Zanistî Yan Ol? An Jî Çi Ye Ol Ji Bo Jiyanê? (1)

Zanistî Yan Ol? An Jî Çi Ye Ol Ji Bo Jiyanê? (1)

Zanistî Yan Ol? An Jî Çi Ye Ol Ji Bo Jiyanê?

Li gorî peyd û daneyên arkeolojî, antropolojiyê; di serdemne kevin ên nêçîrvaniyê de, mirov ajalan, ku debara xwe bi goşt, hestû postên wan ve dikir, hildabû navenda baweriya xwe ya totemîk. Di vê serdemê de mirov xwe wek heyîyek serwer, raserê ajalan nedidît; bilakis li hember piraniya ajalan, ên ku bi gewde jê qerasetir bûn, xwe wek bin heyîyek didît.

Di wêneyên li ser duwarne şkeftan de hin ajal wek ”ajala serwer”, ”ajala parastvan” hatine teswîr kirin. Wê demê ajalan di bal û mijûliya mirov de cihek navendî digirtin. Bi mirov re pêjina giramî û spasdariyek qasî bikeve tertîba ayîn, seremoniyan mezin be, hebû ji bo gîyan û goştên van ajalan.

Mirov di serketin, encamhildanên di têkoşîna xwe ya dûr û dirêj a li hember xwezayê de firq kir ku pê re potansîyelek-jêhatîbûnek bijare heye. Dû vê firq kirinê, baweriya wî, ya ku di navendê de ajal hebûn, heybere cîhê xwe ji awa û sazûmana baweriyek din re hîşt. (1)

Ji destpêkirina bi vê pasajê ve mebest ew bû ku bêt dîtin ka paraleliyek çi qas neguhêrbar, qihîm heye di navbera awa û naverok hildan-guhirîna jîyanê û ya ol de.

Ji wê heyama nepenî ya ku têde berateyên heşmendiyê bi mirov re peyda bûne vir ve; mirov her tim hewl daye ku bûyer, têgeh û rûdanên bi wan re rûbirû ye, ji geremol, aloziyaya pênizaniyê derbixe û wana, li gor qapasîteya xwe ya heyî, bi awayek hevgirtî pênase û têgihîştbar bike; pêre jî ketiye nav şayîşa afirandina wateyek ku heyîbûna wî, hebûna cîhana têde dijî ji bêarmancbûnê, ji berhewatiyê û ji bêbertiliyê biparêze. 

Dikare bêt gotin ku ev hewl û sayîş hema hema cîhê jêrabûna hemû çalakiyên pêjinî, hizirî ne. Di dîroka mirov a kulturî de, wek hemû pîşe û karên din, ev çalakiyên pêjinî û hizirî jî li qad û dîmenên cihêreng dabeş bûne. Di roja îroyîn de, li cem civakên bi giranî bi ol girêday, ol hêj wek cepheyek alternatîfê zanistê têt dîtin, û zanist bi awayek rûqalkî û erzan bi angaşta neeleqederbûna bi ya/yê nedîtbar re têt tewanbar kirin. Ji ber ku bi hevûdu re qiyas kirina zanistî û olê ne mijara vê nivîsê ye, dê li ser çi ye-çi nînetiya zanistiyê neyêt sekinîn. Lê bi kurtasî be jî, divê were destnîşan kirin ku,ji bo ku zanistî, heke wek pêwîst e bêt nas kirin, mîna ronahî û pêkaşa jîyanê neyêt pejirandin û hilçinîn ji alîyê gîyan û heş ve nexwaş bibûn pêwîst e.

Li gor pejirandinek tevgişt, zanistî dikare waha were pênase kirin: Zanistî bi metodolojiyek ji venihartin/kontrola ezmûnî re vekirî ve venasîna fenomenan li gel zagonên ku wan birêve dibin e». (2).

Di binateya xwe de zanistî ew şayîş, xwe êşandin û berpirsyarî ye dike ku hebûnê li bal hemû berate û hîkariyên wê, heta tuxûbê tunetiyê bişopîne, têbigihîje. Û vî karê xwe jî bi çavdêrî, ceribandin û teqilandina obje/berateyên heyîtiyê ve dike. Dixwaze venasîn, zanîn, hînbûn û têgihîştinê bigihîne her ast, qunc, war û tebeqeyên ku tîn û bîhna hebûnê ji wan tê. 

Lê mijara vê nivîsê ew e ku were nirxandin ka peywir û fonksiyona ol çi ye ji bo jîyanê? Ji bo vê yekê jî lazim e serî li ramanne hin ramanwerên giregir bêt xistin, ka evan ramanwerên ku di cîhana ramanê de cîhên wan ên girîng hene, çi gotine?

Çavkaniya sereke ya nêrînên ramanweran, yên ku dê li jêr werin dayîn, pirtûka bi navê «LA RELIGION» e. (3)

PLATON. Platon hebûnê li du cîhanan parvekiriye: cîhana îdeyan û cîhana heyber/objeyan. Dibêje cîhana îdeyan bi organên sehekan ve nayêt têgihîştin. Îde heyîyên ramanî ne, mayînde û neguhêrbar in.

Cîhana heyberan pertav/sî danek îdeyan e. zanayî û nasyariya aydê van heyberan zanayiyek teqez û têkûz nîne. Platon hewil dide îspat bike ku motorek spîrîtuwel a ku berpirsyar e ji sazbûna gerdûnê û ji hemû pêkanînên mirov ên kulturî, heye. Û vê gîyana ewil wek motrîs/pêkaşa her tiştî bi nav dike, dibêje «her tiştên aydê vê gîyanê (cîhana îdeyan) bi nirx û hêjatî rasertirin ji her tiştên aydê term (cîhana heyberan).

Ol rêyek e ji wan rêyên ku mirov bi wan ve ji nirxên talî,erzan rizgar dibe, digihîje agahiya îdeya qencîkarî û exlaqê. Lewra exlaq prensîba parastina pergal û sazûmana gerdûnê ye.

LUCRECE. Dibêje «ji ol armanca mirov, sêwirandin û di navbera xwe û xwezayê de bi cîh kirin a wî ”navbeynkarî” ye, yê ku qasî bikaribe, di dema bêtecelîtiyan de, bi mêldariya mirov ve, midaxeleyî bûyeran biket pêkar be. 

KANT. Kant olê ji dîmenek metafîzîk zêdetir, di nav dîmenek moral/exlaqî de dibîne, û dibêje «exlaq bi neçarî çûyînek ber bi olê ye , û ev çûyîn heta ramana ”zagon çêkerek qutîbir pêkar” rê hildide». Li gorî Kant, ol di giloper/sfera hêvî-gumanê de hewcetîyek e ji hewcetîyên heş. Ev hewcetî cîhê «xwe pêkanînê» di nav bawerîyek rasyonel de dibîne, ne ku di nav wê venasîn a ku dikeve qada venihartina ezmûnî de.HEGEL. «ol aydê warê giyana mitlaq e» dibêje Hegel. Di radeya herî bilind de tevî bang û bîranîna «wateya dawî» bibûn û bi navgîniya teswîrên ji hîkarîyên derve îsolebûyî ve têkiliya gîyanê di nav sfera xwe bi xwe re de hîştin e ol. Hegel dibêje li gor konsepta ”ola rast”, yanî ya ku naveroka wê, gîyana qutîbir e, pêwîst e ku ev ol bi wehîyê ve pêk were. Bingeha ol di nav gîyana xwedahî de ye, ango hilberek xwedahî ye, ne ku îcadek mirov e. Têkiliya têgij/heşar a mirov a bi Xweda re ye.

DURKHEIM. «Nabe ku bûyerek civakî bi bûyerne din ên civakî ve were hizwartin, têde tu sûdmendî tune ye ku awayên olî yên elemanter li bal motîvasyonên derûnî bên daxistin». Li gor Durkheim, ol çavkaniya xwe ya serateyî ji cîhana fîzîkî, ji pergala kirûyên xwezahî hilnedaye. Lê civak ji bo ol wek hêmanek aprîorî kar dike. Ji ferdan re amraz, navgîniyên ku wate didin kiryarên wan, dihilberîne.

Bi vî awayî ol ne pûçatîyek e, ne jî eletewşî ye di nav jîyana mirovî de, çunkî îstîqrara dam-dezgeyê hildide nav garantî, ewletiyê. Motîfên olî/mîtîk ew projeksîyonên jîyana mirov a hevratiyê ne, ku xweza bi xwe jî bi wan ve dibe wêneya cîhanek civatî.

BERGSON. «Ol; dijrabûnek xweparêz a xwezayê ye li hember şîyana heş a wêrankar». Bergson dibê çavkaniyên nirxên olî, sincî di nav potansiyela daxwaziya berdewamî û afirandinê de ne. Li gorî wî, ol ji du beşan pêk tê: ola statîk/nivgîn, ola dînamîk/livonek. Her du jî bi derfet û krîterên entellektuwel ve nayên têgihîştin.

Ola statîk binjêra heşmendiyê, ola dînamîk serjora wê ye.Rûyê ola statîk ber bi hêza navajoyên razayî zivirandî ye. Lê ola dînamîk li dijî ola statîk tevdigere û ferd dixe nav wê hemle/hilperîna afiraner, a ku ji lay heş ve hatiye parçe kirin. Ola dînamîk keserek ferdî ye li dij bandora civakî. Evînek e ji bo derbasbûna ji cûreyê xwe û ji sabîtên jîyanê bi û di ferdîtiyê de.

FEUERBACH. Di mijara olê de Feuerbach metelmayîna xwe waha tîne zimên: Mirov çawa dikare di nav temsîlîyên waha xwapînek de xwe winda bike? Mirov her tim bi wan hêzên ku ji qidûmê wî qatbiqat rasertir in re rûbirû ye û li pêşberî derz/qelşa di navbera bêdawîtî- qutîbirîtiyê û lewazî-fanîtiyê de hewciyê ”hebûnek ku bi hemû wesf û qalîteyên herî nuwaze, bilind û têkûz ve bixemilîne, bûye.

Digel ku bi mirov re hizir, pêjin, vîyan û heş hene jî, lê, qasî ku têrê nekin ku bi wan ve li têgihîştinek yekûnî bêt gihîştin; qels, qismî û bêwec in. Ji ber vê yekê, mirov li Hêzek ku van taybetmeniyan di asta wan a herî têkûz, kemilî de di xwe de bihêwirîne, geriyaye. Di vê lêgerînê de mirov bûye bîyanê xwe, û di vê asta minalî û alîyenasyonê de hepiskirî mayîna mirov e ol.  

Orhan Agirî 

25.01.2013 

1. Les Racines De La foi, ROBERT BUCKMAN

2. Notre existence a-t-elle un sens? JEAN STAUNE

3. La Religion, MICHAËL FOESSEL 

Nivîs dê bidome… 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin