Xetera Tunebûna Ajalên Bêmazmazk

Xetera Tunebûna Ajalên Bêmazmazk

Xetera Tunebûna Ajalên Bêmazmazk

Nivê ajalên bêmazmazk (cannerm), yên weke mêsh û perperik li Ewropayê û Bakurê Amerîkayê, di bin tehdîta tunêbûnê de ne. Ev jî tê vê wateyê ku ji her sê pariyên xwarina me yek di bin metirsiya kêmbûnê de ye. Lêkolîna li ser 20.000 cureyên mêsh, perperik, kermêsh-moz û cureyên din yê bêmazmazkan da xuyakirin ku di sedî de chel ji ajalên bêmazmak di bin xeteriya tunebûnê de ye. Di nav ajalên bimazmak, yên weke shevshevok û chûkan, di sedî de dehûshesh (shazdeh) e.

Jixwe ev rewsha wiha bi xeter ji peyamên li ser kom bi kom mirina mêshan diyar dibû. Cara pêshin e ku ji aliyê pisporên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser cureyên biyoyî (IPBES) analîzeke ji 3000 lêkolînên li ser kom bi kom mirina mêshan ve hatiye kirin. Analîzên IPBESê dikare bi analîzên IPCCê yên li ser klîmatê ve bê bînanî kirin.

Yek jî di vê tunebûnê de rasterast para xwe distîne mirovahî he. Di sedî de heftêûpênch nebatên bo xwarinê yên li gerdûnê û di sedî de nod nebatên yên yawanî qenebe pêdiviya xwe bi ajalên bi û bêmazmazk heye. Dara kakaoyê bi gotineke din chîkolate, bêyî du cureyên buxik/mêshlok nikare hebe. Li ser rûyê erdê di navbera 215 û 528 mîlyar euro ya ji xwarina mirovî bi rêya ajalên bêmazmazk tê bidest xistin, ev jî char caran ji pênche sal berê zedetir dike. Ango pêdiviya xwarinê ya mirovahî bi xeteriyeke pirr mezin tê pîvandin. Sedema mirina mêshan ne tenê yek e, pirr zêdebûna chandinî, bikar anîna dermanên buxikan, nexweshî, cureyên leyînkar û germbûna gerdûnê.

Chavkanî: The Washington Post

Werger: Metîn Eser 

Bersivekê binivîsin