Zanayiya Teknîkî

Zanayiya Teknîkî

Zanayiya Teknîkî 

Têkoşîna mirov ya li hemberê xwezayê, ji destpêkê ve didome û bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev têkoşîn, hêjî berdewam e. Ji destpêkê ve, xwezayê zehmetîyan derxistiye pêşîya mirovan û mirovan jî, bi rêya bikaranîna aqil û behreya (qabiliyeta) xwe haletan îcad kirine û bi rêya van haletan, bûne serwerê xwazayê. Teknîk, di rêya têkoşîna li hember xwezayê de, navgîna herî girîng e. Peyva teknîkê, ji techneya yewnanî tê û di wateya hunerwerî û hunerê de ye. 

Li gor vê yekê teknîk, bi xêra behreya mirovî û navgînan, bi armanca bikaranînê; veguherandina kirarîya (îşlema) kereseya (malzemeya) ye. Bi vê yekê ve girêdayî, mirov dikare bibêje ku teknîk, ji bo hilberandinê ye. Bi armanca hilberandinê, bikaranîna (bicîanîna) zanayîya zanistî ye. Di vê yekê de armanc, hêsankirina jiyana mirovî ye. Di zanayîya teknîkî de kirde (ozne, mirov), daneyên ku xêra zanayîyên zanistî têne bidestxistin bi kar tîne û zanayîyê hildiberîne. 

Wek mînak: Hege ramanên ku şilahî di nav beroşek devdadayî de ye guşarê (pesto, palepesto, fişar, tazyîk, basinç) pêk tîne tunebûna, mirovan nikaribûn wan makîneyên ku bi enerjîya guşarê dişuxulin îcad bikirana. Nexwe, mirov dikare bibêje ku di navbera zanist û teknîkê de têkîliyeka jidyayî heye. Di destpêkê de ev têkilî ji zanistê ber bi teknîkê ve bû, lê di roja me de bi saya berfirehbûna teknîkê, ev tekilî bûye têkiliyek dualî. Ango, herdu jî di bin bandora hevdu de ne. 

Di roja me ya îroyîn de daneyên ku di zanayîyê de têne hilberandin, di teknolojîyê de têne hilberandin û ji pêşveçûna teknolojîyê jî, zanist sûd werdigire. Wek mînak: Bi xêra zanayîyên fizîkê ên di babeta ragihbaran (veguhêzbar, îletken) de compitur hatine hilberandin, van compituran jî wiha kiriye ku di zanistê de pêşveçûnên girîng derkevin holê.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin