Xoşewîst Augustînus û Ramana Dewletê

Xoşewîst Augustînus û Ramana Dewletê

Xoşewîst Augustînus û Ramana Dewletê| Ali Gurdilî

Bingeha ramana filehtiyê, yekemîn car ji aliyê St/xoşewîst Augustînus (P.Z .354-430) ve hatiye avêtin û felsefeya skolastîkê ji aliyê wî ve, li ser hîmê felsefeyekê hatiye rûniştandin. Xoşewîst Augustînus, di bin bandûra Stoa û Platon de maye û hemû imrê xwe, ji bo berfirehkirina ola filehtiyê derbas kiriye. Berhema wî ya sereke, <Dewleta Xwedê> (civitas Dei) ye. Di vê berhema xwe de dibêje ku <Xwedê di şeş rojan de dinyayê afirandiye.> û hejmara şeşê, (6) mîna hejmareke pîroz dibîne.

Li gorî dîtina wî, du texlîd dewlet hene…

1- Dewleta erdê.

2- Dewleta ezmanan.

Nêrînên wî yên civakî û felsefî

1- Dijberê milkiyet, newekhevî û koletiyê ye. Nemaze, li ser koletiya hûndirîn radiweste. Lewra dibêje ku koletiya ji derve çarenûsek e û mirovî, nikare li hemberî wê rabe. Û dibêje ku, divê mirovî, li hemberî fermanên karbidestan jî qet ranebin. Bêguman, di vê xetê de bi xwe re dikeve nakokiyê. Lê divê ev ramanwer jî, li gorî dem û şertên ku jiyaye were nirxandin û şertên civakî û dîrokî, yên wê demê jî, divê bêtin hesibandin. Lewra di wê dewra ku ew lê dijiya, li aliyekî împaratoriya Romayê (ku heta demekî, ji aliyê vê dewletê ve tehde û sitembariyekê mezin li filehan hatiye kirin) û li aliyê din jî, saziya dêrê hebû.

2- Beş û tebeqebûna civakî dipejirîne. Li gorî dîtina wî: Xwedê, rol û şûnwara mirovî kifş kiriye û divê ku, tevgerên mirovan di vê çerçoweyê de bin. St. (Ezîz) Augustînus; van dîtinên xwe, bi dîtinên ola filehtiyê re bi awayekî hişk girê daye û wiha, pêşkêşê civakê kiriye.

3- Civakê, mîna orgenîzmeyeke dibîne. Û li gorî wî: <civak, yekîtiya bikêrhatinan e.> Di vê niqteyê de, em dibînin ku ew fonksîyonel e. Lê mixabin, bi nêrîneka olî.

4- Li gorî baweriya wî; <Xwedê, hemû tiştî dihewisîne û mirovî, ne xwediyê tu serpereştiyê ye.>

5- Di navbera rêvebirinê (administer) û yên têne rêvebirin de, cudatiyekê ava kiriye.

Berhemên Xoşewîst Augustînus

1- Contra Academicos – Li Hemberê Aqademiyan

2- De Beata Vita – Li Ser Jiyaneke Berxwîdar

3- De Ordine – Di Bandêra Xwedayî De Başî Û Xirabî

4- Soliloqua – Guftegoy

5- De libero arbitro – Li Ser Hilbijartina Serbest

6- De civitate dei – Li Ser Dewleta Xwedê

7- De trinitate – Li Ser Yekîtiya Sêmend

8- Confessiones – Mukurhatin, Çîroka Jiyanê

9- Retractiones – Nêrînek Li Ser Rabirdûyê

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/xosewist-st-augustinus.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin