Dawî...

Destpêk > Fragmanên Felsefîk > Zeynel Abidin Han

Zeynel Abidin Han
Parvebike!

Eger ez rojekê bimrim…

Eger ez rojekê bimrim, û ev mirina min eger bes jiber kerbeke bê deyax be, ey wêneyê bê wêjdan, ey dîmena nemirovayetiyê, bawer bike ez dê dilê xwe bavêjim wê nevala bi şewat ya ku zarokên me li wê derê hatin jibîrkirin. Eger ez rojekê bimrim, bawer bike ey zaroka ser dilê min, ey hêsra virnî û gîryana hemî xwedayên dînên bêxwedamayî, ne wisa jiber emrê xwedê be, eger ez rojekê bimrim ey zaroka jana ser dilê min, bawer bike ez dê te wek keçka xwe têxim nav rihê xwe, hemî birînên dilê te yê piçûcik maç bikim û hembêza xwe vekim ji wê dojeha ku bi we dihête jiyandin: Bawer bike ey keçka jankûjiya min, ez dê bes ji bo te bimrim û hemî xwedayên zulmê jî bi xwe re kokbir bikim…

Ez dê bimrim ji bo te ey keçka kelagiriya min, çi dibe pîçek din sebir bike û bibîne dagirkerên ku ew eslen verişên xwedayên xwe ne, di dojeha mirina min de çawa bibin xwelî û vegerin heriya dîroka bênamûsiyê… Eger ez rojekê bimrim na, yeqîn ez dê xwe bidim kuştin û li ser dilopeke hêsra te nîvê dunyayê hilweşînim, kevir li ser kevir nehêlim, dewlet li ser dewlet, dîn li ser dîn nehêlim, ku ew bi siyasetvanên hesîs û bênamûs û pêxemberên sexte bûne belayê ser mirovayetiyê.

Çi dibe ey zarok, li berxwede û bijî û rojekê bextewar be, û bawer bike, belkî min bi hebûna xwe nekarî vê yekê bikim, lê bi tunebûna xwe ve ez dê bikim. Jiber ku tu dilşadiyeke wisa bî, ku bes li ser tunebûna min xwe jî bidî jiyandin, neviyên min jî… Ez qurbana te me ey zarok, zehmet e dizanim, heta janeke bê wext e, lê dîsa jî dibêjim, bijî û bextewar be, ez qurban hinek din sebir, û bibîne ez dê rojekê bes ji bo te çawa tune dibim…


Nûkirina Dawî : 02 Jul 2015 23:29

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)