Zenon Çima Li Dijî Tevgerê Derketiye?

Zenon Çima Li Dijî Tevgerê Derketiye?

Zenon Çima Li Dijî Tevgerê Derketiye?

Zenon (B. Z. 490- 430) fîlozofekî ji yewnana antîk e û yek ji wan pêşengên xwendegeha Eleayê tê hesibandin û di dîroka felsefeyê de jî, hîmdarê metoda dîalektîkê tê zanîn. (1) Zenon, şagirdê Parmanîdes e û li xwendegeha xwe li ser felsefeya Parmanîdes rawestiya ye û vê felsefeyê berfireh kiriye.

Li gorî dîtin û dinyabiniya Zenon

Ger ku boşî (pirranî) hebe, divê boşî heta dawî biçûk be û heta dawî mezin be jî. Ku ev yek jî nakokiyek e.

1- Boşî, ji yekîneyan (unit) tê holê. Lewra, ew boşî û navê wê, bi vê têgehê tê gotin û ew, boşiya perçeyan û yekîneyan e. Divê ku ew yekîne ji hev veneqetin, an ji hev dûr nebin. Lewra, dema ku ew ji hev veqetin, vê gavê ew ne yekîne ne û nabin yekîne. Ji ber vê yekê ye ku, yekîne qet ji hev venaqete û perçe nabe. Ji ber ku perçe nabin û ji hev venaqetin, tu mezinahiya wan jî tune. Hege mezinahiya wan hebûna, wê demê wê ji hevdu veqetiyabûna, an wê ji hev cuda bibûna. Axirê, boşî ji yekîneyekê ne mezin ava dibe û tê holê. Lewra, ew yekîneyekê herî biçûk e.

2- Belam, divê boşî di dawiyê de mezinahiyek be jî. Lewra, mezinahiyekê yekîneyê heye. Lewra, ew xwediyê mezinahiyekê ye û ku wisa ye perçe dibe û ji hev vediqete. Perçeyên ku di vê niqteyê de dertên holê, ew jî xwediyê mezinahiyekê ne; ji hevdu vediqetin û perçe dibin.Jihevçûn, heta dawî berdewam e. Herweha: Boşî, ji hev vediqete. Ev pêşniyar tê wê arîşê ku boşî her yek bi serê xwe xwediyê mezinahiyekê ye û ji perçên bêdawî hatiye holê. Ew tiştên ku ji perçên bêdawî çêbûne, ew jî bêdawî mezin in. (2) Hasilê, li gorî vê felsefeyê tiştek nikare bibe mezinahiyek bêdawî an biçûkiyek bêdawî. Ramanekê wiha, li gorî vê felsefeyê çewt e. Ramana wî ya dawî ev e: ‘Boşî, ne rasteqîn e.’

Ramanên wî yên dijberê tevgerê: Cosmîk, di ser riya xwe de divê ku ewilî nîvê riya xwe biqedîne. Lê li pêşiyê, nîvê rê dîsa dimîne û divê ku ew cisim, wê nîvê riya xwe jî biqedîne. Belam, ew çixa here bila here, wê dîsa nîvê rêya wê/ wî wê dîsa bimîne. Ev pêvajo, “maweya ku wê biqedîne” heya dawî bi pêş ve diçe û her dem, nîvê rêya wî/wê dîsa dimîne. Ji ber vê yekê: Cismek ji niqteyekî nikare here ya din. Lewra, ew tu carê nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh, (war) ji hevdu heta dawî vediqete û jihevçûn, tevgerê pûç dike.               

Li gorî vê felsefeyê: “Boşî û tevger, ne rasteqîn in.”

Gelo, Zenon di vê pêşniyarê de dixwaze çi bibêje? Ew wan tiştên ku em wan bi alikariya sehekan dinasin, wan înkar dike an na? Bêguman, wan înkar nake. Lê wiha dibêje: Bingeha cîhana sehekan, tevger û boşî ne. Dibe ku cîhaneka sehekan hebe, lê ew cîhan ne rasteqîn e. Him Parmanîdes û him jî Zenon, sehekan înkar nakin. Lê dibêjin ew ne rasteqîn in û vê yekê napejirînin.

Li gorî felsefeya Parmanîdes û Zenon: Tevger û boşî, hene. Lê ew bi alikariya sehekan hene û tu realîteya wan tune. Ew bi tenê xwiyakirin in û rasteqîniya tiştan jî, di naveroka wan xwiyakirinan de ye.

Di vê niqteyê de: Di navbera xwiyakirin û rasteqîniyê de cudatiyek xwiya dike, ku Zenon vê yekê wiha şirove dike: “Objeyên ku li hawirdorin, xwediyê bûyîn û heyînekê ne. Belam, ew ne di xwede ne.” Ango, cewherê (substance) wan, ne di wan de ye.Ew cewher, ji tiştekî din tê ku ew jî, heqîqeta heyînê ye. Bi gotineka din: Di cîhana sehekan de obje hene. Belam, ew ne xwediyê heyîneka serbixwe ne. Bi tenê, xwiyakirinên heyînên rasteqîn in. Ji xwe, înkara sehekan jî ji vê niqteyê dihat.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin