‘Xwedî li Felsefevan derkevin’

‘Xwedî li Felsefevan derkevin’

1- Gelo bi  kurdî felsefe dibe? Yan jî berovajî , gelo tirkî têra we nedikir, we bi dest felseya kurdî kir?

Ali Gurdilî: Belê, felsefe bi kurdî pêkan e, çima na? Hemû zimanên cîhanê, dikarin li gor dewlendiya xwe felsefe bikin, yan jî ramanên xwe yên felsefîk bînin zimên. Zimanê kurdî jî, zimanek î dewlemned û kevnare ye û ji hêla termên felsefîk ve jî, têra xwe dewlemend e. Bes bi awayekî nûjen û sîstematîk, ne hatiye bikaranîn û zêde belav nebûye. Di metnên kurdiya berê de û di berhemên feylesof û wêjekarên me de, gelek ramanên felsefîk hene û hatine gotin. Belam jiber tunebûn yan jî kêmasiya zimanê nivîskî, ew dewlemendiya zimanê me baş rohnî nebûye û derneketiye holê.

Ligel vê yekê jî ta radeyekê, meriv dikare bibêje ku ramana dîyalektîk û dualitiyê, yewnaniyan ji kurdan girtine û bi awayekî sîstematîk wan ramanan berfireh kirine. Divê bê gotin ku civaka kurdan jî, yek ji wan civakên rojhilata navîn e û di seranserê dîrokê de, hewl daye xwe ku bi cihêrengî û xweseriya xwe, di erdnîgeriya rojhilata navîn de, hebûnatiya xwe berdewam bike. Lê mixabin, jiber tehde û zordestiya ramana olî, meriv nikare bibêje ku felsefevan, wêjekar yan jî giregirên kurdan, bi awayekî eşkere xwediyê azadiya gotina xwe bûne. Lewma jî, em dibînin ku pirî caran ramanên felsefîk yan yên ku ne li gor daxwazên civakê bûne, xwe di bin kirasan de veşartine. Lê kesên mîna Mansûrê Xellacî jî hebûne ku rasterast gotina xwe gotine û bedela ramanên xwe jî, bi canê xwe dane.

Meseleya zimanê tirkî jî, meseleyeke din e. Zimanê tirkî, têra tirkan nake, gelo dê çawa têra me bike? Feqirî yan dewlemendiya zimanê tirkî, meseleya wan e, ne meseleya me kurda ye. Wekî tê zanîn, rayedarên wan bi xwe jî dibêjin ku zimanê tirkî têra felsefeyê nake. Herweha, dewlemendiya zimanê wan jî, tu carî nabe dewlemendiya zimanê me û ev yek jî, divê bi awayekî eşkere were gotin.    

2- Dîroka felsefa kurdî heye?

Felsefa kurdî nû cêdibe an jî jixwe xwedî dirokek bû? 

Ali Gurdilî: Mirov çawa ku nikaribe behsa felsefeya almanî, yewnanî, ingilizî, tirkî yan fransî bike, meriv nikare behsa felsefeya kurdî jî bike. Ziman, bi serê xwe felsefe nakin. Lê meriv dikare behsa felsefeya kurd/kurdan, alman/almanan, yewnaniyan yan jî amerikiyan bike. Felsefeya kurdan jî, ew felsefe ye ku ji aliyê kurdan ve hatiye kirin. Helbet meriv dikare behsa felsefeya neteweyê kurd jî bike, ku kêm zêde ramanên kurdan yên felsefîk û gelemperî diguncîne. Ligel vê yekê jî, wekî dibistanên felsefîk yan jî ekol/xwendegan, meriv nikare behsa felsefeyek sîstematîk bike. Mesele meriv dikare behsa felsefeya ingilizan ya sedsala 19 an bike, yan jî behsa felsefeya yewnan ya xwezayê. Lê mixabin, rewşeke wiha li cem me peyda nebûye. 

Pazdeh sal in, meyl û bala min li ser felsefe û civaknasiyê ye. Di xebatên xwe de, ligel zimanê tirkî, ez ji fransî, ingilizî û almanî jî sûdwerdigirim. Di destpêka xebatên xwe de, ez têgihiştimê ku di van mijaran de, di zimanê kurdî de berhevdanek tune û gelek gelek kêm hatiye bikaranîn. Lewma jî, ez hem xebatên xwe bidomînim û hem jî, tevahiya xebatên xwe li ser internetê û di kovaran de diweşînim, da ku em karibin bala xwînerên kurdî bidin ser van mijaran. Gelek nivîskarên me yên qadirbilind jî, bi taybetî jî ciwanên me; gelekî piştgiriya me dikin û bi xebatên xwe yên çak, beşdarê xebatên malper û kovara felsefevan dibin. Bêguman, ev yek jî umîda me zêdetir û xurttir dike.   

3- Di kovara xwe de hûn cîh didin kîjan mijaran? Her wiha  kovara we valahî û pêdiviya felsefeya kurdî dadigre? 

Ali Gurdilî: Di hejmara xwe ya yekem de, em li ser têkiliya ol û felsefeyê û di pêşketina zimanê kurdî de, rola feylesofiyê rawestiyan. Di hejmara xwe ya duyem de jî, me cih da felsefeya Schopenhauer, Nietzsche û Ehmedê Xanî. Ji bilî mijarên sereke, em cih didin mijarên cihêreng jî. Di her hejmara me de ferhengokeke felsefe cih digre û bi berdewamî em zanista psîkolojî û civaknasiyê jî, bi nivîsên berdewamî didin nasandin. Hemû mijarên felsefeyê yên weke ol, zanayî, siyaset, heyîn û ehlaqê, mijarên me ne. Ji bilî van mijaran, em hewl didin ku bikaribin weke rahişmendiyeke mirovî felsefeyê baş bidin nasandin. Yanî felsefe çi ye û ne çi ye? Li kû dest pê kiriye? û gelek mijarên bi vî rengî. Di her hejmarê de, dê em ê cih bidin fragmanên felsefîk yên babet cihê. 

Ez nikarim bibêjim ku kovara me, wê valahiyê dadigre, çimku ev ê îdiayek mezin be. Lê çi tiştê ku ji dest tê, niha em dikin û em ê bikin jî. Niha xebata min ya Ferhenga Felsefeyê, Destpêka Felsefeyê û Antolojiya Feylesofan, li ber çapê ne. İnşeleh, dê em ê karibin bi berdewamî xebatên xwe bidomînin.  

4- Di xebatên xwe de hûn ci zor û zehmetiyê dijîn? Bertek û nêzikatiya  xwînerên we çawa ye li hemberî kovara we? 

Ali Gurdilî: Bertekên xwînerên kurdî, gelek erênî ne û bi her hawî, piştgiriya kovarê dikin. Mala wan hezar caran ava be, heta ji me re gelek bayiyan jî peyda kirin. Gelek dost û hevalên ku xweşhal in jî, bo piştgiriyê bûne aboneyê kovarê. Herwiha, bi xebat û pêşniyazên xwe, tevlî xebatên me jî dibin. 

Carinan hinek peyvên/têgînên felsefîk, ku çavkaniya wan zimanên biyanî yên wekî yewnanî, almanî, ingilizî yan fransî ne; wekî peyvê tirkî têne zanîn, lê ev yek ne rast e. Çimku tirkan jî, wan têgînan ji zimanên biyanî girtine û kirine malê xwe. Heman rewş, ji bo zimanê me jî pêkan e û em bixwazin nexwazin, ew peyv tên û dikevine zimanê meriv. Pirraniya xwînerên me yên ku haya wan ji felsefeyê heye, bi vê rewşê dizanin. Lê hinek xwînerên ku nû dest bi xwendina kurdî kirine, dibêjin ku ew ne bi kurdî ne. Dûvre, piştî ku em wan agahdar dikin, bêguman ew jî têdigihêjine meseleyê.  

Wekî gotina dawî, dixwazim ku bi kurtasî behsa Kovara Felsefevan bikim. Kovara me, kovareke felsefî, zanistî û serbixwe ye. Di 3 mehan de carekê dertê. Zimanê kovarê xwerû bi kurdî ye û xwediyê wesfek akademîk e jî. Gelek gotarên ku di kovarê de têne weşandin, rastî jî xwediyê naverokek akademîk in û mijar jî, gelekî baş têne vekolandin. 

Ez li ser navê xebatkar û xwînerên kovarê, gelekî spasiya we dikim ku we bala xwe da ser xebatên me û vê fersenda nasandinê da me. Mala we ava. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

08.04.2015  

Ali Gurdilî kî ye?

Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Kovara Ajda de hatine çap kirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya www.felsefevan.org ê û edîtorê Kovara Felsefevan e. 

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin.

1- Dengê Felsefeyê- Weşanên Doz- Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî- Weşanên Doz- Gulan 2007

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac- Weşanên Evrensel. 2015. Stenbol. 

Çavkanî: http://yeniozgurpolitika.info/index.php?rupel=nuce&id=40938    

Bersivekê binivîsin