Zekerîya El Razî – 865-933

Zekerîya El Razî – 865-933

Zekerîya El Razî, fîlozofekî îslamê ye û di dîroka ramana îslamê de wek piştgirê tevgera ‘tabiiyunê’ tê nasîn. Ango, naturalîst e. Li Îranê, li bajarê Reyê hatiye dinyayê. Li ser kîmya û tipê rawestiyaye. Girîngîyê daye ezmûn û çavdêrîyê. Herçiqas hebûna xwedê qebûl bike jî, bawerîya xwe bi wehîyê nayne û wehîyê qebûl nake.

Bi tundîyeke mezin, êrîşê pêxemberan dike. Berhemên wî ji bo latînî hatine wergerandin. Zekerîya El Razî, berevajîya pirranîya fîlozofan, wiha bawer kiriye ku tu carê felsefe û ol, lihev nayên û li dijê hevdu ne. Di berhemên wî de babetên sereke rihê afirandêr, madde, feza û zeman e.

Kitêba Wî li Serê Wî Bixin!

Li gor gotinan, dibêjin ku Zekerîya El Razî derheqê kîmyayê de kitêbekê nivîsandiye û piştra jî, pêşkêşê hikumdarê wê demê kiriye. Hikumdar, wî bi 1000 dînaran xelat dike û jê dixwaze ku ew wan zanayîyên pirtûkê, biçespîne. Ango, cîbicî bike. Mixabin, El Razî di warê sepandinê de bi ser neketiye. Li ser vê yekê, hikumdar ferman daye, da ku leşker kitêba wî li serê wî bixin. Li gor gotinan, piştî ku kitêba wî li serê wî dixin; Zekerîya El Razî kor bûye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin