Xalek Hevpar Ya ‘Çepgir û Sosyalîstên’ û ‘Mislimanên’ Tirkan

Xalek Hevpar Ya ‘Çepgir û Sosyalîstên’ û ‘Mislimanên’ Tirkan

Xalek Hevpar Ya ‘Çepgir û Sosyalîstên’ û ‘Mislimanên’ Tirkan

Min berê gelek caran anî zimên û hîn jî dibêjim; ‘Çawa ku çepgir û sosyalîstên Tirk tenê digotin (û gelekê wan hîn jî dibêjin) Mozambîk, Kuba, Wîetnam, Çîn, Emerîkaya Latînî, Wenezûela û hwd. û tenê nabêjin Kurd û Kurditan, wisa jî ‘Mislimanên’ Tirk jî digotin (û niha zêdetir dibêjin) Fîlîstîn, Çeçenîstan, Bosna, Iraq û hwd. û qet nabêjin Kurd û Kurdistan.

Çawa ku çepgir û sosyalîstên Tirk (heta em dikarin ku gelek çepgir û sosyalîstên cîhanê jî tevlî van bikin) parastina azadî û serxwebûna welatên ‘çepgir û sosyalîstên’ ku me li jorî nivîsandin ji bo xwe wekî peywirekê dibînin, wisa jî ‘misilmanên’ Tirk jî (em dikarin gelekên cîhanê jî tevlî van bikin. Heta bê Tirkan ‘misilmanên’ wekî Ereb û Farisan jî di heman fikirê de ne) parastina azadî û serxwebûna welatên ‘misilmanên’ ku me li jorî nivîsandin û gelekên din  ji bo xwe wekî peywirekê dibînin. Lê îcar gava ku mijar dibe azadî û serxwbûna Kurdan û Kurdistanê ‘çepgir û sosyalîst’ û ‘misilmanên’ Tirk bi awayekî deraqilane tên li ser heman fikirê radiwestin û dibin hevpar.

Bi qasî ku min bi çavên serê xwe dîtiye û bihîstiye him ‘çepgir û sosyalîstên’ Tirkan him jî ‘misilman’ û Îslamciyên Tirkan ji têkoşîna Kurdan ditengijin û ji gotina Kurdistanê jî gelekî aciz dibin. Bi ya wan be em Kurd bi vê rewşa xwe ya îroyîn razî bin û zêde qala mafên xwe yên xwezayî, Xwedayî û neteweyî nekin.

Lê gava ku em ji wan dipirsin; ‘gelo ma çi cudahiya me ji Filîstiyan, Çeçenan, Boşnakan û filan û bîfanan heye ? Çi cudahiya me ji Vîetnamiyan, Emerîkayiyên Latînî, Kubayiyan û filan û bîfanan heye ?’ disekinin. ‘Nizanim çi û filan û bîfan’ dibêjin û disekinin. Bersivek aqilane, bersivek ku mirov bi dilrehetî bibêje ‘erê wele, hûn rast dibêjin’ nadin. Jixwe nikarin bidin jî. Ji ber ku ne sosyalîzm li dijî azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê ye (li gorî self-determînatîonê) ne jî Îslamiyet li dijî ye (Hûcûrat/13, Mumtahîne/8-9, Makezagona Medîneyê). Tenê Tirkên ku ji xwe re dibêjin ‘em sosyalîst in’ û yên ku ji xwe re dibêjin ‘em misliman in’ li dijî azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê ye (hûn dikarin bi dilrehetî Ereb û Farisan jî tevlê wan bikin).

Ji bo ‘çepgir û sosyalîstên’ û ‘misilmanên’ Tirk ez dixwazim du mînakan bidim ku li ser van mînakan di heman fikirê de ne. Ev mînakan çi ne?

Ji van mînakan yek Kurd û Kurdistan e. Wekî ku me li jorî jî anî zimên gava ku mijar dibe azadî û serxwebûna Kurdan û Kurdistanê ev herdu alî jî li ser heman fikir û ramanê digihêjin hev. Ger ku hûn dixwazin van herdu aliyan bînin ser heman fikir û ramanê, ji wan re tenê qala azadî û serxwebûna Kurdan û Kurdistanê bikin.

‘Çepgir û sosyalîstên’ Tirk di vê mijarê de rûyên xwe yên kemalîzmê didin ber çavan. Dijî (mina) tiya xwe ya li hemberî Kurdistanek azad û serbixwe dikin û nakin nikarin veşêrin. Dibin parastvanên herî xurt yên sînorên Mîsaq-i Millî. Ji bo vê rastiya xwe veşêrin jî (jixwe me got ha, dikin û nakin nikarin veşêrin) her tim peyvên wekî ‘biratî, wekhevî, aşitî’ (bi qewlê mamoste Îsmaîl Beşîkçî peyva enternasyonalîzmê) di devên xwe de diçûn. Yanê ya ji bo wan bi rastî girîng ne wekhevî û aşitî û biratî ye. Ew bi van gotinan dixwazin ku dîrokê bi me bidin dubare kirin. Yanê bi awayekî eşkere dikin ku me bixapînin û em dev ji Kurdistanek azad û serbixwe  berdin. Li ser navê enternasyonalîzmê dixwazin rê li nasyonalîzma me bigirin. Îcar divê ‘’çepgir û sosyalîstên’’ tirk baş bizanibin  ku ji xeynî çend rêxistin û partiyên Kurdan piraniya Kurdan ne sosyalist û komunîst in. Gelek Kurdên ku mensûbê rêxistin û partiyên çepên Kurd in jî xwe wekî sosyalist û komunîst nabînin. Heta sosyalizm û komunîzmê wekî heqaret qebûl dikin.

Îcar ‘misilmanên’ û Îslamciyên Tirk jî wekî ‘çepgir û sosyalîstên’ xwe nêzîkê me Kurdan dibin. Heta ji wan xerabtir in. Ew jî bi heman gotinên pûç û vala û bêbingeh nêzîkê me dibin û dixwazin em Kurdistanek azad û serbixwe qet nefikirin. Yanê ew jî dibêjin ‘em birayên hev in. Xwedayê me, pêxemberê me, Qurana me, hemû yek in. Em çi xweş, bi biratî û wekhev di vî welatî de dijîn. Erê hin tiştên nebaş qewimîn. Tiştên ku divê nebûyana bûn lê dîsa jî em li pêşerojê binêrin û em nekevin qefka ‘diş mîhraqan’’ û hwd.  Yanê çawa ku ‘’çepgir û sosyalîstên’’ wan bi slogana ‘’biratiya gelan’’ û ‘’enternasyonalîzmê’’ nêzî me dibin ‘’mislimanên’’ wan jî bi dirûşma ‘’biratiya Îslamê’’ û ‘’yekîtiya ummetê’’ nêzî me dibin.

Gelo Xwedayê me , pêxemberê me, Qurana me û we tenê yek in ? Li cîhanê em û we tenê misilman in ?  Li ser rûyê cîhanê (ku ‘di navbera erd û ezmên de çi hene hemû yên Xwedê ne, milkê Xwedê ye’ Sûreya Şûrayê / 49, Sûreya Zûmerê / 44, Sûreya Nûrê / 42, Sûreya Tewbeyê / 116, Sûreya Maîdeyê / 120, Sûreya Alî Îmranê / 189) nêzî 2 mîlyonan misilman dijîn, yekîtî ji bo me û we tenê ferz e ? Gava ku Fîlîstîn, Çeçenîstan û welatên ‘misilmanên’ din azadî û serxwebûna xwe dixwazin ummet perçe nabe, ne guneh û heram e lê gava ku em Kurd azadî û serxwebûna xwe dixwazin ummet perçe dibe, dibe guneh û heram? Ma îcar Xwedayê (e.c.) ku hûn dibêjin Xwedayê me û we ye, di Qurana me û we de ne gotiye ‘Ey mirovino! Me hûn ji jinekê û mêrekî sadir kirine. Û me hûn kirine qebîle qebîle, netew netew, ji bo ku hûn hevdu NAS BIKIN (înkar nekin) (Sûreya Hûcûratê / 13) ? Dîsa pêxemberê (s.x.l.) ku hûn dibêjin pêxemberê me û we ye di hedisek xwe de ne gotiye ‘Ji we yek nabe bawermend, heta ku ji bo xwe çi dixwaze ji bo birayê xwe jî wî tiştî bixwaze (Buxarî, Muslîm)’’ ?

De îcar kîjan ‘misilman’ û Îslamciyên Tirkan û Ereban û Farisan van bingehên Îslamê qebûl dikin ?  Bi dev dibêjin erê lê gava ku em li kirin û pratîkên wan dinêrin ti eleqeya wan bi van bingehên Îslamiyetê tune ye.

Mînaka me ya duyemîn jî Fîlîstîn e. Ji ber ku Fîlîstîn him ji bo ‘çepgir û sosyalîstên’ Tirk him jî ji bo ‘misliman’ û Îslamciyên Tirk mijarek krîtîk e. Herdu alî jî bi awayekî eşkere û bêhempa azadî û serxwebûna Fîlîstînê dixwazin. Li gorî ‘çepgir û sosyalîstan’ Îsraîl kapîtalistê herî mezin e, hevkar û piştgiriyê Emerîkayê ye. Fîlîstîn jî welatekî bindest e û divê ji vê bindestiyê rizgar bibin û bigihêjin azadî û serxwebûna xwe. Heta em dizanin ku gelek ‘çepgir û sosyalîstan’ bi awayekî aktîf ji bo Fîlîstîn û Fîlîstiyan li dijî Îsraîl şer jî kirine.

‘Misliman’ û Îslamciyên Tirk jî di mijara azadî û serxwebûna Fîlîstîn û Fîlîstîniyan de ji ‘çepgir û sosyalîstên’ xwe ne dûr in. Li gorî ‘misilman’ û Îslamciyan jî Îsraîl dewleteke Siyonîst e, dijminê hemû misilmanan e, Xwedê lanet li wan kiriye, Mescîd-î Eqsa ku qiblegeha pêşîn e ya  misilmanan e (ya rast ne wisa ye), divê ev der ji wan were stendin û hwd. Jixwe Fîlîstîniyan jî birayên ‘misilmanan’ e, Fîlîstîn jî welatê  wan e. Divê ew jî azad û serbixwe be.

Gava ku em li vê rewşê dinêrin bi rastî jî em tu cudahiyê di navbera ‘çepgir û sosyalîstên’ û ‘misilmanên’ Tirk de nabînin. Li hemberî Kurdan û Kurdistanê di nav tevgereke dijî(mina)tiyê de ne lê li hemberî Fîlîstîn û Fîlîstiyan jî di nav tevgereke azadîxwaz û serxwebûnxwazê de ne. Azadî û serxwebûnaxwaziya Fîlîstîn û Fîlîstiyan ji bo ‘sosyalîstan’ ji bingehên ‘sosyalîzmê’ ye (mafê wan e ku qedera xwe bi destên xwe tayîn bikin), ji bo ‘misilmanan’ jî ji ferzên Xwedê ne (!). Lê ji bo Kurdan û Kurdistanê rewş berovajî ye. Ger ku Kurd û Kurdistan azad û serbixwe bibin li gorî ‘sosyalîstan’ dê têkevin bin qontrola emperyalîst û kapîtalîstan, li gorî ‘misilmanan’ jî dê ummet perçe bibe, ‘nîfaq’ dê têkeve nava ‘misilmanan’ û gelên din jî dê azadî û serxwebûnê bixwazin. Dibêjin qey ji bilî Kurdan û Kurdistanê bi hezaran gel û welat hîn bi Dewleta Tirk ve girêdayî mane û Kurd jî neteweke ji rêzê ye.

Welhasil-î kelam di mijara azadî û serxwebûna Kurdan û Kurdistanê de hemû aliyên Tirkan, Ereban û Farisan yek in, hevkar û hemfikir in. Divê em Kurd baş zanibin ku ne xêra ‘sosyalîstên’ wan, ne xêra ‘misilmanên’ wan li me heye. Loma jî divê em bi ya pêşiyên xwe yên wekî Seyda Ehmedê Xanî bikin. Çawa ku gotiye:

Ger dê hebûwa me îttîfaqek

Vêkra bikira me Înqiyadek 

Rûm û Ereb û Ecem temamî

Hemiya ji me re dikir xulamî…  

Mistefa Dewlemend

zengin-mustafa2010@hotmail.com  

03.05.2014 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin