Taybetmendiyên Zanayiya Felsefî

Taybetmendiyên Zanayiya Felsefî

Taybetmendiyên Zanayiya Felsefî  

Zanayiya felsefî, di encama têkiliya fîlozof û nesneya wî/wê de dertê holê. Fîlozof berê her tiştî dixwaze ku pê (bi wanekê, bi nesneyê) bizanibe û bi vê helwesta xwe nêzîkê babeta xwe dike. Zanayî jî, wê di dawiya vê têkilîyê de wek hilberekê derkeve holê.

Taybetmendiyên Zanayiya Felsefî

1- Zanayiya felsefî rasyonel/mantiqî ye: Zanayiya felsefî, mantiqî ye. Nivîsareka felsefî, beriya her tiştî divê li gor mantiqê be û mantiqî be. Di naveroka xwe de, divê tu nakokiyan nehewîne.

2- Zanayiya felsefî birêkûpêk/bisîstem e: Zanayiya felsefî, ji hêla mantiqê ve dişibe karê honandinê. Fîlozof, ramanên xwe bi awayekî hûr û kûr; ji tevayiyê (deduksiyonê) dest pê dike û bi awayê pêşniyaran pêşkêş dike. Ji van pêşniyaran jî, xwe digihîne encaman. Encama ku ji layê fîlozof ve hatiye bidestxistin, ji bo têgînîkirinê yan jî ji bo fikrekî din; vediguhere pêşniyareka serdestpêk û heta ku digihêje pêşniyara dawî, bi vî awayî berdewam dike.

3- Zanayiya felsefî zanayiyek hevgirtî ye: Zanayiya felsefî, ji ber avahiya xwe ya mantiqî û rêkûpêk, divê hevgirtî be jî. Ramanên ku tênê pêşkêş kirin, divê hevdu çewt dernexin û bikaribin hevdu temam jî bikin. Ramanên bi hevdu re negirêdayî, yên derheqê heyînê de; ji bilî felsefeyê, mirov dikare bibêje ku wê ew ancax di asta ceribandinê de bimînin.

4- Zanayiya felsefî, zanayiyek tevdeyî ye: Zanayiya felsefî, derheqê tekaneyan (yekhejmar-tekîl) de fikrên xwe nabêje. Ango, ji bo felsefeyê yeko yeko wesfên daran, di rêza duyemîn de ye. Ji bo felsefeyê ew wesfên ku hemû daran dikin dar, girîng in. Lewma jî felsefe, ji me re yeko yeko behsa taybetmendiyên her darekî nake. Lê, di derheqê hemû daran de bi nêzîkayîtêdanek tevdeyî, dikare hindek zanayiyan bide me.

5- Zanayiya felsefî, zanayiyek razber/nedîtbar e: Zanayiya felsefî, di nav hewl dana bi awayekî gelemper/tevdeyî de, bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) dertê holê. Pirsa felsefeyê ‘çi?’ ye. Ango ji bo felsefeyê ne dar, lê daristan girîng e. Felsefe dibêje; ‘çawa dibe ku em ji vê nesneyê re dibêjin dar?’ Ji bo felsefeyê, ya girîng ev e. Piştî vê yekê, ew taybetmendiyên ku daran dikin dar, ew êdî ne taybetmendiyên yek darekî ne; ew vediguherine taybetmendiyên hemû daran. Ev yek jî, taybetmendiya zanayiya felsefî ya ‘razberbûnê’ ye.

6- Zanayiya felsefî ji bo fikrên din jî dibin bingeh: Di dema hilberandina zanayiya felsefî de, fîlozof bala xwe didinê ku fikrên wan, ji bo fikrên din jî, bikaribin bibin bingeh.

7- Zanayiya felsefî, zanayiyek kirdewar e û ne misoger e. Zanayiya felsefî, wek misogeriya zanistan; ne xwediyê misogeriyekî ye. Felsefe, tu caran nakeve lêkolîna misogeriyê û helwesteka wê, ya wiha jî tune. Felsefe di tu mijaran de, gotina xwe ya dawî nabêje û derdekî wê ya bi vî rengî jî tune. Zanayiya felsefî ji ber ku ji layê fîlozofan ve tê hilberandin û ramanên her fîlozofekê ji yê din cihêwaz e, ji misogeriyê dûr e û zanayiyek kirdewar e.

8- Zanayiya felsefî tiştên ku divê pêk werin dibêje: Ev yek, taybetmendiyeka girîng ya zanayiya felsefî ye. Zanayiya felsefî, her dem ne tiştên ku hene, lê tiştên ku divê hebin dibêje.

9- Zanayiya felsefî têgînî/kavramsal e: Fîlozof, têgînan/têgehan hildiberîne û li hawirdora wî/wê, têgîn her dem ne amade ne. Fîlozof bi awayekî cihêreng xwe nêzîkê têgehekî dike ku, ev helwesta wî wiha dike ku ew têgeh, ji nav loda têgehên ji rêzê derdikeve. Mesela têgeha <hilik- oz> ya Arîstoteles, <îdeaya> Platon, <cogitoya> Descartes û <geîsta- rih, giyana> Hegel, bi vî awayî ne.

10- Zanayiya felsefî, şopên dema xwe dihewîne: Di ramanên her fîlozofekî de, şopên dema wî hene. Lewra fîlozof jî di civakekî de dijî, bandorê li civaka xwe dike û dikare di bin bandora civaka xwe de jî bimîne.

11- Zanayiya felsefî li ser hev dicive: Zanayiya felsefî, wek zanayiya zanistî bi pêş ve naçe, ancax dikare li ser hevdu bicive. Wek mînak: Zanyarek, dema ku li ser kêşanê ezmûnekî pêk tîne; ranabe hemû zagonên kêşanê ji nû ve îcad nake /naceribîne; ew wek zagon ji xwe hene û zanyar, bi tenê wan bikar tîne. Lê fîlozof, ji bo ku bikaribe berhemek xweser biafirîne û awira xwe nîşan bide; divê ew serî li hemû zanayiyên ku bi mijara wî re têkildar in bide û bi vî awayî, dîtina xwe pêşkêş bike. Dubarekirina hindek zanayiyan jî, tu kesî nake fîlozof.

12- Zanayiya felsefî bi pirsên xwe gerdûnî ye: Zanayiya felsefî bi pirsên xwe yên ku li benda bersivdanê ne re, dibe zanayiyek gerdûnî. Her fîlozofek li gor awira xwe pirsekî peyda kiriye û li bersiva wê pirsê gerîyaye. Helbet, bersiv jî girîng in. Lê pirsên fîlozofan, ji dema xwe derbas bûne û bûne wek pirsên ji bo hemû dewr û dewranan. Mesela di felsefeya Kant de, pirsa <zêhna mirov, gelo dikare bi çî bizanibe?> girîng e û mirovî dikare bibêje ku girîngiya vê pirsê hê jî berdewam e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

25.03.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/zanayiya-felsefi.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin