Zanayî Gengaz E Gelo? Nêrîna Gumanber û Dogmatîkan

Zanayî Gengaz E Gelo? Nêrîna Gumanber û Dogmatîkan

Zanayî Gengaz E Gelo? Nêrîna Gumanber û Dogmatîkan

Hebûn an jî tunebûna zanayîyê, pirsgirêka herî bingehîn ya felsefeya zanayîyê (bilgîyê) ye. Ji dema Georgîas ve Septîk dibêjin mirov nikare bi heyînê bizanibe û di destê wan de derzîyeka tûj, balonên Dogmatîkan diteqînin. Derheqê hebûn û tunebûna zanayîyê de fîlozof bûne du beş: Yên gumanber û yên Dogmatîk. Herçiqas yên gumanber di dîroka felsefeyê de ne xwediyê roleka mezin bin jî, hebûna xwe her dem dane hisandin û ji bo bersivandina pirsên wan, tevgerên nû ên felsefeyê derketine holê.

Gumanparêzî – Septîsîzm

Yên gumanber (şikber- septîk) wiha diparêzin ku zanayî (bilgî) ne gengaz e. Ya rasttir wiha diparêzin ku kirde (suje-ozne) nikare têkilî cîhana wanekan (nesneyan) bibe û derheqê hilika wan de zanayîyan bi dest bixe. Ji ber vê çendê jî, wiha bawer dikin ku bidestxistina zanayîya misoger, ne gengaz e. Yên gumanber bi vê helwesta xwe re wiha dikin ku em ji bîr û bawerîyên xwe yên misoger (rast) jî gumanan dikin. Lewra ew ji hemû tiştî, mesela ji cîhana fizikî ya der û ji hebûna mirovên ku wek me difikirin gumanê dikin. Ev yek her çiqas wek nîşana nexweşiyeke psîkolojîk were dîtin jî, divê ew helwesta gumanberan baş were têgihêjtin.

Ê baş e mirovên gumanber çima û ji çî gumanê dikin?

Di navbera gumana gumanberparêz û ya me de, ku em vê gumanê di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin; cihêrengiyeke mezin heye.

Ji kerema xwe re bala xwe bidin van pêşnîyarên li jêrê:

1- Li fezayê hebûna zindîyên din, bi guman e.

2- Derheqê başiya tevgera mirovan ya peredayîna parsekan de, ez di gumanê de me.

3- Ez derheqê tevgera ku berjewendiyên hemû kesî diparêze de, di gumanê de me.

Dema ku em bala xwe didin wan, em dibinin ku pêşniyara yekemîn nerastiyeke nîşan dide. Ya duyemîn jî bêbawerîyeke nîşanê me dide. Lê ya sêyemîn, derheqê sedemên ku pêşnîyarê pêk anîne de gumaneke tîne ziman. Pêşniyara yekemîn û ya duyemîn, gumanên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin vedibêjin. Lê di pêşniyara sêyemîn de, gumaneke felsefîk xwe dide der. Nexwe dema ku behsa gumanê tê kirin, fîlozof vê yekê fêhm dikin: Ji bo bawerîpêanîn û zanîna tiştekî, têrnekirina pîvanên ku têne pêşkêşkirin. Ev yek, “gumana (şika) felsefî” ye. Felsefevan, dema ku guman kirin tê gotin, tiştekî gelek razber (soyut) fêhm dikin. Dema ku ew dibêjin ez gumanê dikim, dixwazin bibêjin ku sedemên pêşkêşkirina pêşniyarê, têra pêşkêşkirina wê nakin û ne besê rastandina wê ne. Ê baş e, gelo sedem çî bûn ku yên gumanber wiha ketine nav gumanan?

Çavkaniyên Gumanê

Li hemberê angaştên gumanparêzan, ku gotine ne gengaz e mirov xwe bigihêne zanayîyên rast; dogamtîkan jî hewl dane ku hebûn û hilberandina zanayîya rast îsbat bikin. Di warê hilberandina zanayîyê de hindek fîlozofan wek bingeheke ya aqil dîtine, hinekan gotîye ku zanayî encax bi saya ferasetê dikare werin bidestxistin, hinekan girîngiya ceribandinê derxistine pêş û hinekan jî bûyerê (olguyê) wek bingehek sereke dîtine û bi vê helwesta xwe re jî, xwestine ku rê li ber gumanên gumanparêzan bigirin. Lêbelê gumanparêzan bi şik xwe nêzîkê van babetan kirine û gotine ku derheqê zanayîyê de çavkaniyek zexim tune.

