Ziman û Avakirina Kesayetetîyê

Ziman û Avakirina Kesayetetîyê

Ziman û Avakirina Kesayetetîyê 

Ziman weke hestiyên piştê (movikê) ye, role sereke û bingehîn ya liv û tevgerî dilîze, mirov bê wê bûç, bê liv û tevger diger dijî, di derûniyeke westiyayî, kesayeteke kêmayî de bi keser dûrî civak û dîtina rengê jiyanê dijî. Eynî ziman ewa ku netewan ji hev çûda dike û wan bi hev dide nasîn ,çand di riya ziman re tên parastin û şaristanî gelan pêyî tê nasîn.

ZIMANÊ KURDÎ û perwerdekirina zarokên kurd bi zimanên beyanî çi kesayetîyî ava kiriye…?? Zarokên kurdan piştî parçekinina û dagirkirina welatê wan ji mafê xwe yû yasî ,xwedewerî ewe ku bi zimanê ku xweda pê ew dayî bê par û mehrûm maye ,bi zimanê beyanî hatine hînkirin û perwedekirin. Va yeka dagirkerên kurdistan bi zanîst pêk anîne û zimanê wan weke zimanê ciwêlegî daye nasîn, li hember vê zimanê xwe kiriye zimanê fermî û karmrdiyî. Di riya vê yekê re xwestine ku çand ,netewa kurda tezyîf û îmha bibe ,kesayeteke tirk ,ereb û faris were avakirin vê roleke pir mezin lîstiye, hiştî ku zarokên kurd bi du dilî mezin bibin hin caran gihiştiye asta ku ew xwe kêm û bibîne û dûrî rewşebîrtiyê bijî. Tevahî lêkolîn ku hatî çêkirin û yasayên navnetewî ,ragihandina parastina mafên zarokan vî mafî tekez dikin lê gelê kurd bi salan xwe bêdeng kiriye ,dagirkerên wan jî bo tinekirina wî kar û xebatên mezin kirine ,encam jî bedestxistiye ,gelek kurdên bakur, başûr, rojhilat û rojava dev ji kurdetiye xwe berdana û dagirkerên xwe pirtir diparêzin.

Lêkolîna Emrîkî ya dawî li ser hînkirin û perwerdekirina zarokan bi zimanê beyanî wiha dibêje:Zarokên bi zimanê beyanî tê hînkirin û perwerdekirin kêm jîrîn ,şîreta wan jî ewe ku divê zarok bi zimanê dayîkî bê hînkirin ji ber ku ew bingeha avakirina kesayetiya rasteqîne . ne tenê ew wiha dibêjin gelek zanyarên din jî ev yek di te,oriyên xwe de tekez kirine. CÎAN BÎYAGÊT (JEAN BIOGET)

Di teoriya xwe de wiha diyar kiriye qonaxa yekemîn ya zanîstî rola sereke û pir girîng di ava kirina kesayetî,mêjî de daye ziman. Tê wateya ku zarok bi çi zimanî bê hînkirin û perwedekirin bi wî zimanî mezin dibe. BIRUNÊR (Bruner) jî vê yeke tekez dike û dibêje: Hizir û ramanê weke zimanekî hûndirîn nîşan dide,pêşveçûna fikrî û ramanî bi ziman ve girê dide. Gelo divê gelê kurd bi çi karî rabe da ku ji kesayetîtiye tezîfkirî, hirfandî xilas bin??, Divê em weke gelî kurd xwedî ziman ,çand û felsefeya kurdî xwe bidin nasîn, kesayete resen ya kurdî ji nûva bidin avakirin tevahî gelê kurd divê vî barî li ser milê xwe bigre û dest bi hînkirin û perwerekirina zarokên xwe bi zimanê dayîkî bike, ev nayê wateya ku zarokên xwe fêrî tu zimanên din nekin ,lê divê zimanê serke û girîng di hînkirin û perwerdekirinê de zimanê kurdî be ji ber ku rêzgariya çanê rêzgariya welat bi xweye ta ku em ji kesayetîtiya nerast ku dijin di bedena mede çandî xilas nebin emê tu carî weke gel xwedî kesayet,çand ,ziman û şaristanî jî ji aliyê cîhanî ve neyên naskirin.

Azad Oso

28.01.2017 

Bersivekê binivîsin