Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember û Nietzsche

Zerdeşt Pêxember ku wekî Zarathustra jî tê nasîn, B.Z. di sedsala 6an de (beriya îslamê) zerdeştiyê damezrandiye. Ramana cezakirina bêdawî ya li gor tevgerîna mirovî, cara yekemîn e wî aniye zimên.

Nietzsche ramanên xwe yên dijberê xiristiyaniyê, ji devê wî gotiye. Dîsa Nietzsche ji bo şirovekirina (ravekirina) ramana xwe ya mirina Xwedê û di civakê de bivênevêtiya pevçûnan (nakokiyan), serî li ramanên Zarathusa daye. Dema ku kitêba Nietzsche ya ‘Zerdeşt Wiha Ferman Kir, Ainsi parlait Zarathoustra, Also sprach Zarathustra’ (1891) weşiyaye, ew hê çil salî bûye. Niha weke yek ji wan şaheserên edebiyata cihanê tê dîtin.

Kitêb ji çar cildan pêk tê û di vê berhemê de Nietzsche, xet û wesfên felsefeya xwe aniye zimên. Ji hêla rist, lewn, ehlaq û psîkolojiyê ve berhemeke gelekî wêrek e. Di berhemê de, ramana ‘Mirovê Jor/Raser’ hatiye vegotin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
25.06.2016

Bersivekê binivîsin