Xelkê Şengalê Nakokiyên Siyasî Qibûl Nakin

Xelkê Şengalê Nakokiyên Siyasî Qibûl Nakin

Xelkê Şengalê Nakokiyên Siyasî Qibûl Nakin

Dema peyva şengal dête guhê min, dîrokek pirr ji nehametî, derdeserî, ferman û gelkujiyê dête hizra min, ew devera bi sedan salane li ber xwe dide pêxemet ol, netewe û axa xwe, şengal her ji kevin de armanca dujminan bû û di dagîrkarî û şerên berdewam de meydana man û nemanê bû, dîrok dîdevane ka çend ferman û gelkujî li şengalê hatine encamdan û ka çawa heya nuha jî perrên dîrokê bi berxwedan û tekoşîna xwe tejî kirine û egerê (sebeba) hemû kuştar û dagirkariyan li ser êzidiyan ol bi pila êkê û netewe bi pila didwê bûn.

Ji ber êzidiyatî her ji dêr zemande ola şengalê bûye lew dibû sedemek were dagîrkirin û ola wan were guherrîn û malumulkê wan bihête talan û wêrankirin, lê şengal mîna kelheka asê û xwedan çiyayekê bi hêz bersiva gişt dagirkaran dide û dastanên pirr ji qehremanî û tekoşînê bi saya qehremanên xwe tomardikirin heya nuha jî navê wan xebatkaran di dîrokê de deng diden û bi xwedan helwîst li qelem diden, di pitiriya qirrkirin, ferman, gelkujî û kuştarên li şengalê qewimîn de mêr rastî kuştinê dibûn û keç û jin di hatine laqekirin (îxtîsabkirin), mal û saman, qub û nîşangehên olî jî rastî wêrankirinê dihatin, hêş birînên sedsaliya fermanên din nehatîne ji bîr kirin mînak (fermana mîrê kor mihemed rewanduzî û fermana bedirxan paşayê botan) bi hevkariya osmaniyan û birînên nû yên peqînên terorî li sîba şêx xidir û gir ozêr li 14 tebaxa 2007 an, terorîstên daîşê û ehlê qetl û kizb û nîfaqê li bin alayê reş û siloganên ellahûekber û ayatên nîkah û qetlûamê li 3 î tebaxa 2014 an de bi ser şengalê de girtin û komkujî pêkanî bi taybet li gundê koço, keç, jin, zarok, pîr û ixtiyar revandin û hemû cunên eşkencedanê digel bikaranîn mînak serbirrîn, lêdan, birrsîkirin, tawanên regezî û derûnî yên wijdan hej û hwd. li ber çavên hemû cîhana guhşorr.

Lê nuha şengal buye qada nakokiyên part û layenên siyasî ji ber vê çendê xelkê wê nikarin derbazî şengalê bibin û di nav nakokî û dijayetiyên wan de bijîn û bibin parek ji wan; li dûv medyayên lokalî pitir ji (15 ) hêzan li şengalê hene û her partek li dûv berjewendiyên xwe lê dimîne û hezdikin şengal bibe parek ji wan, lê hebûna van hêzên dij wê ayîndeya (pêşeroja) xelkê şengalê ber bi aqarekê nadiyar bibe û beydera wê her yek ji aliyê xweve dete bayî, lew xelk van nakokiyan qibûlnaken û hêş birîna şengalê sarrêjnebûye û li hiviya vegerra keç, jin, zarok û ixtiyarên xweye û hêş şengal dayîkek cigersotiye û li benda cigerên xweye ji ber hindê êdî nikare barê nakokiyan helgire û bibe hevparê dijayetiya part û hêzên hemecor.

Bi texmîna min piştî şengal bi temamî were rizgarkirin û azad bibe fere giştpirrsiyeka (referandumeka) taybet ji xelkê wêre were sazkirin û gel birryarê bide kî û çewa şengal were birêvebirin û jiyandin da encamên xerap neyên rûdan û nabe êzidî bi destê hev bihêne kuştin pêxemet nakokiyên wan hêzan , bila jibîr mekeyn şengal birîneke zamdare pêwîstî bi hekîmane nek nakokî û dijberiyan.

Sekar Kamil Osman

29.08.2016

Bersivekê binivîsin