Zihniyet û Pêshkevtina Ramyarî

Zihniyet û Pêshkevtina Ramyarî

Zihniyet û Pêshkevtina Ramyarî

Amitav Ghosh nivîskarekî 58 salî ye ji herêma Bengalê, Hindistanê. Duhinî min guh li hevpeyvîneke radyoya australî ABC NATIONAL bi wî re bû. Gotinên wî bo min balkêsh bûn, bêtir ji ber ku derbarê hinek mijaran de li shûna ku ligor modeya rojavayî ya îdyalîzma rewshenbîrî bersîvan bide, bêtir realist û duristîragîher bû. Bersîva wî ya ji bo pirsiyara dawîn hîn balkêshtir bi min hat û ez mat hîshtim.

Michael Cathcart jê pirsî ger ew ji bo ragîhandina ramyarî û meraqa li nivîsandinê dinivîsîne, yan bêtir bo xatirê qezenca aborî. Bersîva Amitav Ghosh bi vê wateyê bû: Ew ji bo qezenca aborî dinivîsîne. Ew nivîsandinê wek karekî bazirganî dibîne, çimkî dema tu xwediyê dezgeheke bazirganî bî, ger tishtên tu çêdikî ne yên bash û ligor meraqa mushteriyan bin, ew ê tishtên te nekirin û tu jî dê nikaribî wan bifroshî. Lewma tu dê her hewl bidî ku tishtên bashtir çêbikî da ku bihên firotin. Li milê din rizqê te, jiyana te û malbata te bi pereyên ji firotina berheman bi dest dikevin dihên. Lewma tu dê bêtir ceddî û bêter pîshevan bî, ger tu ji bo qezenca aborî kar bikî.

Amitav Ghosh got, karek di zanîngeheke amerîkî de bi dest wî ketibû. Li dû salekê ew pê hesiya ku asta nivîsandina wî nizm dibêye, ji ber ku nema dema pêwîst û ponijandina têre afirandina berhemên çaktir dida karê nivîsandinê. Lewma dest ji karê li zanîngehê berda û xwe bi tevahî da ber karê nivîsandinê, yanê bû nivîsKAR.
Ez tê de fikirîm: Belê, Amitav Ghosh dikare weha bike, çimkî pirraniya romanên wî bi zimanê înglizî ne û xwendevanên bi vî zimanî ne tenê bi pirranî xwediyên zihniyeteke cuda ne, lê gellek ji wan her weha pirtûkan dikirin û dixwînin. Xwendevanekî amerîkî, înglizyî, australî… ji nivîskarekî napê ku “ji bo welêt û nishtimanperweriyê” binivîsîne. Wan êdî ev qonaẍê derbas kirine. Ew romanekê ji bo kalîteya wê û meraqa xwe dikirin û pishtgiriyê li wê yekê dikin ku ji mafê nivîskarane berhemên xwe bifroshin. Nivîskarekî Kurdan, ger bersîveke wek ya Amitav Ghosh, bide ew ê hama-hema xwînî bibe.

Min bi xwe pirtûkên xwe nefrotine, ne jî niyeta min û etarîkirina pirtûkan di nav Kurmancan de bikim heye, lê rastî ew e ku Kurmanc derbarê gellek mijaramn de hîn bi shêweyeke nûpêketî diponijin. Ji bo pirraniya wan nivîskarî yan karê hunerî ji bo qezenca aborî ne kiryareke bash e. Lewma “sin’etkarî” (PROFESSIONALISM) di warê wêjeyî û hunerî de di nav Kurmancan de gellekî bi sînor e û pêsh ve neçûye.

Bêyî guman em sedemê dizanin, ku ta radeyeke bilind xwe bi bindestbûnê ve peywendîgir dike, lê sedemên çandî, perwerdeyî û aborî jî berpirsên vê zihniyeta li holê ne.

(Shahînê Bekirê Soreklî: 2/01/2015)

Bersivekê binivîsin