Zarok û Teoriya ‘Nature Deficit Disorder’

Zarok û Teoriya ‘Nature Deficit Disorder’

Zarok û Teoriya ‘Nature Deficit Disorder’

Tu çiqas ji siruştê dûr bikevî, bi qasî wê dûrketina te ya ji sirûşte nexweşiyên te zêde dibin. Biyologê Brîtanyayî Ross Cameroonê ji Sheffield Universty (Zanîngeha Sheffield) diyarkir ku zarok dema xwe pirr zêde di hundirê malê de dibihurînin û ev jî rê li ber nexweşiyên weke depresyon, tirs û qelewîtiyê vedike.

Teoriya wî ya bi navê “nature deficit disorder” bala psîkiyatriyên ji welatên cihêreng kişandiye. Têgeha “nature deficit disorder” cara pêşin di sala 2005an de ji aliyê nivîskar û rojnamevanê Amerîkayî Richard Louv di pirtûka wî ya bi navê Last Child in the Woods de hatiye vegotin.

Richard Louv di pirtûka xwe de bi hûrgilî pêwendiya mirovên gihaştî û bi taybetî ya zarokan bi siruştê re vedibêje, bandor û girîngiya siruştê li ser mezinbûna zarokan li holê radixîne. Eger zarok pirr zêde di hundirê malê de bimînin û ji amûrên elektronîk yên weke tv, tablet, smartphone,… temaşe nekin jî, nexweşiyên zîhnî yên weke ADHD, depresyon, tirs û qelewîtî rûdide.

Ross Cameroon teoriya xwe wiha raber dike: “Em giyanewerên biyolojîk in ku di bin hin şert û mercan de pêdiviya me bi gihaştinê, bazdan, leyîstin û çipikbûnê heye. Lêbelê jiyana me dişibe kevirekî ku ne ji cihê xwe dileqe û dilive, pirraniya rojên me bi rûniştinê û ramedan/paldanê derbaz dibin.”

Psîkiyatr Emmanuël Nelisê ji AZ Sint-Lucas ya li bajarê Bruggeyê (Belçîka) ye wiha dibêje: “Li Belçîkayê pêwendiya ger û leyîstina li sirûştê û tenduristiya zîhnî bi delîlên cihêreng hatiye peyitandin. Jiyana li bajarên mezin û sixlet bi hêsanî rê li ber nexweşiyên derûnî vedike û îhtamala bi nexweşiyên zîhnî nexweş ketinê zêde dike. Endamên malbatekê dikarin ji ber genetîka xwe li hember nexweşiyên psîkoz û şîzofreniyê sist bin, lêbelê eger endamên heman malbatê li bajêr bijîn, rîska nexweş ketinê li bajêr zêde dibe. Bajar çiqas mezin û sixlet bibe, ewqas jî rîska nexweş ketinê zêde dibe.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 10.12.2016

Bersivekê binivîsin