Dawî...

Destpêk > Felsefe > Zanistên Xwezayê

Zanistên Xwezayê
Parvebike!

Zanistên Xwezayê

Berevajiya avahiya (bastûra) zanistên fesalî ya zanistî û razber, zanistên xwezayê; bi rêya çavdêrî û ezmûnê, li bûyerên girgîn vedikolin. Zanistên Xwezayê jî, di nav xwe de dibine sê bêş.

A- Zanistên Fizîkê

B- Zanistên Erdê

C– Zanistên Jiyanê.

A- Zanistên Fizîkê

1- Fizîk: Li madeyê, tevger û vejenê (enerjîyê), vedikole.

2- Kîmya: Li bastura madeyê vedikole.

3- Ezmannasî : Li fezayê û rojgeran (rojgêran) vedikole.

B- Zanistên Erdê

1- Erdnasî (Jeolojî) : Li rûyê (qafikê) erdê vedikole.

2- Hewanasî (Meterolojî): Li hewayê, guherînên hewayî û li bûyerên ku li ezman (asîman) diqewimin vedikole.

3- Okyanûsnasî (Oşînografî): Li bûyerên ku di behr û okyunûsan de diqewimin vedikole.

4- Berbernasî (Mînerolojî): Li çavkaniyên ku di bin erdê de ne vedikole.

5- Fosîlnasî (Paleontolojî): Li fosîlan vedikole.

C- Zanistên Jiyanê

1- Bîyolojî

2- Zanistên Bijîşkî (Tip)

Taybetmendiyên Zanistên Xwezayê

1- Zanistên xwezayê, derheqê bûyerên girgîn (somut) û bûyerî (olgusal) de zanayîyê hildibirînin.

2- Zanistên xwezayê dema ku zanayîyê hildibirînin, xwe disperin têkiliya sedem-encamê û vê yekê, wek bingeh dibînin.

3- Zanistên xwezayê dixwazin ku xwe bigihînin zagonên tevayî (tumel) û misoger.

4- Rêbaza wan ya ku bikar tînin, enduksîyon e.

5- Ji ber bikaranîna enduksîyonê, encamên ku têne bi dest xistin, bi tenê dibetîya (îhtîmala) wan bilind e.

6- Zanistên xwezayê, ji ber ku encamên dibetîya wan bilind hildibirînin; pêşnîyarên zanistî, dikarin rojekî çewt werin derxistin û pûç bibin.

7- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin ezmûn û çavdêrîyê û ev yek, ji bo meşrûîyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku, zagonên wan ji alîyê gelek kesan ve têne pejirandin.

8- Zanistên xwezayê ji yekanîyê (yekhejmar, tekanî, tekîl) ve dest pê dikin û ber bi tevayîyê (tumelê) ve dimeşin.

9- Zanistên xwezayê prensîba determînîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîbê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 03 Dec 2013 20:00

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)