Xwedawenda Hera/Junon

Xwedawenda Hera/Junon

Xwedawenda Hera/Junon

Xweh û jina Zeus e û keça Kronos û Rheîa ye. Hera di mîtolojiya yewnan de wek Xwedawenda parastkarê malbat û zewacê tê dîtin.

Di mîtolojiya yewnan de Hera, Xwedawendeka hesûd û zalim e. Tu carî nepejirandiye ku, meyla Zeus here Xwedawend an jî jinên bergorn û bi berdewamî, wan tehdît kiriye.

Ji ber ku Parîsê şivan di pêşbirka sê (3) delalan de Xwedawenda Venûsê ya yekemîn hilbijartibû, Hera gotinên nebaş jêre gotiye û piştî vê bûyerê, bûye dijminê bajarê Troayê.

Du keçên Hera bi navên Îlîthya û Hebe û bi navê Hephaîstos û Ares du kurên wê ji Zeus hene, ku Hephaîstos Xwedayê kar û bar (pîşesaziyê) û Ares jî Xwedayê şer tê dîtin. 

Her çiqas Hera ne Xwedawenda şer be jî, carinan tê dîtin ku ew ê kesayetiya xwe şervan derxistiye pêş… 

Ji heywanên pîroz, çêlek û ji tawisê hez dike û diparêze. Bajarê wê jî, Argos e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin