Yusuf Yeşil: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Yusuf Yeşil: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Yusuf Yeşil: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Ponijîn, meraq, bez û bipeyketina pirsa çima, çewa, di çi demê de, bi çi awayî tiştên ku di gerdûnê de hene û dibin û her pirsek li dû xwe pirsek din tîne û meriv bi xwe re gêrdike û dibe bi awayek wusa ku meriv dibêje ji vê pirsê re min bersîeek dîtiye, lêbelê hewdinihêrî pirsek din derkete hemberî te; weke gloka berfê her ku gêr dibe û her ku diçe mezintir dibe û pirsek nû li xwe zêde dike, wekî ku bikevî serejêrekî ber bi newalek kur û bêbinî ve. Belê çewa û çima naqedin, pirs her pirsê tine, dawî li pirsan nayê bes tû nawestî û her bipey dikevî, têgihînî û zanînî zêde dibe û digihîjî qadek, astek, ciyek û demek wusa ku tiştên pêdivî yên li ber destê te hene xwe bi wan tiştan bextewar dibînî; ne bi awayek derwêşane an belengazî bes bi awayek serfîrazî û dibe ku berevajî jî bibe pirs û li pirsan zêde dibin û zaniyarî û têgihînî bi pêş ve diçe.  Bi kurtasî, gelo meriv kare bibêje navê vê yekê felsefe ye.

Yusuf Yeşil 

29.02.2016 

Bersivekê binivîsin