Zenon

Zenon

Ger ku boşî /pirranî hebe, divê boşî heta dawî biçûk be û heta dawî mezin be jî. Ku ev yek jî nakokiyek e. Boşî, ji yekîneyan/unit tê holê. Lewra, ew boşî û navê wê, bi vê têgehê tê gotin û ew, boşiya perçeyan û yekîneyan e. Divê ku ew yekîne ji hev veneqetin, yan ji hev dûr nebin. Lewra, dema ku ew ji hev veqetin, vê gavê ew ne yekîne ne û nabin yekîne. 

Ji ber vê yekê ye ku, yekîne qet ji hev venaqete û perçe nabe. Ji ber ku perçe nabin û ji hev venaqetin, tu mezinahiya wan jî tune. Hege mezinahiya wan hebûna, wê demê wê ji hevdu veqetiyabûna, yan wê ji hev cuda bibûna. Axirê, boşî ji yekîneyekê ne mezin ava dibe û tê holê. Lewra, ew yekîneyekê herî biçûk e. 

Belam, divê boşî di dawiyê de mezinahiyek be jî. Lewra, mezinahiyekê yekîneyê heye. Lewra, ew xwediyê mezinahiyekê ye û ku wisa ye perçe dibe û ji hev vediqete. Perçeyên ku di vê niqteyê de dertên holê, ew jî xwediyê mezinahiyekê ne; ji hevdu vediqetin û perçe dibin. Jihevçûn, heta dawî berdewam e. 

Herweha: Boşî, ji hev vediqete. Ev pêşniyar tê wê arîşê ku boşî her yek bi serê xwe xwediyê mezinahiyekê ye û ji perçên bêdawî hatiye holê. Ew tiştên ku ji perçên bêdawî çêbûne, ew jî bêdawî mezin in. Belam tiştek nikare bibe mezinahiyek bêdawî an biçûkiyek bêdawî. Ramanekê wiha, çewt e. 

Boşî, ne rasteqîn e.  

Herweha, cosmîk, di ser riya xwe de divê ku ewilî nîvê riya xwe biqedîne. Lê li pêşiyê, nîvê rê dîsa dimîne û divê ku ew cisim, wê nîvê riya xwe jî biqedîne. Belam, ew çixa here bila here, wê dîsa nîvê rêya wê/ wî wê dîsa bimîne. 

Ev pêvajo, ‘maweya ku wê biqedîne’ heya dawî bi pêş ve diçe û her dem, nîvê rêya wî/wê dîsa dimîne. Ji ber vê yekê: cismek ji niqteyekî nikare here ya din. Lewra, ew tu caran nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh/war,  ji hevdu heta dawî vediqete û jihevçûn, tevgerê pûç dike.  Lewma jî, boşî û tevger, ne rasteqîn in. 

Zenon | B.Z. 490-430

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin