Xewna Xweşik

Xewna Xweşik

Xewna Xweşik

Sê kes di riyekî de diçûn; yekî misilman e u yên din jî yekî file u yekî cihû bûye. Di rêde çend dirhem pere peyda dikin. Ku digihêjin bajarekî, dirheman didin u ji xwe re çiçik helaw dikrin.

Şev ji nîvê xwe rabirî bû u hemû birçî bûn; lê helaw pir hindik bû u  tenê zikê yekî dikanî têr bikra.

Yekî got: Îşev jî em birçî razin u her kî xewnekî xweşik dî, bila ev helaw sêbede xwarina wî be. Her sê raketin. Yê misilman nîvê şevê rabû u helaw gî xwar u disa raket. Ku roj hilat u bû sêbe, yê file got: Îşev min di xewna xwe de dî ku Hz. Îsa ez birim ezmanê çarem u kirim mêvanê mala xwe. Xewnek ji wê xweştir tineye. Helaw qismetê min e.

Yê cihû got: Xewna min xwaştir e. Min dî ku Hz. Musa destê min re girtî bû u ez dibirim. Em ji hemî ezmanan derbas bûn u gihane bihiştê. Li nîvê rê de min dî ku tu li ezmanê çarem di nava kêfxwaşî u aramîyedeyî; lê em ji wir jî derbas bûn. Nexwe ev helaw dê xurinîya min be.

Yê misilman got: Îşev Hz. Muhammed hate xewna min u kerem kir: “Ey bêçare! Yek bi Îsa re çû ezmanê çarem u yê din bi Musa re çû bihiştê u tu bêpar u neçar mayî. Niha tu ji ezmanê çarem u bihiştê mehrumî, qe ne be rabe u bi helawê razî be.” Lewma ez ji xew rabûm u min helaw xwar daku ez bê nesîb nemînim. Hevalên wî ji re gotin: Bi Xwedê ya ku te dî, xewnekî xweşik bû u ya me dî tevde xîyalên vala bûn.

Ferzan Yezdanî

Çavkanî: Meqalatê Şems, s. 107.

Bersivekê binivîsin