Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Dionysos

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Dionysos

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Dionysos

Di nav Xwedayên Olîmposî de ê ku herî dawî beşdarê nav koma Xwedayên Olîmposê bûye, Xwedayê Dionysos e. Di mîtolojiya yewnan de Dionysos, ji derve hatiye. Di destpêkê de ji efsaneyan tê dîtin ku, li hember Dionysos; bertekek mezin hebû ye. Lê piştra, hedî hêdî hatiye pejirandin û buyê yek ji wan Xwedayên girîng. Li Romayê wek Xwedayê Liber Pater hatiye dîtin, lê di rastiya xwe de Xwedayê şerab, rez û sermestiyê ê dewra klasîk e. Homeros, wî wek xwedayekî ne dîtiye. Lê berevajiya vê yekê, Hesiodos jî; wî wek Xwedayekî dîtiye.

Derheqê Dionysos de em zanayiyên rasteqîn, ji tragedyaya Euripides ya “Bakkhayê” hatine werdigrin, ku Euripides B. Z. di sedsala 5- an de jiyaye. Di nav Xwedayên yewnan de ê ku herî zêde xwediyê navan e, Dionysos e. Bi navên Bakkhos, Bromios, Euhios, Dithyrambos, İakkhos û İobakkhos jî tê nasîn. Lê derheqê etîmolojiya wan de encameke hevpar, hê di dest de tune û beşeke wan, xwediyê wateyên cihêreng in. 

Li gorî mîtolojiyê Dionysos, kurê Zeus û Semeleyê ye. Semele, di nav evîndarên Zeus de ya herî bêsiûd e. Xwedayê Zeus, gelekî zêde û bi evîneke mezin ji Semeleyê hez dike û li ser çemê Styksa pîroz sond dixwe, ku wê ew hemû xwestekên Semeleyê bîne cîh. Dema ku Hera bi vê pêvşabûna wan dihese, xwe dixe kirasê dadoka Semeleyê û jê dixwaze ku, bila Zeus xwe di şeklê Xwedayê Ezman de xwe nîşanê wê bide. Li ser Xwesteka Semeleyê, Xwedayê Zeus dibe birûsk û ezman û gura gura ewran û xwe nîşanê wê dide. Lê dema Semele ji nîşkave wiha çav pê dikeve, dilê wê radiweste û dimre.

Zeus ji zikê Semeleya ducanî, zaroka wê derdixe û wî di çêqa xwe de mezin dike, dema ku dema wî temam dibe û tê dinyayê jî, wî dide Hermes. Hermes jî bi armanca mezinkirinê, wî dide Anthamasê qralê Orkhomenos û jina wî a duyemîn İnoyê, ku xweha Semeleya bêsiûd bû. Hermes bi armanca parastina Dionysos, ferman dide da ku qincên jinan li Dionysos bikin. Lê Hera bi vê lêyîstika Hermes dihise û Anthamas û İnoyê, dîn dike. Li ser vê yekê Hermes, Dionysos dibe emanetê Nymphenên deşta Nysayê dike, da ku xwedî lêderkevin û mezin bikin.

Zeus bi armanca rêliberdadana xirabiyên Herayê, Dionysos vediguherîne karikekî. Ev bûyer wateya navekî wî ku Karik e” şirove dike û ji navê Nysayê re jî şiroveyeke tîne.  Di hindek efsaneyan de tê vegotin ku, Dionysos li Thebaiyê hatiye dinyayê. (1)

Ji ber vê yekê jî, wateya navê wî ê Dionysos; di wateya “ê ku du caran hatiye dinyayê” de ye. Lê di efsaneya Euripides de çavkaniya Dionysos, bi awayekî berfireh hatiye vegotin ku, li gorî ve yekê Dionysos; Xwedayê Lidya- Frigyayê ye.  Dionysos bi cil û bergên xwe û qerekterê xwe re jî, taybetmendiyên herêmê nîşan dide. (2)

Ji ber vê yekê jî Pentheusê ku Dionysos wek jinan dibîne, derheqê wî de wiha dibêje: “Behsa efsûnbazekî biyanî dikin, ji Libyayê hatiye. Porên wî ên bibêhn, hinarikên wî ên mor û di çavên wî de çirûsîna Afrodît hebûye.” Peyva yekemîn ya destedengbêja (koroya) Bakkhaîyan, “Ez ji deştên zêrîn ên Lidyayê têm, welatê min Lidya ye.” ye.

Ev peyv, ji bo zanîna nasnameya wî, girîng e. Li gorî mîtolojiya yewnan Dionysos, piştî ku ji aliyê Nympheyan ve tê mezinkirin; li welatên wek Hîndîstan û Erebistanê geriya ye û xelkê van deran, fêrî çêkirina şerabê kiriye. Û wiha kiriye ku, ew wî wek heyînekî pîroz bibînin û bihebînin. Lê li gorî masîvanê Halîkarnasê, ne hewcebû ku Dionysos ji bo rezan hewqas dûr biçûya. Rezên xwezayî, bi tenê li Enedola Başûr û li Bakûra Surî, hebûn. Rez bi koçberên Enedolî re, derbasê Yewnanîstan, Îtalya, Fransa û Îspanyayê bûye.  Li ser rolyefeka Hitîtî, ku li İvrizê ye; di destekî Bakkos de ûşîyek tirî û di ya din de jî, simbilê ceh an jî genim heye. Lewra beriya şerabê, ji aliyên mirovan ve bîra hatiya dîtin. (3)

1- Li gorî Azra Erhat; Xwedayê sereke ê Helenan Zeus e û ji bo ku bikaribin Dionysos bi Zeus ve girê bidin û bikin yekî ji  eslê wî; çîroka Semeleyê ji ber xwe ve hatiye derxistin. 

2- Pentheus, kurxaletê Dionysos e. Ji bo ev ola Dionysos li Yewnanistanê belav nebe, têkoşiya ye û ji layê diya xwe ve hatiye kuştin.

3- Bîra, Berî Zayînê di sala 6000- an de li Mezopotamyayê û di sala 4000- an de jî, li Misrê hebû û dihat vexwarin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin