Xencera Toetenchamon

Xencera Toetenchamon

Li gorî pisporên ku lêkolîna xwe li ser xencera Toetenchamon pêk anîne, xencera hesinî ne ji hesina rûyê erdê hatiye çêkirin lêbelê xencer ji parçeyên gûstêrê (meteor) çêbûye. Şûnwarnas Howard Carter di sala 1925an de du heb xencer di gora Toetenchamonê de dîtibû ku her du xencerên vedîtî ji 3.300 salan kevntir in, debanê xenceran yek hesinî yê din zêrinî bûye.

Xencera hesinî ya bi destika zêrinî û kalanê bi wêneyê/jikilê wawik û berfî xemilandî bi dehan salan e nepeniya xwe diparêze. Lewre li Misira kevn hesinxane tune bû û karê hesinê jî pirr kêm bû ku debanê xencerê hê jî jeng negirtiye. Komeke pisporên Îtalyanî û Misirî bi skeptroskopê li ser pêkhateya kîmyayî ya xencerê analîzên xwe pêk anîn ku encam û dîtinên pisporan di kovara Meteoritics & Planetary Science de cihê xwe girtiye.

Pispor ji analîzên pêk hatî nîkela bi şopên kobaltê bidest xistine û ev jî destnîşan dike ku debanê xencerê bi parçeyên gûstêrê hatiyê çêkirin û herwiha ji lêkolînekî ku li hawirdora gora Toetenchamon pêk hatibû, parçeyên gûstêrê hatibû bidest xistin. 

Metîn Eser 

Çavkanî: De Morgen

Bersivekê binivîsin