Li Gor Gumanparêzan Çavkanîyên Gumanê.

1- Guhêrbarîya (veguhestokîya) azmayîş û pêhesîyê.

2- Pênebawerîya pêşnîyarên zanistî ên ku têne pêşkêşkirin.

3- Dîmaneyîya (îzafîtîya, rolatîfîya) ku ji guhêrbarîya hemû tiştan tê.

4– Guhêrbarîya bêrawest ya heyînê.

5- Di dema hilberandina zanayîyê de pirbûna rêbazên ku aqil wan bikar tîne.

Dubentîya heyînê ku ji destpêka felsefeyê ve hebûna xwe diparêze û ligel hemû veguhêranan, wek xwe dimîne, her dem bûye pirsgirêkeka felsefeyê. Hinek fîlozofên wek Herakleîtos wiha bawer kirine ku heyîn her dem tê guhêrin û wek xwe namîne. Ger ev yek rast were pejirandin, wê demê derheqê heyînên ku her dem diguhêrin de hilberandina zanayîyê, wê gelekî dijwar be. Gumanparêz jî, ji vê xalê sûd werdigirin. Ger wisa be û ku heyîn her dem biguhere, wê demê zanayîyên derheqê wan de jî wê her dem biguherin. Herweha zanayîa mayende, misoger û gerdûnî, tune.  Ji hêla din ve jî em heyînê, ancax li gor hêza/têgihêjtina sehekên xwe dizanin.

Mesela dema em kevirekî didine destê xwe, em pê derdixin ku ew hişk e, bi dîtine em dizanin ku pelên daran şîn in û hwd. Lê dema ku em li bin şewqaka floresanê rawestin, wê demê wê işlikê me yê xemrî (mor), wê şîneka vekirî xwiya bike. Nexwe, sehekên me derheqê heyînekê de dikarin zanayîyên cihêreng hilberînin. Di vê rewşê de derheqê heyînê de wê pêhesîyên me jî guhêrbar bin. Li hemberê gumanparêzan kelehên herî zexim yek aqil e û ya din jî ceribandin (deney) e.

Gumanparêz di babeta hilberandina zanayîyê de, aqil bêhêz dibînin. Lewra aqil, zanayîyên ku ji pêhesî û sehekan tên bi kar tîne û wiha dişuxule. Ger sehek û pêhesîyên me guhêrban bin, wê demê gengaz e ku aqil jî çewtiyan bike û zanayîyên çewt hilberîne. Ji ber vê çendê hêza aqil jî têrê nake ku zanayîyê hilberîne. Li hember gumanên gumanparêzan zanayîya ku herî bi xwe bawer e, zanayîya zanistî ye. Zanayîya zanistî ji ber rêbazên xwe yên ku bi kar tîne; çavdêrî û ceribandinê, xwediyê hîm û wesfên taybet e. Ji ber ku hem bi awayê teorîk û hem jî bi awayê ptarîk dikare were peyîtandin, cureyê vê zanayîyê pêbawer kiriye.

Mesela pêşnîyara “Ji bilindahîyeke kevirê ku terayê xwarê bibe, bi lezeka diyar dadikeve xwarê.” di teorîyê de bi zagona axkêşanê û di pratîkê de jî bi rêya ceribandinê dikare were peyîtandin. Lê pêşveçûnên dawî ên zanistî, wiha kir ku angaştên gumanparêzan zêdetir û xurttir bû. Çewtderketina zanayîyên zanistî ên ku di paşerojê de (rabirdûyê) de bi rêbazeke rast hatibûn hilberandin û şirovekirin, neewlebûna vê zanayîyê jî derxist holê. Mesela di paşerojê de astronomîya Batlamyûs, wiha diyar kiribû ku dinya rast e. Lê di serdema nû de zanistvanên wek Galîleo, Kepler û Kopernîk, gotin dinya me gilover e û vê yekê peyîtandin jî. Di paşerojê de wiha dihat bawerkirin ku atom dabeş nabe û perçê herî biçûk ê maddeyê ye; lê niha heta bêdawîyê jî atom dikare were dabeş kirin û di warê çekên kimyewî de jî tê bikaranîn. Zanista ku heta dema Francis Bacon rêbaza deduksîyonê bikar dianî, piştra; rêbaza enduksîyonê hilbijart û bikar anî. Ev hemû Berfirehbûn û pêşveçûnên di zanistê de, wiha peyîtand ku zanayîya zanistê jî dikare were guherîn û pûçkirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin