Yunus Emre 1240-1327

Yunus Emre 1240-1327

Yunus Emre felsefeya xwe dispêre Qûr’ana Kerîm û li gor bîr û bawerîya wî heyînê rasteqîn, xwedê ye. Xwedê hem yê ku tê hezkirin (maşuk), hem yê ku hez dike (evîndar) û hem jî evîn bi xwe ye. Xwedê ji ber ku hezker, dildar û evîndar e, gerdûnê afirandiye. Mirovê ku ji mirovan hez neke, nikare xwe bigihîne xwedê. Li cem Yunus Emre jî destnîşankarê zagona exlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, rênîşanderîya mirovan dike.

Çend kurtehelbestên Yunus Emre

1- ‘Dev, ji dubendiyê bedre. Destê xwe bide maqama yekîtiyê. Kar, di vê yekîtiyê de ye. Ji bo dîtina te ya can. Rojî, nimêj, zekat û hic, suc û merkujî ne, Dûr e ji van feqîr, di nava têgihiştiyan de.’

2- “Hemû cîhan û alem ev tewhîd e. Ew ê bi vê yekê dizane , ew adem e. 

Yên înkar ku dikin jî,  Neyarê canê xwe yên esîl in.”

3-  “Netirse ji mirinê. Şewq nemir e. Mirin wê bibe çiye te? Lewra, rihê te pîroz e.”

Gotineka xweş ya ku Yunus Emre gotiye: ‘Ji yên ku hatine afirandin hez bike, ji ber sedema afiraner.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin