Zanistî Yan Ol? An Jî Çi Ye Ol Ji Bo Jiyanê? (2)

Zanistî Yan Ol? An Jî Çi Ye Ol Ji Bo Jiyanê? (2)

Zanistî Yan Ol? An Jî Çi Ye Ol Ji Bo Jiyanê? (2) 

       Di beşa ewil de hatibû dîyar kirin ku çavkaniya sereke ji bo  nêrînên ramanweran ên ke dê werin ragihandin pirtûka bi navê LA RELIGION e. (1) Di beşa yekemîn de ramanên Platon, Kant, Hegel, Durkheim, Bergson û Feuerbach hatibûn dayîn, û di vê beşê de dê nêrînên Marx, Nietzsche, Freud û Tillich bên ragihandin, û bi kurtasî dê  firqa di navbera ol û baweriyê de bêt hizwartin. MARX. Li gorî Marx, ferd bi temtêlek îzole ve, bi tenê serê xwe binateya mirov naderbirîne, lê nirxên xwe ji yekûna ferdan ango ji civakê hildide.Mirov ne ew heyîyê razber/hilsimêt e ku li derveyê cîhanê bicîh bûye, lê aydê wê cîhanê ye  ku wateya xwe di dewlet û civakê de dibîne. 

Ev dewlet û civak e olê dihilberîne, ji ber ku bixweber beravajî ne :Ol jî têgij/şuûra beravajîbûyî ya rastiyê ye». «Di rastiya xwe de ol; nirx û şuûra xwetiyê ye, ya ku mirov ne hêj gihîştiyê, ne jî careke din winda kiriye»dibêje Marx.Ol teorîyek tevgişt/gelemper a civakê ye,  teoriya ku ferd jê hêvî, guman û hestan;  dilgermî, hedan,kelecanî,şahî û çarvebûnê vedirikînin/ dest dixin. Ji ber ku mirovî heta niha hêj heqîqatek rast li dest nexistîye, ol dibe pêkanîna xeyalî ya vê yekê.  Ol di cîhanek alîyenebûyî û alîyenekar de her tiştî  dixe nav rewşek maqûl û pejirandî.Ol nalîna heyîyê çewisandî, zêrandî ye, wijdana cîhanek bê wijdan, gîyana jîyînek bê gîyan e. Wek şad û bextewarîyek xapxapok, ol tîryak/efyona gel e.   Betal kirina olê ew bizav e dike ku bextewariya mirovî ji holê rabike. Rexne kirina ol rexne kirina geliyê hêsiran ê ku ol li ser bûye sîwan e.

 NIETZSCHE. Nietzsche dibêje  bawerî; li ”ew”a  ku em bikaribin  pê xwe di jîyanê de bigrin û xwe bi rastî bibûna wê aş bikin, gerîn e.Bawerî ne di qada heyberek pê bawerî bêt anîn de rûdide, lê qurmê xwe ji viyan-daxwaz a bawer kirinê hildide, û dizê ji wê tirs û hewcetiyê  ku di dewsa wateyek ku qed tuneye de, li wateyek (êdî) her çi be, digere.(2) Mirov ji ber ku newêribûye berpirsyariya hêzdariyek berz hilde ser xwe, û ji ber ku serve nehatiye behre û alîyên xwe yên bilind binase neçar maye ku Xwedê biafirîne. Bi vî hawî hemû keser, daxwaz û fermanên xwe bi xweda dayet gotin, bi xwe jî li pey çûye.(3)

Bi navgîniyê (ol) ve, mirov dike ku hebûnatiya ”hebûn”ek razmend, nehênî ya ku xwe jê bibîn, bisêwirîne.(4) Lê ol li cem her tişta qels, kirêt,jar, qedexekar û parav cihê xwe digire û bi îdealîze kirina hemû navajoyên dijî jîyanek raser, hêzdar ve dibe pêşbirê meşa ber bi mirovê raser. Ol  teqabilê wê hilbera herî seqet, pûç,rizî û bi buxtan diket di jiyana mirovî de. Di binateya xwe de ol ew çare ye hatiyet dariştandin-afirandin ji aliyê kesên qels,reben, bindest ve ji bo tebatî, hedan û aşbûna di nav hejarî,lewazî, bêweciyê de, û di dema bindestiyê de, serdestan tehdît kirin e ol, bi cihanek din ve.

