Zanistên Mirovî

Zanistên Mirovî

Zanistên Mirovî (Zanistên Beşerî)

Dîrok, civaknasî, psîkolojî û mirovnasî (antropolojî), wek “zanistên mirovî” tên bi nav kirin. Di dîrokê de, zanistên mirovî piştî Şoreşa Sanayîyê gihêjtine serxwebûna xwe û wek zanistên serbixwe derketine qada zanistan. Di wê dewrê de wiha hatiye parastin ku rêbaza pozitivîst, dikare bibe rêbaza zanistên mirovî jî û bi vê yekê, mirov dikare di mijarên mirovî û civakî de jî, encamên ku dibetîya wan bilind in werin bi dest xistin. Lê ji ber ku zanistên mirovî ji zanistên xwezayê bi awayekî berbiçav cewaz bûn, wan jî li gor cîhêrengiya xwe hindek rêbazan afirandin û ev rêbaz bi demê re hatine bikar anîn.

Taybetmendiyên Zanistên Mirovî

1- Mijarên zanistên mirovî, tevgerên mirovî ne û zanistên mirovî xwe dispêrin van tevgeran. Ev tevger jî dibe ku wek şer û koç kirin; bûyerên dîrokî û civakî bin û dibe ku wek zêhn, kesayetî û guncanîya civakî, wesfên takeksî bin jî.

2- Di zanistên civakî de çavdêrî (gozlem) kêm tê bikar anîn û ezmûn (deney) jî, bi tu awayî nayê bikar anîn. Bûyerên mirovî di dîrokê de carekî diqewinin û kes nikare di loboratuvaran de wan carekê din dubare bike.

3- Di zanistên mirovî de rêbaza bingehîn “rêbaza têgihîştinê” ye. Ev rêbaz, ji layê Wilhelm Dilthey (1833-1911) ve hatiye pêşniyar kirin. Ji ber ku mirov heyînek çalak e û her tevgereka mirov wateyeka wê heye; tevgerên mirovî jî ancax bi têgihîştinê dikarin werin fêhm kirin.

4- Di zanistên mirovî de, wek zanistên xwezayê; mirov nikare xwe bigîhîne zagonên misoger. Lewra mirov xwedîhiş û xwedîîrade ye û wekî wanekên di xwezayê de tevnegare. Lewma jî di zanistên mirovî de, mirov dikare bibêje ku zagonên xwedîwesfên gelemper hene. Wek mînak: Îbnî Haldûn gotiye ku civak di pêvajoyên zayîn, pêşveçûn û hilweşînê de derbas dibin. Lê îro, ji aliyê gelek hêlan ve mirov dikare vê zagonê rexne bike. Ji ber vê yekê jî, mirov vê zagonê nikare wek zagoneke ku wê her dem derbaddar e bipejirîne.

5- Di zanistên mirovî de jî, wek zanistên xwezayê; carinan têkiliya sedem-encamê tê bikar anîn. Lê ev yek, her dem encamên rast nadin mirov.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin