Dawî...
Wica
Parvebike!

Wica

Oleke nûjen ya paganî ye, çend şaxên wê yên cihêreng hene û bi ramanên xwe, xwe dispêre xwezayê. Kesên ku ji ola Wica’yê bawer in, ji xwe re dibêjin Vikan. Bingeh û çavkaniya vê olê, kevneşopiyên Ewropaya Bakûr û Rojava ne, ku di sala 1950an de, li Îngîlistanê belav bûye û herî zêde jî, li Ewropa û Amerîkayê jê hatiye bawerkirin. Dînê Wica’yê, ne dînek organîze ye û di navenda vê baweriyê de, serekek dînî tune. Mezhebên ku di vê olê de hene, bi navê kevneşopiyan têne bilêvkirin. Wekî baweriya xwedawend û xweda ya duoteîst tê pênasekirin.

Du xweda û xwedawendên ku hene jî, weke hêlên cihêreng yên îlahekî panteîst têne dîtin. Herçuqasî di Wica’yê de duoteîzm baweriya kevneşopî be jî, bawerî ji polîteîzmê bigrin heta panteîzmê û heta monîzmê jî dikarin biguherin. Bi zimanê ingilizî, ji vê baweriyê re dibêjin Wicca, ku di ingiliziya kevin de tê wateya ‘cazûyê mêr, sêhirkar, şifakar û stêrnas.’

Ev peyv, ji bo jinan jî weke ‘Wicce’ hatiye bikaranîn. Piştre, tê dîtin ku peyva ‘Wicce’ ê, bûye jêdera ‘witch-cazû’ yê. Peyva Wicca’yê di sala 1954an de, ji aliyê Gerald Gardner ê ingilîz ve, ji nû ve hate bikaranîn û bû populer. Gerald Gardner wê demê endamê Komelaya Şefeqa Zêrîn ya Hermetîk bû û peyva Wicca jî, cara yekemîn di kitêba wî ya bi navê ‘Di Roja me de Cazûtî- Witchcraft Today’ hatiye nivîsandin. Gardnerî vê peyvê ne ji bo tevgerê, lê ji bo şopînerên tevgerê bikar aniye.

ing: wicca

fr: wicca

tr: vika

Ali Gurdilî

[email protected]

08.11.2015

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî        

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 08 Nov 2015 3:45

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)