Xebatên li ser Rojgera Behramê yên Nasayê

Xebatên li ser Rojgera Behramê yên Nasayê

NASA weşandina li derûdora 1.000 wêneyên nû yên ji rojgera Marsê (Behram) hatine wergirtin, pêk anî ku wêneyên wergirtî pirr rewşedar in. Mars Reconnaissance Orbiter (keştiya fezayî) ji sala 2005an û şûnda bi awayeke rêkûpêk li hawirdora rojgera sorinî dizivire û ji Marsê wêneyan werdigire. Mars Reconnaissance Orbiter vê carê şandina 1.035 wêneyên ji Marsê wergirtibû, pêk anî ku cara pêşin e ewqas pirr wêne ji NASAyê re tê şandin, û ji vê şandeyê dîmenên bêemsal yên ji Marsê dertê.

Rêvebirê Planetary Image Research Laboratory, Alfred McEwen, ji kovara Popular Science re wiha dibêje; “Mars Reconnaissance Orbiter (MRO) bi salan e şandina wêneyên ji Marsê pêk tîne, lê vê carê şandeyeke pirr mezin şandiye. Du sebebên vê yekê hene; yek, bi tenê di her 26 meheyan de carekê dema herî baş û guncaw ya şandina wêneyan di navbera Marsê û rojgera me de pêk tê û a dudoyan jî, di meha tîrmehê de li Marsê ekînoksa payîzê (wekheviya dirêjbûnê ya şev û rojê) bû ku ji ber ekînoksa payîzê ji MROyê re derfetên wergirtina wêneyên ronîdar çêbû.” Wêneyên ji Marsê bi HiRISEyê hatine wergirtin, kamerayeke pirr pêşketî ku zanyar bi vê kamerayê dikarin bi berfirehî li ser rûyê Marsê analîz û lêkolînên xwe pêk bînin. Weke mînak, dîmenên ji HiRISE dikarin alîkariya cihên daketinê destnîşan bikin.

Metîn Eser

Çavkanî: NASA

Bersivekê binivîsin