Dawî...

Destpêk > Nivîs > Ferhenga Felsefeyê > Zanayiya Zanistî

Zanayiya Zanistî
Parvebike!

Zanayiya Zanistî

Zanayiya sîstematîk û xwedîrêbaz e. Di vê zanayîyê de aqlê mirov xwe dispêre çavdêrî û ezmûnê û derheqê civak, mirov û xwezayê de, zanayîyê hildiberîne. Zanayîya zanistî çavdêrî û deneyê bikar tîne, zanayîyek hevgirtî û mantiqî (bivac, bimantiq) ye û bi rêya ezmûnê (deneyê) dikare were venihêrtin. Lewma jî zanayîya zanistî, ji hêla mantiqê ve lihevkirî, ji nakokîyê dûr û zanayîyek amizgerê nesneya xwe ye.

Gelek taybetmendiyên zanayîya zanistî hene, ku her yek ji ya din girîngtir e.

A- Zanayîya zanistî xwe dispêre aqil.

B– Zanayîya zanistî xwe bisînor dike û bi vî awayî qada xwe destnîşan dike.

C- Zanayîya zanistî xwedîrêbaz e. Zanayîya zanistî li gor rêbazekî/ azîneyekî tê hilberandin.

D– Zanayîya Zanistî, zanayîyek nesnel (objektîf- heyberî, wanekî) e.

E- Zanayîya Zanistî xwe dispêre têkilîya sedem-encamê.

F- Zanayîya zanistî, li ser hev dicive û wisa jî bi pêş ve diçe.

G– Zanayîya zanistî, bi encamên xwe re dibe zanayîyek gerdûnî.

H- Zanayîya zanistî, hezr (texmîn) dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 22 Nov 2013 3:24

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)