FREUD. « ol wek sûrekî dikeve navbera rastiyê û têgihîştina me ya jê, û dibe ew teswîra bê heyber/obje ya hewl dide berxwedana mirov a li hember heyîbûnê, hêsantir bike». Freud angaşt dike ku ol ew fenomen e  li ser hêmanên wek obsesyon/hingof, çewitîn/îluzyon û zarotiyê qewimîye, diqewime. Ol prosesek e ji prosesên di çêvebûn, geşedan û pêşveçûna kesayetê de tên holê.  Ji bo mirovê ku di nav jan, êş û kovanên heyîbûna xwe ya neçar de bi fanîtî, rebenî û nemayindetiya xwe re rûbirû ye, ol dibe ew spartgeha derûni ya kêrê tepisandina tirsê, zindî hîştina hêvîyê tê. Bi awayekî têgeha Xweda ya ku mirov dixwaze xwe bispêrê, hêmaya Bavê di radeya herî jor de hatiye bilind kirin e. Li hember bav ê di pêkarîyek qutîbir de teswîrbûyî; tewanbarî û aciziyê law/kur daye tevgerandin ku vê pêkariya qutîbir, a jê re qada xwe pêkanînê nahêle, ji holê rabike, bi vî awayî vê tevgerê rê li kuştina bavê vekirîye. Ol  ew hewla ku  armanca wê ew e ku  alozetî û arîşeyên piştî vê kujeriya orîjîner derketine holê çareser bike.

TILLICH. Li gorî Tillich, ol pêşferzî ya bingehîn a hemû pêkhatinên heş û gîyanê ye.Şayîşa mirov a bingehîn û dawî ye. Ol tu carî tenê di yek saziyê de  bi temamî berceste nabe; lê di nav hemû afirandinên kulturî de, bi girêday mayîna bi armancên wan ên bigewde kirina yekûnîtiya wateyê ve, dibe teswîr û bireserîtiya dîmena kûrahiya hebûnê. Mirov di nav heyîbûna xwe ya fanî, nemayînde de ji alîyê tunebûnê ve her dem têt tehdît kirin.

Di nav van mercan de mirov janek pircûre dijî; wek encamek jêneger a çarenûsa xwe, dizane ku bi fanîtî û mirinê ve dê wateya ku wate dide hemû wateyan winda bike.  Ji bo rizgarbûna ji vê encamê rizgarbûna ji fanîtiyê pêwîst e: yanî Ya ku mirov nikare bike wek yekane çare dimîne li pêşya wî. Lê yekane çareya rast, xwe bi hebûnek raserê tunebûnê, hebûna ku tunebûn nikare wê tehdît bike ve girêdan e.Ol  kiryara yekbûnê ye. Yekbûna bi wê hebûnê ya xwedî bingeh û şîyana heyîbûnê, hebûn a raser û serwerê hemû hilikên ontolojîk, hebûn a bûrha afirandin û bûyînê ango hebûn a ku Xweda ye. 

Ol û bawerî di ramanên li jor hatin dayîn de, bi awayekî, di nav hevûdu de hatine helsegandin. Lê heke ji hêla armanc û fonksiyonên wan ve bêt nihêrin, dê were dîtin ku ol û bawerî du têgînên ji hevûdu cuda ne.

Bawerî; wek pêvajoyek pêjinî, hizirî ya li ser binateyek dervay berate-objeyên heyîtiyê pêkhatî, temtêlek e di qada xweparêzîyek ontolojîk de. Û her heyîyê xwedî heş (belkû jî xwedî can) kanek mihtemel e ji bo vê temtêlê.

Lê ol wek daxwaza ava kirina mitlaqîyetek nehej li ser dibetîyek mibhem-gumanek nepenî; angaştek taybet û spesîfîk e, ji aliyê kêm kesan ve hatiye-têt ceribandin. Ol kana agahî û peyama xwe dispêre «warek derxwezahî» û di vê çarçobeyê de, ji qad û qidûmê heş derdikeve derve. Lewra hukmê cîh û temtêla ku di navbera ”wehîy” «hinartdêr û hilgir» de dimîne û ”ewa” di vê navberê de diqewime qasî cîh û temtêlek ku qed tunebûye-tuneye û qasî ewa ku qed neqewimîye, bê hukm e ji bo derfet û taqeta têgihîştinê:ji ber ku bi navê heyîtiyê tu şop, lip, berate û peyd  bi vê bûyerê re tune ye. 

Ango ”gotin”ek ku şahidê rastîbûna wê disa ”gotinbêj” bi xwe tenê ye. Ol ew hilperîn e dike ku ji jîyîn- suxbêrîyek xweberane/subjektîf mitlaqîyetek nehej, hizirînek dogmatîk derbixe û angaşt, arguman û agahîyên wê wek wateya armanca heyîbûnê bên pejirandin, hebandin. Û dixwaze ku vê yekê wek yekane heqîqat bisepîne girseyê. Girseya ku di nav çetinî, dijwariya debar û deramet a ku geh ji ber bê behremendiya xwe, geh ji ber serkirdeyên civaka xwe ketiye nêv de, bi dayîna li pey tedarika xwerek û stariyê ve mehrûm dibe ji dem û derfetên mijûliya bi têgînên razber, têgihîştina mijarên binyadî têkel, venasîna hûrvebijêrne çalakiyên heşmendiyê û şopandina ramanê di nav hûr badek, kûr dîmenên wê de.

Ol di girseya binbandor kirîye de, her îtiraz, netêwîyek li hemberî xwe, wek mezintirîn tewan, gunehkarî pênase dike û mirovên ne ji îtîqada xwe mîna dojehî û deherandî/lenetîyan dide nîşandan bi peyrewên xwe. Ji ferdên civakek waha re fikar, pîvan û şayîşa jo bo zanîn, hînbûn û rastîyan, ne ku hewlên xwendin, hizirîn, lêgerîn, vekolînên pirceleb, azad û ne pêşindaraz in, lê naverok û bergeha ”Pêdaketin” a ku di heyam û deverê de herî zêde dem û ked lê hatîye suxwerandin dibe pîvan û çavkanîyek pîroz a heqîqatê.  Û civak di nav van merc û zirûfan de dibe qûç, loda nasnameyên di qalib û kirasên ol û îdeolojîyan de qerisî, û dûr ji kesayetên nasyar-berpirsyarê kûrahîyên êşa xwe nasînê.

Agahîyên dîrokê eşkere dikin ku ol jî wek hemû kar û bûyerne  mirov ên din ên e’lelade rûdaye, hatiye holê. Yanî ew e ku kîjan ”peyamek pîroz” gava hatiye raber kirin, bi şahîyek mezin nehatiye pêşwazî kirin ji aliyê wan kesan ve, heke ku ne bê parên dewlemendî, bextewarî, serdestî û serfiraziyên dem û devera xwe bûne. Bawer kirin bi tu olê bi girseyî pêk nehatiye bêyî ku şûr li pişt wê hatibin hejandin,nîşandan, û bêyî ku serkirdeyên desthilatdariyekî têkçûbin û an jî jê re mêldar bûbin, destûr dabin. Û sebaret ol; wek fermana bawer kirina bi «fermanên ji bal Xweda hatî» hate raber kirin şûnda, êdî dibe ew enstruman û darinde ku  desthilatdarî pê û li ser tên damezirandin. Ji ber van hemû sedeman ol ew fenomen e bi temamî ji têgîna bawerîyê vediqete.

Wek hate gotin bawerî di mekanîzma xweparêziya xweber/sûje yê de tedbîrek ontolojîk e. Mirov  xwe di nav jîyanê de, û bi awayekî hemû naveroka xwezayê jî, wek ”hatiye- têt kirin”ekî dibîne. Û ji vê rewşê re ” da kir- yê dide kirin” ekî sêwirîn; yekemîn û lezgîntirîn pêjin, temeyûl, helwest û biryar e di heş û gîyana mirovî de rûdide. Loma ye xweber/sûje qasî neçariya parastina heyîbûna xwe ya fîzîkî, hewcîye ku ji vê heyîbûna xwe re wate, nirx û amancek jî biafirîne. Lê ya ku netêgihîştbar û pê nayêt zanîn ew e ku  zindî  çima waha bi îştîyaq û tatêlek bê hûde gewre, jêneger ve xwe  bi zeliqandin girêdide heyîbûnê ya ku lê hatiye sepandin?

Ji bo wî dibe bengîtî û zewqek dewxbir tamijandina hebûnê, têde ”pêkarbûn” mezintirîn armanc û daxwaz e mirov hêç dikeve  -li pey- hilberandin, ragirtina heyîbûna xwe di nêv de. Kûrk a tevgerên wî, ji bin bi tatêla xwerekê ve, ji ser bi şayîşa pêkarbûnê ve têt ardû kirin, pêtên wê li ber hilm û baweşîna şehwetê digurgurin. Bi mirov re li hemberî ”zêdehêziyê”, çi fîzîkî be, çi bîrewerî, her tim temeyûl-reaqsiyoneke rêzgirtin, serîdanîn an jî raperîn, jêderbasbûnê hasil bûye-dibe.Hasilbûna vê temeyûlê di qada rûbirûtiya bi zêdehêziya dagirker a xwezayê re de, dîmen û temtêlek hêj girîft, têkel dixe nav heşmendiya helwest hildana li hemberî ”zêdehêziyê”. Li pêşberî pêjin-ponija kirde/hêzek qutîbir pêkar; di navbera serîdanîn, rêzgirtin û raperîn, jêderbasbûnê de lerizîn, keser, dudilî, bêbiryarî û çûyîn-hatinek trajîk e dîroka derûniya mirov.

Mirov di wê şuûrê de ye ku bingeha şapat, azar, rebenî û êşên wî, heyîbûna wî ya têkirde/pasif e. Dizane ku aramiya rasteqîn, rizgarbûna ji şapat, êş, jan û rebeniyê dikare hey li cem netêkirdebûnê hebe, pêjina vê kirdebûnê dike lê nikare têbigihîje ka çi ye-çawa ye ev kirde?  Di hilqûma van hizirînan de têgeha Xweda û bîrgeha keserek ji terkîba pêjin-ponijên sergirtî, têkel, veşartî û girîft çêbûyî dibe yek wate, tevlihev dibe. Canzerî û tengezarî ya ji ber pelixandin û terişandina bandora zagonên sirûştê, bi her binheşê, di nav mija tebeqeyên wê yên kûr,tarî û tên de, xewn û xeyalan daye-dide dîtin, kirin ji bo xwedîbûna li ”pêkarîyek” raserê bandora xwezayê.

Têgihîştin a ku li gorî wê, aramiya rasteqîn, rizgarbûna rast a ji rebeniyê dikare hey li cem ”kirde”bûnê mumkûn be,bê hemd û bi awayekî spontane ”keserek” «bibûna yê kirde-dide kirin» diniçilîne nav kûrahîya binheşê. Lê heşê ku, wek behreya hajdarbûna ji realîteya xwe, hem dibîne ku bi vê nepêkarî-têkirdetiya xwe ya qutîbir ve taleb-angaştek waha teribatî/hezeyan e, hem jî dixwaze bi ramana kirde/pêkariyek raser re têkiliyek jihevî, an jî jêbûn (aydîyet) ê dayne; vê keserê ditepisîne û dilqguhêzî dike. Bi vî hawî ji têkildarî-pevçûna di navbera heş û vê keserê de hizira ”hebûn”ek ku xwedî û xweda ye têt holê wek bihevkirinek zorane, sergirtî û bê îstiqrar.

Mirov di nav wê çarenûsa ku ji tîpên peyva têkoşîna hetahetayî  hatiye nivîsandin de ye. Û bi vê çarenûsê ve, heta hilm li ber can hebe, dê her tim hewl bide:lewra ya ku mirov li dû ye ew e ku ji lay bêdawîtiyê ve hatiye dagirtin û desteser kirin. 

Orhan Agirî  

05.02.2013

1- La Religion, Michaël Foessel.

2- Gai Savoir, F. Nietzsche

3- La Volonté de Puissance, F. Nietzsche

4-  Gai Savoir, F. Nietzsche

Bersivekê binivîsin