Dawî...

Destpêk > Nivîs > Ferhenga Felsefeyê > Zanayiya Teknîkî

Zanayiya Teknîkî
Parvebike!

Zanayiya Teknîkî

Têkoşîna mirov ya li hemberê xwezayê, ji destpêkê ve didome û bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev têkoşîn, hêjî berdewam e. Ji destpêkê ve, xwezayê zehmetîyan derxistiye pêşîya mirovan û mirovan jî, bi rêya bikaranîna aqil û behreya (qabiliyeta) xwe haletan îcad kirine û bi rêya van haletan, bûne serwerê xwazayê. Teknîk, di rêya têkoşîna li hember xwezayê de, navgîna herî girîng e.

Peyva teknîkê, ji techneya yewnanî tê û di wateya hunerwerî û hunerê de ye. Li gor vê yekê teknîk, bi xêra behreya mirovî û navgînan, bi armanca bikaranînê; veguherandina kirarîya (îşlema) kereseya (malzemeya) ye.

Bi vê yekê ve girêdayî, mirov dikare bibêje ku teknîk, ji bo hilberandinê ye. Bi armanca hilberandinê, bikaranîna (bicîanîna) zanayîya zanistî ye.

Di vê yekê de armanc, hêsankirina jiyana mirovî ye. Di zanayîya teknîkî de kirde (ozne, mirov), daneyên ku xêra zanayîyên zanistî têne bidestxistin bi kar tîne û zanayîyê hildiberîne.

Wek mînak: Hege ramanên ku şilahî di nav beroşek devdadayî de ye guşarê (pesto, palepesto, fişar, tazyîk, basinç) pêk tîne tunebûna, mirovan nikaribûn wan makîneyên ku bi enerjîya guşarê dişuxulin îcad bikirana.

Ali Gurdilî

[email protected]

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 22 Nov 2013 3:44

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)