di axa xwe de sekinî mane û ber bi asoyên nû ve neherikîne. Zanayî baş ne hatine bikaranîn û vê yekê jî, rê li pêşveçûn û berfirehbûna zimanê kurdî girtî ye. 

Rewşa aloz ya neyînî, mirov dikare bibêje ku di roja me ya îroyîn de jî hebûna xwe berdewam dike. Nefermîyetiya zimanê kurdî, rêli tevlîheviyeke nedîtî vedike û di ser de jî tunebûna perwerdehiya zimanê kurdî, rê li pêşveçûn û berfirehbûna zimanê kurdî digre.     

Li Başûra Kurdistanê ji ber ku dewleteke me ya Federal heye, dibe ku ev rewş ber bi başiyê ve here û zimanê kurdî jî ligel zimanên din bigihêje asta xwe ya bilind. Belam li Bakûra Kurdistanê, ji ber zimanê siyasete bi zimanê tirkî ye bandora asîmîlasyonê gellekî zêde bû/zêde ye, rewş bêtir qels e. 

Saziyên netewî yên li ser çand, ziman, malbat, tenduristî, spor, ragihandin û hewd. yên bi kurdî tune nin û piştgiriyeke ji bo van saziyan jî mixabine ku nayê dîtin. Xwendevanên kurdî, bi saya çend navgînên ragihandinê yên internetê ev çend salên dawîyê xwe digihînin zanayiyên ku pêdiviya wan pê heye. Bikaranîna daneheva zanayiyan, lewma jî kêm e û bi dijwarî xwendevan û xwendekarên kurd xwe digihînin wan zanayiyan. 

Mesela em bibêjin ku lêkolîneke kurd ku xwendevan an xwendekarek e, wê çawa xwe bigihîne hemû berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqîyê Teyran û ramanwer û feylesofên din yên kurd?  

Li kîjan pirtûkxaneya netewî?

Li kîjan dibistanê?

Li kîjan zaningehê? Û hwd. 

Roja me ya îroyîn, zû bizû diguhere. Guherîn, esas e.  Alavên ragihandinê, yên wekî masmedya û internetê, her diçe bêtir xurt dibin. Zimanekî teknîkê, zimanekî zanistî, zimanekî felsefî bêtir xwe dide der. Mesela berê yên ku bi felsefeyê re mijûl dibûn, feylesof bûn. Lê îro, ev yek bêtir ji layê mirovên akademisyên ve tên pêkanîn û ku li zaningehan wekî mamoste kar dikin. 

Zanayiyên zanistî, di destê teknîsyenan de dibe alaveke xurt ya jiyanê û dikeve xizmeta civaka wan. Dibe erebe, computer, kitêb, telefon û hwd. Bêguman, hemû pêşveçûnên bivî rengî mirov dikare bibêje ku bi saya danaheva zanayiyan pêk tê û ev yek,rê li pêşveçûna civaka wan jî vedike. 

Divê em kurd, tu caran ji bîr nekin ku zanayî ne yek texlîdek e. Zanayî, beş bi beş e û her civak li gor pêdiviyên xwe, van zanayiyan bikar tîne: Wekî zanayiya olî, teknîkî, zanistî, hunerî, felsefî û rojane… 

Zanayiya rojane, her di civaka me de xurt e û baş tê hilberandin. Herweha, bi saya zargotina kurdî jî, zimanê me yê edebiyatê jî baş e. 

Lê ew mijarên din gelo?

Zimanê kurdî, divê di her beşên jiyana civakî de were bikaranîn û rêya tekane ya berfirehbûn û pêşveçûna wê jî, ev yek e. Mijarên wekî teknîkê, zanistê, felsefeyê, mîmariyê, ragihandinê û hwd. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

12 Îlon 2013 

Çavkanî: www.Rewanbej.com  

Bersivekê binivîsin