Zanista Şûnwarnasiyê

Zanista Şûnwarnasiyê

Zanista Şûnwarnasiyê 

Kevnarezanî [Arkeolojî] an jî şûnwarnasî, zanistek e û li hemû tiştên ku ji destên mirovan derketine û li ser wan ked û xebatek pêk hatiye, vedikole. Ji pevgîhana peyvên archaios û logia ên yewnanî pêk hatiye û ji xwe di wateya vekolandina rabirdûyê de ye. 

Arkeolojî di nav xwe de gelek şaxên zanistî ên cihêreng dihewîne. Di nav van şaxan de mirov dikare şaxên wek Kevnarezanîya Berîya Dîrokê (Prohistorya), Kevnarezanîya Klasîk, Kevnarezanîya Asyaya Pêşîn, Kevnarezanîya Misrê, Kevnarezanîya Tewratê û Kevnarezanîya Serdema Navîn bihejmêre. 

Kevnarezanî (Arkeolojî) girîngiya xwe her didomîne. Çimku bi saya arkeolojîyê, zanyar xwe digihînin zanayiyên beriya dîroka nivîsandî û zanayiyên piştî dîroka nivîsandî. 

Pêzanên vê zanistê ku bi kevnarezan (şûnwarnas, arkeelog) têne bi nav kirin, li jêmayên dîrokî vedikolin (tişt, halet, alav, xanî, avahî û hwd.) û derheqê jiyana mirovên kevin (berê) de xwe digihînin zanayiyan. Arkeolog axlebê, li şûnwaran (li jiyangehên kevin) kolanan dikin û jêmayan derdixin holê. 

Dema ku bajarên (bajar, bajarok, gund û hwd.) hildiweşin û nema jiyana mirovî li wan deran tê dîtin; wê demê li ser erdê wan deran, hindek bajarên nû têne avakirin û ên kevin jî, di bin axê de dimînin. Jêmayên berê jî (kelpîç) bi demê re dibin gir. 

Ev gir li Kurdistanê wek “Şûnwar” (jêmageh- gir), li Tirkiyeyê “Hoyuk,” li Yewnanîstanê “Magula”, li Rojhilatanêzîk “Tell” û li Îranê wek “Teppe” têne bi nav kirin. Li Kurdistanê “Girê Navokê- Gobeklî Tepe-li Kurdistana Bakûr” û li Tirkiyeyê jî “Alacahoyuk- Çorum” şûnwar in. 

Lê hemû wargehên arkeolojîk, ne şûnwar in. Şikeft, deşt û bajarên antîk jî wargehên vekolandina arkeolojîyê ne. Arkeolojîya berîya dîrokê, li dewrên berîya nivîsê vedikole û ev xebat, bi girîngiyeke mezin têne bi rê ve birin. 

Jêmayên berîya dîrokê ên wek qir û qaf, (çanak û çomlek) perçe û piçikên ceran, alavên kevirî, jêmayên avahîyan û an jî, jêmayên organîk, gelekî girîng têne dîtin. 

Arkeolojî Li Çî Vedikole? 

Ji heyamên kevin, gelek belgeyên nivîskî xwe gihandine heta roja me ya îroyîn. Lê pirrraniya van belgeyan mirov dikare bibêje ku li ser zagon, bac, rê û rêzikên olî, gotinên li ser şah û wezîra ne. 

Bi tenê bi lêhûrbûna van belgeyan, mirov nikare xwe bigihîne awa û şeklên jiyana wan serdeman. Lê bi saya kolandinên arkeolojîk, jêmayên qesran, sarayên qralan, gor û perestgehên wan, dertên holê û mirov jiyana wê demê bêtir fêr dibe. 

Pramîdên li Meksîqa û Misrê, Akropola li Yewnanîstanê, demeka dirêj e ku gelekî bala mirovan dikşînin. Hindek mirovan jî, qîma xwe bi tenê bi temaşekirina van avahiyan neanîne û dest bi vekolandina van avahiyan kirine. 

Ev rûdan, bû destpêka derketina holê ya arkeolojîyê. Ev mirovên meraqdar ên pêşîn, arkeolog (kevnarezan) in. Mirov dikare bibêje ta radeyekî vekolandina avahiyeka li ser erdê (axê) dibe ku hêsan be. Lê vekolandina avahiyeka di bin axê de, ne hewqas hêsan e. 

Di destpêkê de pêwîst e avahiyên di bin axê de werin destnîşankirin. Carina di zevîyekî de dîtina perçeyekê şikestî ê cerekî jî, dibe gava yekemîn ya kolandina wê zevîyê. 

Di roja me de kevnarezan ji wêneyên ku bi firokeyan têne kişandin sûd werdigrin. Şekl û awayê mezinbûna hilberên di zevîyan de jî, carinan hinek fikran dide kevnarezanan. 

Girîngiya Destnîşankirina Dîrok Û Serdeman 

Ji xebatên arkeologan ên girîng yek jî, destnîşankirina dîroka (tarîxa) jêmaya ye. Divê di destpêkê de kevnarezan pê bizanibin û destnîşan bikin, ka ew jêma, ji kîjan serdemê de (çerxê de, heyamê de, wextê de) hatiye çêkirin. 

Hindek caran, hebûna belgeyên nivîskî karê kevnarezanan hêsan dike. Lê dema ku belge tunebin, wêdemê destnîşankirina tarîxa wê jêmayê gelekî zehmet e. 

Dewrên beriya dîrokê, ku kevnarezan di dema destnîşankirina dîroka jêmayê de bikar tînin; yekemîn car ji aliyê kevnarezanekî danîmarkî ve hatine dabeşandin. (senifandin). Ev dewra berîya dîroka nivîsandî (nivîskî) bi navê Prehistoryayê hatiye bi nav kirin. 

Di “Serdema Kevir” de ku dewra yekemîn e, mirovan ji kevirên çaqmakan halet û çekan çêkirine. Halet û çek, dema ku ji tuncê hatine çêkirin; ji vê dewrê re jî “Serdema Tunc” hatiye gotin. 

Serdema (dewra) dawî ya ku hesin hatiye bikar anîn jî, “Serdema Hesin” e. Kevnarezaneyên hemdem, van sê serdeman jî, di nav xwe de wek dewrên kurt dabeşandine. 

Dema kevnarezaneyek serdema (wextê çêkirina) jêmayekî destnîşan dike jî, hê karê wî temam nabe. 

Çimku divê ew, dîroka wê jî destnîşan bike û bizanibe ka ev jêma di kîjan tarîxê de hatiye çêkirin. Çimku dema li herêmekî kevir dihatin bikar anîn, li herêmeka din hatiye destnîşankirin ku tunc jî hatiye bikaranîn. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin