Xêr û Şer di ola Mesrî ya Kevnare de

Xêr û Şer di ola Mesrî ya Kevnare de

XÊR Û ŞER

DI OLA MESRÎ YA KEVNAR DE 

PÊŞGOTINEK

     Çîroka xêr û şer di olên kevnar de bingeha dîroka Pelîd (IBLÎS) û Xwedêye. Ev ramana bingehîn bû zanistiya mirovahiyê ya despêkê. Ramana xêr û şer jêdera hemû olan e. Û bi demê re pêşve çû, di mejiyê mirovan de bû pirsgirêkeke olî û felsefî. Weke em dizanin di despêkê de mirov baweriya xwe bi hebûna sawêr û giyanan dikir. Ev bawerî ji tirsa nenasiya gerdûn û xuristiyê derket. Tirsa ji xuristiyê mirovên kevnar neçarî ramyariyê kir. Bi gotineke din, tirs sedemek ji sedemên bingehîn ên ramanên mirovên siftehîn bû. Paşê mirov ew sawêr û giyan dabeşî du beşan kir. Beşekî mirdar (şer) û yekî bexşende (xêr). Gor baweriya wan a wê çaxê, beşê mirdar ji wan re ziyanê tîne, û yê bexşende kêra wan tê, xêr û menfehetê tîne. Bi vê dabeşkirinê re perestin (îbadet), lavêj, û qurban derketin holê. Armanca perestinê ji bo mirov wan sawêr û giyanan alîgirê xwe ke, xwe ji ziyanên wan biparêze. Mirovan ji heru beşan re perestin dikirin, qurbanan pêşkêş dikirin. Gor zanebûna wan, ji bo ev sawêr û giyan pişgiriya wan bike, berjewendiyên wan misoger bike, ziyanê negihînin wan, gerek wan razî bikin. Heta beşê xêrxwaz, ku mirov peristinê ji wan re neke, qurbanan pêşkêşî  wan neke, dê ew jî ziyanê bigihînin wan. Ev ramana ta niha di hemû olan de berdewame.

Bi vê dabeşkirinê, mirovan nakokiya di jiyana xwe de gor zanebûna xwe ravakir, û xêr û şer her yek kire kesayetiyeke cûda. Her weha xêr û şer nêzikî ramana xêra gelemperî û şerê gelemperî bû. Lê ev xêr û şer ne li dervayî jiyana wan bû, ji ber ku meydana xêr û şer li ser zemîn e, ne li ezmên e. Ev tê wateya ku mirovên wê demê hîn negîhîştibûn gewhera ramana xêr û şer ya bingehîn. Mirovahî  hewcedarê dîrokeke dûr û dirêj bû ta bigihêje ramaneke weha. Herku mirov nêzikî ramana xêr û şer ê gerdûnî dibû, wî navên nû li jêderên xêr û şer dikirin.

Bi gotineke din, gava mirov gihîşte wêneya Pelîd (IBLÎS)  ê olên ezmanî(samîtî), bi taybetî Pelîdê cûhî, dîrokeke dûr û dirêj li ser zemîn derbas bû, dîrokeke civakî, aborî, û ramyarî. Ev dîroka ji bûneweriya mirov de despêkir, ji gavên wî yên siftehîn di warê zanistiya jiyana xwe ya li ser vî zemînî.

Weke em dizanin, gavên mirov yên siftehîn di warê olê de ji efsanan despêkir. Çendîn ku em di efsanan de lojêkê nabînin jî, lê ev ramanên efsanwerî bûn bingeha hemû olan. Gava em di dema xwe ya niha de hinek ramanên ne lojîk di olan de dibînin, bi taybetî di olên ezmanî de( Cûhî, Xirîstanî, û Islamî), ew ji wê bingeha efsanwerî hatine. Ta niha em dibînin ku piraniya têrmenên olî ji efsanan derketin. Weke navên Xudan, ên firîşteyan, cihana din, warê seza û padaşê, dadweriya mirovên xêrkiryar û şerkiryar.

Eynî ku niha em êdî gihîştine kesayetiya Xwedê û Pelîd jî, lê ev herdu kesayetiyana di dirêjiya dîroka endîşe û ramanên mirovan de avabûne. Xwedê û Pelîd siftehîn li ser zemîn dijiyan. Têkiliyên wan seranser bi mirovan re bûn, û paşê rabûn ezmanan. 

Olên kevnar vê meselê baş xuyadike, û gellek taybetmendiyên Perwerdîgarên(Reb) xêr û şer ketin kesayetiya Pelîd û Xwedêyê yên olên ezmanî. Bingeha vê ramanê em di ola misrî, hindosî, yûnanî, û mezobotamiya de dibînin.

Ji olên kevar ez ê li ser ola Mesriyan bisekinim, ji ber ku ev ola nêzikî Yekîtiya Xwedê yê olên ezmanî ye. Gellek felsefovan û dîroknas dibêjin ku ola cûhî, ramana Yekîtiya Xwedê ji ola mesrî wergirtiye.

XÊR Û ŞER DI OLA MESRÎ YA KEVNAR DE 

Despêka ola misrî ya kevnar vedigere 4000 sal berî zayînê. Wê çaxê Misriyan perestî ji ga, çeqel, û hinek lawirên din re dikirin, û bi pîrozbahî temên wan dikirin gorê.  Ji despêka hezarê sêyem berî zayînê hinek milet ji Sûriyê û Felestînê çûn Misrê, û welatê Misriyan dagirker kirin, dewleteke yekbûyî ji xwe re avakirin. Perwerdîgarê wan Horus bû (HORUS). Ev Perwedîgara li hember Perwerdîgarê miletê mesrî Sît (SETH) sekinî. Û çawa şer di navbera miletê misrî û yên hatin Misrê derket, weha jî nakokî di navbera Horus û Sît de despêkir. Bi demê re ev nakokiya dijwar bû. Bi vî awayî duyetiya Horus/Sît weke duyetiya Xêr û Şer ava bû.

Gava em hemû tiştên li ser Perwerdîgar Sît dixwînin, em dibînin, ew hemû hêza nêgetîv e di gerdûn û xurûstiyê de. Li hember wî jî Horus dibe hêza pozîtîv. Ev duyetiya bû nakokiya di navbera tarîtiyê û ronahiyê de, di navbera tewşiyê(chaos) û sistemê de. ( Tiştekî balkêşe ku Perwerdîgarê dagirkeran Horus bû yê xêrê, û Perwerdîgarê miletê misrî Sît bû yê şer. Ev mesela ta dema me berdewam dike. Hemû dagirker milêtê dike bin destê xwe, bi tiştên”sifetên“ pîs bi nav dike. Wek nezan, paşketî,  jêrî mirovahiyê, hovî, şerûd, terror, û h. w.).

Horus mîrzayê ezmên û royê ye, roya jiyanê berdewam dike, û bi tevgera xwe ya sazmendî ”Organizer“ gerdûn bi sistematîk dimeşîn e. Lê Perwerdîgar Sît dijminê yekem e li hember ro û hemû babetên ronahiyê ye. Sît mîrzayê korahî û tewşê ye, ew dijîtiyê bi xuristiyê re dike, serdariyê li ser taritiyê, sermê, baranê, mij, birûskê, tavê, bahozê dike, û wan dike xizmeta xwe ji bo  sistema xuristiyê hilweşîne.

Lê Sît ne tim serbest bû. Perwerdîgarekî din hebû bi navê Rîrît. Ev Perwerdîgara  berpirsiyar bû ku Sît û hemû hêzên şerxwaz di tewlê de girêde. Nedihîşt Sît serdariyê li ser zemîn û li ezmanan bike. Ji bilî Rîrît, çar kurên Horus hebûn, ew jî li hember Sît di kar de bûn. Wan hêza Sît lîwan kiribûn. Van her çar kurên Horus tim didan şopa Sît. Ew weke çar stêrkên li paş stêrka koşeyî ya komkasêwiyan li ezmên xuyadibin. Bi wê stêrka koşeyî re digotin Çonga Sît.

Lêkolîner dibêjin peyva Sît gor zimanê qibtî (Coptic) tê wateya “Jêr yan Jêrîn”, û peyva Horus tê wateya “Jor yan Jorîn”. Gor dîrokzanê girêkî Plotarx (PLUTARCH 45-120) Hemû navên ku Misriyan li Sît kirin tên wateya hêza nêgatîv, hêza hilweşandinê, sekinandinê, xerab û wêrankirinê.

Mirovê misrî li gerdûn mêzedikir, li jiyan û xuristiya li hawirdora xwe, û digihîşte baweriyekê, ku du hêz hene, du hêzên dijberî hevdu, lê di eynê demê de ew hevkarên hevin. Gor wan, hemû fênomênayên xuristiyê “natural phenomena” ji hevpeywendî û hevkariya van herdu hêzan derdikevin. Ev fênomêna encamên karên wan ên hevbeş in. Loma Horus û Sît di hinek nivîsên Ehraman(Pyramids) de wek du bira bi nav dibin, du birayên tacêwî. Eynî ku nakokiya di navbera wan de bê dawiye, sermediye, lê kesek ji wan herduyan bi ser nakeve. Kesek ji wan nikare yê din ji holê rake, û bi tenê xwe serweriya gerdûn bike. Hemû bûneweriya di gerdûn û jiyana di xuristiyê de ji vê nakokiya wan çêdibe û berdewam dike. Gava hêzek ji van herdu hêzan nêzikî ku yê din ji holê rake, Perwerdîgar Tûs dikeve navbera wan, û wan ji hevdu dûr dixe. Loma Misriyan Perwerdîgar Tûs wek dadwerê van herdu Perwerdîgarên dijberî hev bi nav dikirin.

Di nivîseke Ehraman(Pyramids) a din de Horus Sît girêdide, û hema dike ku dawiyê lê bîne, lê Îzis (ÎSIS) dibeze hawara Sît, wî ji nav lepên Horus derdixe, ji girêkan rizgardike, û berdide.

Gor Margaret L. Murray dibêje, weke ku ol bandora xwe li rewşa civakî dike, di aliyê xwe de jî rewşên civakî bandora xwe li olê dike. Lê dibe ku rewşên civakî zêdetirîn bandora xwe li olê dike. Herku ev rewşa dihat guhartin, gewhera olê û forma wê jî dihat guhartin.

Weke me li jor jî got, ola Misrî ya kevnar dîrokeke dirêj derbaskir, û di vê dirêjiyê de civata misrî berdewam dihat guhartin. Bêguman nêrînên wan ên ramyarî, û olî jî dihat guhartin. Bi demê re Perwerdîgar Rê (RE) hêdî hêdî kete şûna Horus, bû pêşewê encûmana olî ya misrî. Perwerdîgar Rê wek bavê hemû Perwerdîgaran hat nasîn. Gor Kehenên ”priest“ mesrî, siftehîn Rê ji nav ava ezelê derket, ew bi hêza xwe derket, xwe bi xwe afirand. Piştî ku şûneke xwe li ser avê peydakir ”Di ola cûhî de, di Tewratê de jî wehali ser Xwedê tê gotin”, rabû tarîtî û korahî bi ronahiya ji wî derdiket ji hevdu cûda kir. Paşê Rê Perwerdîgarê bahînê ŞO (SHU) peydakir, û Perwerdîgarê şiliyê Têfênêt (TEFENET). Ji zewaca Şo û Têfênêtê ezman Nût (NUT) û zemîn Cêb (GEB) peydabûn. Ji zewaca ezmên û zemîn çar Perwerdîgar peyda bûn; Osîrês (OSIRIS), Sît (SETH), Îsis (ISIS), û Neftîs (NEPHTHYS). Osîrês bi Îsis re zewicî, û Sît bi Neftîs re.

Eynî ku Perwerdîgar Rê nîşana Xwedê, weke têgehê “Concept “ me yê niha li cem Misriyan dida, lê ew di cihana maddî (fîzikî) de wek giloka royê nîgar dibû. Ji rojhilatê ezmên ta rojava dimeşiya, û bi şev jî cihana jêrîn derbasdikir ta careke din li rojhilat derkeve.

Gava em ola misrî kûr vedikolin, em dibînin ku bingeha xwe ramana cawîdaniyêye “nemirin”. Di vî warî de pirtûkeke Misriyan a kevnar û giranbiha heye, bi navnîşana “Sirûda Miriyan”. Ramanên Misriyan di vê pirtûkê de, cawîdanî ji Ferhon “Pharaoh“ tenê re ye, û Ferhon tenê karibû ên hawirdorên xwe jî bişanda cawîdaniyê. Lê ji despêka malbata çaremîn a Ferhonan, rola Kehenên Perwerdîgar Rê zêde bû, û desthilatdariya wan xwe da ser desthilatdariya Ferhon. Gava em digihêjin malbata pêncemîn a Ferhonan, em dibînin ku Kehen êdî pêçiyên xwe dirêjî desthilatdariya Ferhon bixwe dikin, cîgirê wî bi nav dikin, û kî piştî mirina wî dê şûna wî li ser Kulînê “Erş“ rûne. Bi vî awayî desthilatdariya Frhonan kêm dibe, û rola serokên herêman zêdedetir dibe, û desthilatdariya navendî lawaz dibe.

Bi vê şoreşa siyasî guhartinek di bîr û baweriya olî de jî çêdibe. Weke em dizanin, gor ola misrî Ferhon nûnerê Xwedê ye, ew peywendiya di navbera ezmên û zemîn de ye. Gava ev rewşa Ferhon hejiya, hemû têgehên “Concept” civakî jî hejiyan, û gelê misrî êdî bi guman li gellek têgehên olî yên bavpîran nihêrî.

Girîngiya vê pêvejoya nû ew bû, ku sama Ferhon li ser milet kêm bû. Aliyê wî yê perwerdîgarî rabû, û milet êdî li wî dinihêrî  wek desthilatdarek, ne nûnerê Perwerdigar.

Ji malbata şeşemîn, Ferhon êdî ne jêderê hêza milet e, nikare mehdervaniyê ji bo jiyana cawîdan ji wan re bîne, û nikare berdewamiya jiyana mirovan a cawîdan bi Perwerdîgaran re misoger bike.

Piştî demekê, hemû çînên civatê bi xwe li ser jiyana cawîdan mijûl bûn, li jiyaneke bextewer piştî mirinê, ya bi Perwerdîgaran re li cihana ron ketin rewşa ramyariyê. Herweh ramana Bihuşta li ezmên di mejiyê her mirovekî de peyda bû. Ev Bihuşta ne ji Ferhon û yên hawirdorên wî tenê re ye. Ev Bihuşta ji hemû mirovên pak û xêrxwazan re ye. Di vê demê de Perwerdîgar Osîrês cihê pêşew digire, dibe mehdervanê yekem ji hemû miriyan re, ji ber ku kilîta derbasbûna cihana din di destê wî tenê de ye.

Ji bo mirov Bihuştê misoger bike, gereg bi Osîrês re dilpak be, perestiyê jê re bike, û hemû karên pîroz ji bo gorkirina (Binaxkirin) mirovên mirî pêk bîne. Ji vê qunaxê de sincî “Ethics” bi olê de tê girêdan.

Osîrês bi xwe Perwerdîgarekî sincî ye, her kesê kiryarê baş bike, dê wî bibexşîne, û kî karên kirêt bike, dê wî seza bike.

Bi vê girêdana sinceyan bi olê de, duyetiya gerdûnî “Xêr û Şer” bû duyetiya sincî, û herweha mêsolojiya Horus/ Sît di baweriya gelêrî de hat guhartin.

Gor mîsolojiya mesrî ya bi Osîrês de hat girêdan, Osîrês şahê(kiralê) siftehîn bû li ser zemîn. Ew desthilatdarekî  dadmend bû. Asûde, aramî, û piştrastî di nav mirovan de bicih kir. Miletê misrî ji serdema tewşê(Choas) û hovîtiyê derbasî serdema şaristanî kir. Osîrês ji aliyê birayê xwe yê tacêwî, yê şerxwaz Sît bi bêbextî(Xedir) hat kuştin. Sît zikreşî ji Osîrês dikir, jê çavteng dibû. Piştî ku Sît Osîrês kuşt, gewdeyê  wî çarde parçeyan kir, û her parçeyek di cihekî pingava Dilta ya çemê Nîl de veşart, ji bo kes nikaribe van parçeyan careke din kom bike, û jiyanê lê vegerîne. Lê Îsis jina Osîrês bi hevkariya kurê xwe Horus parçeyên gewdeyê Osîrês dîtin, komehevkirin, û jîn pife gewdeyê mirî kir. Wê çaxê Perwerdîgar Osîrês ji nav miriyan rabû. Lê Osîrês biryara xwe girt ku êdî ew li ser zemîn namîne, û radibe hildikişe ezmên. (Weke Îsa piştî mirinê ji nav miriyan radibe, û hildikişe ezmên). Perwerdîgarên li ezmên baş Osîrês pêşwazî kinin, û desthilatdaiyeke bê sînor li ser miriyan dan wî. Herweha ew dibe dadwerê cihana jêrîn, ji bo miriyan dadgeh bike, ka wan li cihana yekemîn çi kirine çi nekirine. Gor kiryarên wan dê yê pak û baş bişîne diyarê mayînê (cawîdanê) û yê gunehkar jî bişîne warê nemayînê.

Pîştî ku Osîrês rabû ezmên, Sît hêrs bû, û rikê xwe kire rikê kurê Osîrês Horus, dijîtiya xwe li hember Horus ê ku şûna bavê xwe girt bi karhanî. Ev nakokiya dijwar bêdawî berdewam dike, û kesek ji wan bi ser nakeve, ne Sît û ne Horus.

Di ola Osîrês de gellek tiştên balkêş hene. Berî her tiştî sinciyên civakê bi Osîrês de hatin girêdan, û cawîdaniya li piştî mirinê dibe tiştekî gelêrî. Kî kare başiyê bike, û bi awayekî pîrozbahî di gorê keve, dê qezencê bigire. Yanî weke Fîras Sewah (Ramyarekî Sûriyê ye) dibêje: Cawîdanî dikeve qonaxeke dêmokratîk.

Di ola Osîrês de jiyana mirovê misrî ji despêkê ta dawiyê di depreşa Osîrês de dihêt nivîsîn. Ew Perwerdîgarê bêgaviyê ye (Qeda û Qeder). Ew hemû tiştan dizane, tiştek li ezmên û li ser zemîn jê nêveşartin. Di dest wî de lîsteyek heye, hemû tiştên ku mirov di jiyana xwe de kirine hatine nivîsîn. Du Perwerdîgar vê lîsteyê dinivîsin; Perwerdîgar Tût (THOTH) û Sîtsît. Ev herdu Perwerdîgaran kiryarên mirov ên baş û yên kirêt dijmêrin û ta roja hesêb diparêzin. Dema her mirovek li eywangeha dadgehê, li hember terazûyê disekine kiryarên xwe li ser wê lîstê dibîne.

Weke em dibînin, çendîn ku Osîrês Perwerdîgarekî sincî ye jî , lê ew nagihêje asta têgeha xêrê ya gerdûnî. Di eynî demê de, Sît jî nagihêje asta şerê gerdûnî. Eynî ku Sît gellek taybetmendiyên Pelîdê gerdûnî (IBLÎS)diyar dike, lê bi rastî ew nabe Pelîdê ku hemû şer bi wî de girêda ye, û li hember Xwedêyekî gerdûnî nankor derdikeve.

Tiştekî din, Gor Fîras Sewah, em di ola mesriyan de nabînin, ew jî dawiya cihanê ye, û Rabûna Mezin ya gelemperî(qiyamet), ji bo gerdûn bi tevahî derbasî rewşeke din ya pak bibe û derbasî cawîdana sermedî bibe. Cihana din di ola misrî de, her mirovek dimir e, diçe ber dadwer Osîrês û hesabê xwe dibîne. Lê ev cihana me ya li vê derê bi dawî nabe, dem namire, û dawiya hebûna mirovan ya li vê cihanê jî nayê.

Salih Bozan

salihbozan@hotmail.com

24.01.2017

JÊDERÊ:

1- World Religions From Ancient History To the present Edited by Geoffrey Parrinder. New York. 1971). Wergera erebî.

2- The Splendour That Was Egypt. By Margaret L. Murray. Rûpel 208).

3- El-Rehman û Pelîd. Fîras Sewah. Damask 2004.

4- Pirtûka Miriyan ya Ferhonî (The Book of the Dead. Sir Wallis Budge). Wergera erebî. Dr. Fîlîp Etiya.Mesir. 1988.

5- Jiyana Civakî li Misra Kevnar (Social Life in Ancient Egypt). Sir W.M. Flinders Petrie. Wergera erebî. Hesen Muhemmed Cewher. Misir. 1975.

Bersivekê binivîsin