Yoga û Qonaxên wê

Yoga û Qonaxên wê

Yoga û Qonaxên wê

Yoga rêyeke zanistî û kirdarî ye ku ji bo gihîştina hevsengî, aramî, yekhizirî, zanîna navxweyî û xwenaskirinê û bilindbûna ruhî alîkariya mirov dide. Dîroka Yogayê vedigere kevintir ji 2 hezar sal pêş zayînê û cihê yekem a belavbûna wê Hîndistan û Êrana kevin e.

Ya girîng ev e ku peyva Yogayê tê çi wateyê. Di zimanê Sanskritî de bingeha peyva Yogayê ji peyva “yuc”ê tê ku wateya wê jî yekbûn an jî yekbûna du tiştan wek yekbûna Atma(ruh) û paramatma (Ruhê Mezin-Xweda) ye.

 “Yoga yekbûna hemû hêzên laşî, derûnî û ruhî ligel Xuda ye”

Yoga tevî karîgeriyên neyînî yên dunyayê tê wateya aramiya berdewam. Di seranserî dunyayê de Yoga roj bi roj belav dibe û dikeve rojevê. Sûdên rahênanên Yogayê yên ji bo tenduristiya laşî û derûnî wiha lê kiriye ku mirov berê xwe bidin vê zanistê û teknîkên wê encam bidin. Lê tevî ku ew niha pir nasyar û bi nav û deng bûye, bi sedan sal in di nav kultura Hindistanê de cih digire.

Her çend e Yoga rêyeke ruhanî ye, Yogî-Yogînî (mêr-jina ku yogayê encam dide) wê yekê red dikin ku Yoga dîn an jî dogmayeke. Zanyariyên destpêkê yên di derbarê Yogayê de ku li Hindistanê hatine dîtin û pêk tên ji nivîsên kevnar ên sanskrîtî Veda û Upanişad in. Li gor hin jêderan ev zanyarî berî 7-8 hezar salan li ser pelan hatine nivisîn lê piştî sedan salan ev pel nehatine parastin, hin ji wan venda bûne û dîsan hatine nivisîn. Niha li Hindistanê nivîswara herî kevîn pelên 2000 salî ne. Veda tê wateya zanîn-zanyarî. Li gor sîstema ramana Vedayî dunyaya madî xapîn e(illusion) û dê rojekî bi dawî bibe. Divê kesên ku Yogayê encam didin xwe ji vê dunyayê rizgar bikin. Bingeha ramana Vedayan ev e: “Rastî û agahiya mutleq tenê Brahman e wate Xuda ye ku ew bingeha tevayî gerdûnê ye.”

Berî 2300 salan yogiyê mezin yê bi navê Patanjalî li Hindistanê nivîsarek li jêr navê YOGA SUTRA wate “Ayetên Yogayê” nivîsî ku tê de bi awayekî zanistî, ruhî û felsefî qala rêya Yogayê kir. Li gor Patanjalî Yoga ji heşt beşan pêk tê ku jê re tê gotin Aştanga Yoga. Ev heşt beş temsîla rewşa agahî û astên agahiyê yên laşî û ruhî dikin ku kesên ku Yogayê encam didin di warên laşî û ruhî de dê fêrî kiryarên baş bibin. Bi vî awayî peresana ruhî ya mirovî bileztir bibe û deriyê rasteqîne yê aramiyê dê vebibe. Encamdana rahênanên Yogayê alîkariya hevsengî û aramiya navxweyî dike û bi vî awayî mirov digihîne agahiya bilind.

Li gor Patanjalî Yoga pêk tê ji van beşan:

1- Yama (Erkên Civakî)

2- Niyama (Erkên şexsî)

3- Asana (Rahênanên laşî)

4- Pranayama (Dirêjkirina henaseyê bi rahênanên henaseyê)

5- Pratyahara (Vegerîna hestan bo navxwe)

6- Dharana (Lêhûrbûn, terkîz-concentration)

7- Dyana (Têraman û ramîn)

8- Samadhi (Gihîştin bi heqiqat, yekbûn, fenabûn)

1-YAMA 

a- Ahimsa: Netundî û hezkirina giyandaran.

b- Satya: Rastgobûn, derewnekirin.

c- Asteya: Dizînekirin.

d- Brahmaçarya: Kontrolkirina seksê, bikaranîna wê bi awayekî rast û dirust.

e- Aparigraha: Netimahî, komnekirin

2- NIYAMA

a- Sauça:Pakbûn

b- Santoşa: Razîbûn 

c- Tapas: Ramkirin, parêz, riyazet, disiplîn. 

d- Svadhyaya: Xwendin û lêgerîn li ser rastiya xwe. 

e)- Îşvara-pranidhana: Bawerkirin bi Xudê û teslîmbûn bi heqiqat.

3- ASANA

Asana tê wateya rawest û haletên laşî. Mebesta rahênanên asanayê zalbûn bi ser hêzên laşî de ye. Li gor Yoga Sutrayê merca rastbûna encamdana asanayan pêk tê ji mayîn û berevanî, herweha asûdebûn û aramî di encamdana wê teknîkê de. Laş û zêhn pêwendiyeke nêzik ligel hevdu heye. Lewra divê laş û zêhn di nav hevsengiyekê de bibin û mirov berevaniya laşê xwe xurttir bike, da ku di zêhnê xwe de jî aramtir bibe.

4- PRANAYAMA

Pranayama dirêjkirin û kontrolkirina henase ye. Prana wize ango enerjî ye û di çavkaniyên Yogayê de wek hêza jiyanê tê zanîn. Li gor yogiyan prana hêzeke gerdûnî-Xwedayî ye û prana hêza li pişt masûlkeyên henaseyê ye ku kontrola hênase dayîn û standinê dike. Bi girankirina henaseyê dikare prana bê kontrolkirin û hevsengî û tenduristiya laşî û aqilî dê bê bidestxistin. Çimkî heke prana neyê kontrolkirin hevsengiya nav laş dê têk biçe û herweha aqil jî aram nabe. Lewra divê mirov henaseya xwe bi rêya teknîkên Pranayamayê giran bike û kontrola henaseyê bike.

5- Pratyahara

Pratyahara tê wateya vekişîn û xwe jê dûrxistinê. Li gor Patanjalî Pratyahara xwegirtina sehekan ji tiştên nepêwîst ên madî û zêhnî ye. Pratyahara qonaxa kontrolkirina zêhnî û derûniyê. Dema kesek dikaribe zêhnê xwe kontrol bike li hember kiryarên cûr be cûr ên derûnî dikare zêhnê xwe pak bike. Piştî vê yekê dikare bigihîje terkîza kûr û bilind di alîyê ruhanî de.

6- Dharana (Terkîz-Concentration)

Li gor Patanjalî Dharana wate terkîz(konsantration) lêhûrbûna zêhn li ser tiştek an jî şeklekî ye. Swamî Şîvananda jî dibêje, ji ber ku zêhn ji fikrekî xwe daveje fikrekî din, wek meymûnekî ye. Yogî bi qonaxên Yama û Niyamayê çalakiyên xwe kontrol dike, bi Asanayan laşê xwe xurt û bihêz dike,  bi rêya Pranayamayê zêhnê xwe pak dike û bi Pratyaharayê hestê xwe kontrol dike û paşê jî digihîje qonaxa Dharanayê ku qonaxa yekemîn a wê kontrola zêhnî ye. Divê zêhn li ser tiştekî terkîz bike û rê nede ku biçe ser tiştekî din. Ji bo gihîştina têramanê( meditation) divê zêhn fêrî terkîzê bibe û bikeve jêr kontrolê.

7- Dhyana (Têraman-Meditation)

Qonaxa duyem a kontrola zêhnî ye. Dhyana tê maneya terkîza kûr an jî têraman( meditation) û bi rêya terkîza kûr lêhûrbûna li ser hêma(sembol)yekî bi berdawî ye. Bi Latînî meditatio tê wateya fikirîna kûr lê rastî ew e ku divê mirov di dema têramanê de tiştekî nefikire. Dibe ku ew wek nakokiyek diyar bibe lê ya girîng di vir de li ser hêmayekî bi awayekî berdewam lêhûrbûna kûr a mirov e. Berî her tiştî di qonaxa têramanê de divê mirov xwe fêr bike ku çawa zêhnê xwe betal bike. Dema ku zêhn betal dibe mirov digihîje aramî û agahî ye. Yogi di vê qonaxê de digihîje ruhê xwe û agahiya xwe bilind dike. Ew tenê çavdêr e, midexaleya tiştekî nake û xwe ji nakokiyan derdixîne.

Çend şêwazên Dhyanayê hene. Têramana li ser hêmayên şênber (berceste-berbiçav). Bo nimûne têramana li ser ronahiya findê(mûm), li ser dîmenekî sirûştî an oqyanusekî. Têramana li ser hêmayên razber jî hene, bo nimûne têramana li ser Xweda. Herweha Yogî têraman li ser hin kîte, peyv, hevokan jî dikin ku jê re dibêjin Mantra(zikr).

8- SAMADHİ (FENABÛN)

Samadhî tê maneya gihîştin bi agahiya yekbûnê. Samadhî gihîştina agahiyeke weha ye ku hemû nakokî, dualî wate kirde û berkar namîne û ew dibin “yek”, yê ku têraman dike û têraman li ser tê kirin dibin yek û agahiya şexsî bi agahiya gerdûnî re dibe yek. Bi awayekî giştî em dikarin bêjin Samadhî ji xwe derketin û xwe di ruhê gerdûnî de dîtin e. Yogî di haletê Samadhî de dikeve nav kûrahiya têramanê ku agahiya xwe bi agahiya gerdûnê re dike yek. Li gor yogayê di haleta Samadhiyê de mirov tenê bawerî bi  qanûnên gerdûnê nake, belku dê ew hemû bizane, dê bigihije rastiya wan. Bhagwan Shree Rajneesh jî di kîtebeke xwe de dibêje, “Dema ku hûn hest bikin hûn dê gibihîjin yekîtiyê. Dema ku hûn bifikirin hûn dê ji hev veqetînin.”

Hesenê Simê

hasan_oz2012@hotmail.com  

05.04.2015

Bersivekê binivîsin