Zanayiya Hunerî

Zanayiya Hunerî

Zanayiya Hunerî    

Huner; bi awayekî estetikî û bi şeklên cîhêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng, şekildan û dîmendarkirina yên spehî ye. Mesela wêneyeka wênesazekî, helbesteka helbestvanekî, romaneka nivîskarekî, bûyera hunerî ye. Di vê afirandinê de, em dibînin ku estetîk û spehîtî, dertêne pêş. Hilberandina hunerî, bi awayekî kûr; bi têgihiştina gerdûn û jiyanê re têkildar e. Ev têgihiştina kûr, ji ber ku xwe dispêre hest, coşî û ferasetê (sezgîyê); ji felsefe û zanistê cihêreng e. Lê ji ber ku tiştên ku di xwezayê de dide dest û ji wanan, li gor awira xwe tiştekî nû diafirîne; xwediyê taybetmendiyek kirdewar (oznel) e û bi vê yekê jî, dişibe felsefeyê. Herweha di heman babetê de jî, du hunermend dikarin rabin û du hilberên cihêreng hilberînin. Bi vê yekê re jî, qadeka kirdewar e. Dîsa mirov dikare bibêje ku, ji bo huner û teknîkê jî hunerwerîyek divê û ev yek jî, taybetmendiyeka huner û teknîkê ya hevpar e. Ji bilî vê yekê, divê em ji bîr ku di roja me de hilberînên teknolojîk; ji bo ku bikaribin baş werin firotin, pêdiviya wan bi estetîk û pêşnûmayê jî heye. 

Zanayîya hunerî, ji têkiliya ku di navbera hunermend û nesneya wî de heye, dertê holê. Hunermend, hest û feraseta xwe tevlî nesneya xwe dike û bi hostetî û marîfet, berhemekî hildiberîne. Di vir de, divê em bibêjin ku xwederbirîna hunermend; ji felsefe, teknîk û zanistê, cihêreng e. Hunermend carinan bi firça xwe, carinan bi casê, carinan jî bi mermerê; hest û feraseta xwe, radixe holê. 

Di vê wateyê de huner, bi xwezayê re; her dem di nav dijberîyekê de ye. Herçiqas hunermend malzemeya xwe ji xwezayê bigre jî, wesf, rûçik an jî taybetmendiyeke ku têde tune dide wê û bi vê yekê re jî, estetîk û spehîtî jî tevlî vê pêvajoyê dibe. Zanayîya hunerî, xwediyê hêleka ecibandinê ye jî. Lewra berhema hunerî, her dem dertê pêşiya temaşevan/guhdarvanan û bi ecibandinekê tê pêşwazîkirin. Kesê ku rastê berhema hunerî dibe, dibe ku hem jî aliyê hest û hem jî ji aliyê zêhnî ve, ber bi asoyên nû ve here. Bi vê yekê re ew şexs, dibe xwediyê awir û têgihiştineke nû û zêdetir bi pêş ve diçe.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin