Zanayiya Zanistî û Rêbazên Wê

Zanayiya Zanistî û Rêbazên Wê

Zanayiya Zanistî û Rêbazên Wê 

Zanayiya zanistî/ilmî zanayiyeke sîstematîk û xwedîrêbaz e. Di vê zanayiyê de aqlê mirovî, xwe dispêre çavdêrî û ezmûnê û derheqê civak, mirov û xwezayê de, bi vî awayî zanayiyan hildiberîne. Zanayiya zanistî, çavdêrî û ezmûnê/deneyê bikar tîne, zanayiyek hevgirtî û mantiqî (bivac, bimantiq) ye û bi rêya ezmûnê/deneyê jî dikare were venihêrtin. Lewma jî zanayiya zanistî, ji hêla mantiqê ve lihevkirî, ji nakokiyan dûr û zanayiyek amizgerê nesneya xwe ye.

Gelek taybetmendiyên zanayiya zanistî hene, ku her yek ji ya din girîngtir e…

1- Zanayiya zanistî, xwe dispêre aqil. Zanayiya zanistî bi awayekî teqez, xwe dispêre aqil û zanayieyek amizgerê aqil e. Zanayiya zanistî çawa ku çavdêrî û ezmûnê bikar tîne; wisa jî zanayieyek hevgirtî, sîstematîk û mantiqî ye. Herweha ev zanayî, ji nakokiyan dûr e û mirov dikare bibêje ku amizgerê nesneya xwe ye jî.

2- Zanayiya zanistî xwe bisînor dike û bi vî awayî qada xwe destnîşan dike: Zanist, berevajiya felsefeyê, qada ku wê lê bixebite destnîşan dike û babeta xwe jî, di nav sînorên kifş de dihêle. Herweha zanist lêkolîn û dozîneyên (teorî, quram) xwe jî, li gor vê yekê pêk tîne. Ango, determînîst e. Wek mînakeke: Fizîkzanek divê li ser cîhana fizikî lêkolînan bike û wisa serberdayî, divê xwe bernede qada kîmya û biyolojiyê. Lê ev yek nayê wê maneyê ku dema pêwîst be, fizikzan wê bi kimyagerekî nekeve hevkariyê.

3- Zanayiya zanistî xwedîrêbaz e: Zanayîya zanistî li gor rêbazekî/azîneyekî tê hilberandin. Ev rêbaz jî, çend gihanekan di hundirê xwe de diguncîne.

A- Pêkanîna Hîpotezê: Her xebateka zanistî, di derbarê mijara xwe de, hewcedarê hîpotezekî/rawêjekî ye, ku ev hîpotez bikaribe were rastandin û bibe zanayyek. Wekî mînakekî: Leza ketina cisîman li gor giraniya wan, cihêrengiyeke nîşan dide û hwd.

B- Rastandin: Hîpoteza ku tê parastin û derketiye holê, bi rêya çavdêrî û ezmûnan, tê ceribandin. Bi vê yekê re jî, hewl didin ku hîpoteza li holê ye were rastandin. Hege encamên çewt derkevin, wê demê hîpotez tê nûkirin/dubarekirin, yan jî şert û mercên ezmûnê cardin têne sererastkirin. Herweha hîpotezek dema ku dibe zagonek zanistî jî, her dem tê ceribandin û encamên wê têne nîrxandin, ka çewtiyek pêk hatiye yan na? Wekî mînakekî: Cisîmên ku xwediyê giraniyên cîhêreng in, di pergalek bêxwetêdan (bêlêketin- surtunmesîz) de, di zemanên cihêreng de terayê erdê dibin. (Divê em bala xwe baş bidinê ku ev zanayî li gor zanayiya jor, hatiye sererastkirin.)

C- Pêkanîna Dozîneyê/Pêkanîna Quramê: Hîpoteza ku hatiye pêşkêşkirin û encamên ku di dawiya rastandina wê hîpotezê de hatine bidestxistin, wisa tê kirin ku hemû bûyerên bi vî rengî biguncîne û bibe dozîneyek/quramek gelemperî. Dozîne hewl dide ku hemû bûyerên bi vî rengî şirove bike, ku ew bi rêya ezmûnê hê ne hatibin ceribandin jî. Dozîne, bi awayekî teqez ne rast in û dikarin werin pûçkirin. Wekî mînakekî: Kopernîk di dozîneya xwe de, ku ev dozîne piştra bi navê Şoreşa Kopernîk hate bi nav kirin; ramana dinya navenda gerdûnê ye pûç derxist û di dozîneya xwe de destnîşan kir ku Roj navenda gerdûnê ye. Lê em îro diznin ku wek sîstema rojê, gelek sîstemên din di gerdûnê de hene û dinya me jî, di nav sîstema rojê de ye.

D- Zagon: Zagona zanistî, derheqê mijarekî de rastiya teqez û naguher e. Dema ku dozîne û hîpotezên ku di nav wan dozîneyan de ne, bi tu awayî nikaribin werin pûçkirin; wê demê zagon dertêne holê. Wekî mînakekî: Zagonên kêşanê yên Newton îro jî derbasdar in û li gor vê rewşê, mirov dikare bibêje ku wê wisa jî bimînin.

4- Zanayiya Zanistî, zanayiyek nesnel (objektîf- heyberî, wanekî) e: Taybetmendiya herî girîng ya zanayiya zanistî, bêterefgiriya/neterfgiriya wê ye. Zanayiya zanistî, zanayiyek nesnel e û girêdayê nesneya xwe ye. Zanyar (zilamê zanist), dema ku li mijarek zanistî vedikole, berî her tiştî divê ew pêşdaraz, bawerî, nêrînên xwe yên şexsî û hwd. deyne alîyekî û wisa xwe nêzîkê babeta xwe bike. Ev yek, ji aliyê etîka zanistî ve; tiştekî bivênevê ye. Zanyar, beriya her tiştî divê li bersiva pirsa ‘Çawa?’ bigere û bi awayekî bêteref, divê li bersiva vê pirsê bigere. Herweha encam çi be bila be, çawa be bila be; divê wisa jî werin pêşkêşkirin û pejirandin.

Nabe ku zanyar li encamên li gor dilê xwe bigere, an jî li ser encaman bileyîze. Tiştekî bi vî rengî, derê etîka zanistî ye û tu carê nayê pejirandin. Ev yek, di heman demê de nîrxeke exlaqî ya zanyara ye jî.

5- Zanayiya zanistî xwe dispêre têkiliya sedem-encamê: Zanist, têkiliyên di navbera bûyeran de, li gor têkiliya sedem-encamê şirove dike. Ger em bizanibin ji du bûyeran kîjan sedem û kîjan encam e, wê demê pêbaweriya me ya di vê xalê de; wê zêdetir bibe û wê em ê bikaribin bi awayekî hêsantir wan biceribînin. Bi vê yekê jî, asta rasteqîniya (rastiya) wê zanayiya ku hatiye hilberandin, wê bilintir jî bibe. Lewra ev têkilî wiha dike ku zagonên serwer, yên ku bûyeran bi rê ve dibin, derkevin holê.

6- Zanayiya zanistî, li ser hev dicive û wisa jî bi pêş ve diçe: Zanist, di rastiya xwe de ew pêvajo ye ku bi mirov re dest pê kiriye. Mirovên pêşîn dema ku ji bo hêsankirina jiyana xwe navgînan çêdikirin, bi awayekî hişdar yan jî bêhiş, ji prensîbên zanistî sûd werdigirtin. Berfirehbûn û pêşveçûna zanistî ya ku em di roja me îroyîn de xwediyê wê ne, hê di wan rojan de dest pê kiriye, zanayî li ser hev kom bûye û xwe gihandiye ta roja me. Ango, zanyar her dem ji xebatên berê en zanistî sûd werdigrin û bi vê yekê, xebatên xwe xurttir û berfirehtir dikin.

Ji ber vê yekê jî, zanyarek dema ku dest bi xebata xwe dike, hewce nabîne ku hemû zagon û xebatên berê cardin raçav bike, an jî cardin biceribîne. Ger vê yekê bixwaze jî, mirov nikare bibêje ku wê imrê wî têra vê yekê bike. Wekî mînakekî: Gerieke (1602- 1686) bi alîkariya kureyeka ji gogirdê (kukurdê-kewkurdê), jeneratora yekemîn îcad kiribû. Lê di dema pêkanîna vê yekê de, mirov dikare bibêje ku ew neçûye dema beriya zayînê; dema Thales û zagonên kêşanê ji nû ve neceribandiye.

Di dewsa vê yekê de, ji xebatên Gilbert (1544- 1603) sûd wergirtiye û ji niqteya ku Gilbert heta wir hatibû berdewam kiriye. Gilbert pêderxistibû ku behreya/qabiliyeta kêşanê, di madeyên wek; çam, gogird û mistekê (benîştê daran, reçîne) de jî heye.

7- Zanayiya zanistî, bi encamên xwe re dibe zanayiyek gerdûnî: Encamên zanistî, tenê ne ji bo derekî/warekî, yan zemanekî ne. Ew ji bo hemû derî û demî ne. Encamên zanistî, li hemû deran dikarin werin rastandin û ev yek jî, wiha dike ku ev encam, bibin encamên gerdûnî. Wekî mînakekî: Av, dema ku mirov agir bide binê; di 100 dereceyan de dikele. Ev encam, li Kurdistanê jî wiha ye û li Afrîqayê jî wiha ye. Axire, vê zanayiyê mirov dikare gelemper bike û bibêje ku ‘av, li hemû dera dinyayê, di 100 dereceyan de dikele.’

8- Zanayiya zanistî, hezr/texmîn dike: Rastiyên (rasteqîniyên- zanayiyên) zanistî, wiha dikin ku em hem ji bo paşerojê (siberojê- diwarojê) û hem jî ji bo pêşerojê/rabirduyê texmînan bikin. Mesela hege em bi leza dinyayê bizanibin, wê demê em dikarin di vê babetê de çend texmînan bikin û leza dinyayê ya zivirînê, ya piştî 10 salan jî hesab bikin. Hezr kirin, hem ji bo paşerojê û hem jî ji bo pêşerojê dikare were bikaranîn.

Wekî mînakekî: Bi salan, li nêzîkê girava Bermûdayê sedema terabûna firok û nokbûna keştiyan, nikaribûn werin şirovekirin. Lê hindek vekolanên dawî yên di vê babetê de, destnîşan dikin ku sedema vê bûyerê; dibe ku kevzeka ku bilez mezin dibe û hemû tiştên ku di deryayê/behrê de ne zû bi zû diveşêre be.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.03.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/zanayiya-zanisti.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin