Vekolerê Pispor: Sokrates

Vekolerê Pispor: Sokrates

Vekolerê Pispor: Sokrates

Sokrates, damezrînerê felsefeya ehlaqê ye û di heman demê de kesê ku rêbaza <bi awayekî sereqet bi riya pirsîna pirsan gihêjtina heqîqetê> ava kiriye, dîsa ew e.  

Sokrates, ji xelkê Atînayê ye û li Atînayê hatiye dinyayê. Di dema qirna zêrîn a Atînayê de jiyaye. B.Z. di sala 470 an de hatiye dinyayê, bûye bavê sê zarokan û B.Z. di sala 399 an de çûye ser heqiya xwe. Di ciwaniya xwe de bala xwe daye fîlozofên beriya dema xwe û li berhemên wan baş hûr bûye. Fîlozofên beriya Sokrates, ew fîlozobûn ku dixwestin bi rê û rêbazên cihêreng bi dinyaya xwezayî bizanibin.  

Sokrates, di bin bandûra du taybetmendiyên girîng yên wan fîlozofan de maye û ku li gor baweriya wî, ev du xal/taybetmendî du aliyê qels yên teoriyên wan fîlozofan bû. Xala qels ya yekemîn, lihevnekirina wan bû. Teoriyên wan, gelekî tevlîhev bibûn û mîna teoriyên dijber xwiya dikirin. Di nav xwe de jî, lihevhatineke wan a hevpar qet tunebû. Herçuqasî derheqê dinyayê de ramanên balkêş û sergerm raber kiribin jî, bala xwe zêde nedane rexneyan. Ji ber vê yekê jî, bêguman mirov nikare bi rastî yan çewtiya wan teoriyan bizanibe. Belam, lidijderketina Sokratesî ya duyemîn jî ev yek bû: Mirov bi rastiya wan teoriyan bizanibe jî, ti feydeyeka sepandina/cibîcîanîna wan teoriyan tunebû.

Ango di pratîkê de, feydeyeka wan tunebû. Zanîna dûrahiya Rojê, dê çi li jiyana me ya rojanê zêde bikira û dê bandûreka wê a çawa hebûya gelo?  Bêguman tu bandûra zanayiyên bi vî rengî, li ser tevgerên me tunebû. 

Ê baş e, divabû me bi çi bizaniba? Kîjan zanayî, bêtir bi kêrî me dihatin? Belê, beriya her tiştî divabû me bizaniba ka em ê çawa bijîn û em ê çawa bikaribin jiyana xwe berdewam bikin. Tiştê ku pêdiviya mirovan bi wan hebû, bêtir ev cure zanayî bûn.

Lewma jî pirsên ku ji bo me girîng bûn, pirsên bi vî rengî bûn: 

  • Baş çi ye?
  • Rast çi ye?
  • Edalet/dad çi ye? 

Heke em bi bersivên pirsên navborî bizanibin, bêguman dê bandûreka wan ya erênî li ser jiyana me hebe. Sokrates, ti caran ne gotiye ku ez bersivên wan pirsan dizanim. Belam, li kesekê ku bi wan pirsan bizanibe jî rast nehatiye. Wekî tê zanîn, zanyarê Delhoiyê berê ji bo Sokratesî gotibû ku ew mirovê herî zanyar e. Belam Sokrates, beriya wî ji xwe gotibû ku <ez bi tiştekê nizanim û tekane tiştê ez pê dizanim jî, ev yek e.> û lewma jî, wê gotina zanyarê Delphoiyê bi vê yekê ve girê dida. 

Di wê demê de, mirov hê derheqê dinyayê de jî ne xwediyê zanayiyên rastbûn û zanayiyên/teoriyên ku derheqê tevgerên mirovan de bûn jî, hema hema mirov dikare bibêje ku tunebûn. Lewma jî Sokrates li kuçe û kolanên Atînayê digeriya, bi xelkê re li ser siyaset û ehlaqê diaxiviya û pirsan ji wan dikir. Pirsên Sokrates gelekî balkêş bûn û ji ber vê yekê jî, xelk li hawirdora wî diciviyan û hewl didan ku bikaribin ligel wî bikevin guftegoyê. Bi taybetî jî, pirsên wî gelekî bala ciwanan dikşand. 

Rêbaza Sokrates herdem heman rêbaz bû, Ji têgeheke ku di jiyana me de xwediyê roleka girîng e dest pê dikir û pirsên wiha dikir: <Dostanî çi ye?>, <Wêrekî çi ye?>, yan jî <Oldarî çi ye?> û gelek pirsên bi vî rengî. Ji kesên ku bersivên pirsên wî didan re jî, digo hodre meydan û wiha dikir ku ew carekê din li ser bersivên xwe bifikirin û wan baştir dahûrînin. Mesela yekê bigota ku <Wêrekî, liberxwedan e.>, wê demê Sokrates jî digo <Wê demê rikdarî çi ye? Mirovên rikdar jî, bi sebreka mezin dikarin li dijî zordariyên jiyanê yên pirtexlîd li ber xwe bidin. Ma wêrekî ev e gelo? Ma tiştê ku hûn wê diecibinîn, ev yek e?> Piştî gotinên Sokrates, mirovên ku bersiva wî didan, bivênevê diketin gumanê û carekê din, li ser fikrên xwe diponijiyan.

Ev awayê/rêbaza pirsyarîkirina Sokratesî, gelekî navdar bû û bi riya vê rêbazê, bi derbekî du derfet derdiketin holê. Piştî pirsyarîkirinê kesên ku digotin em bi bersivan dizanin yan jî wiha zen dikirin, têdigihiştinê ku ew bi bersivan nizanin. Derfeta duyemîn jî ew bû ku piştî pirsyarîkirinên Sokrates, meyl û bala xelkê bêtir diçû ser wan pirsên felsefîk.

Di dawiya pirsyarîkirinan de jî, Sokrates ti caran gotina xwe ya dawî nedigo û wiha dikir ku temaşevanên wan nîqaşan, bêtir li ser pirs û bersivan bifikirin. 

Tiştê ku li pişt hevokan veşartiye çi ye?

Dema ku Sokrates pirsa <Edalet çi ye?> pirs kiriye, bêguman bersiva ku wî dixwest bibihise ne tenê danasîna/pênaseya wê bûye. Li gor bîr û baweriya Sokrates, peyva <Dadmend/Edaletperwer> ê, ji layê gelek mirovan ve ji bo biryar, yasa û peymanê jî tê bikaranîn. Lê taybetmendiyeka hevpar ya wan peyvan heye, ku ew jî edalet e. Tiştê ku Sokratesî dixwest pê bizanibe û wê derxe holê jî, çawaniya wê xala/taybetmendiya hevpar bû. Ango Sokrates dixwest ku bi wê hilika edaletê bizanibe, ku mirov dikare wê weke rasteqîniyeke razber/nedîtbar jî biwesfîne.  

Ev ramana wî di berhemên şagirtê wî Platon de, dê bibûya baweriyeka îdeayên nedîtbar. Di felsefeya heyînê ya Platon de, heyînên rasteqîn îdea ne û hemû heyînên ku li cîhanê hene jî, texlîdên/qopiyên îdeaya ne. Ango heyînên esîl, îdea ne.  

Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku ramanên Sokratesî, bandûreka hilweşîner afirandiye û rê li aloziyan vekiriye. Sokrates, pirsyarîkirinê fêrî mirovan dikir û nezaniya desthilatdar û rêveberan radixiste holê. Ji ber vê çendê jî ligel hezkarên wî, gelek kesên ku qet jê heznedikirin jî hebûn.  

Di şahiyên bajarên Atînayê di şanoya <Ewr> ê (B.Z.423) ya Aristophanesî de, tinazên xwe bi Sokrates kirine. Di dawiyê de rêveberên wê demê, bi tawana ku ciwanan ji rê derdixe û baweriya xwe bi xwedayên Atînayê nayne, biryara girtina wî didin. Sokrates tê girtin û darezandin. Di dawiyê de, biryar tê girtin ku bi jehriyê were kuştin.      

Darezandin û kuştina Sokrates, di dîroka ramanî de ji bo tragedyayan bûye çavkaniyeke mezin. Di dîroka ramanî de fîlozofê herî navdar, bêguman Sokrates e. Sebebê vê yekê ê herî mezin jî, helwesta wî ya şikber e. Sokrates, bi şik nêzîkî têgehên felsefî bûye û wan bi awayekî şikber dahûrandiye. Ev helwest û sekna wî, ji wê rojê ve bûye teybetmendiyeke girîng ya felsefeyê. Ji xwe wî jî berê gotiye, ku ez ne xwediyê dazanîneke erênî me û bi tenê, pirsên min hene. Belam em baş pê dizanin ku li pişt wan pirsên wî, bawerî û ramanên wî yên bingehîn hene û ew bi vî hawî hatine veşartin.  

Yek ji wan baweriyên wî ev bû: <Mirovek dema ku rastgo be, kesek nikare zererekî rasteqîn/mezin bide wî/wê. Di jiyana  me de, gelek bûyerên pîsadî hene û dibe ku mirov, rojekê hemû mal û milkên xwe wenda bike, yan jî rastî neheqiyekî bibe û bikeve hepsê. Belam piştî demekê, dê ev teşkele biqedin. Bûyerên bi vî rengî, girêdayî qismeta mirov in û rojekê, nema têne serê mirovan. Lê ya girîng, pakijiya giyana mirov e û tiştên mayî jî, hewqasî jî ne girîng in. Ji bo mirovekê bextreşiya herî mezin, rizîna/pûçbûna giyan e. 

Ji ber vê yekê ye ku berxwedana li hemberî bêedaletiyê, ji bêedaletiyê çêtir e. Çimku tevgerek bêedalet, bêtir zererê dide mirovan. Lewma jî divê em gunehê xwe ne bi mezlûman, lê bi yên ku niheq in û bêedaletiyê dikin, bînin.>     

Ji ber vê bawerî û dazanîna Sokrates, Stoaperest rêz û qîmeteka mezin didin Sokrates û sed salan piştî mirina wî, li ber çavê wan Sokrates dibe xoşewîstekî laîk û lehengekî mezin. Dîsa Sokrates wiha bawer dikir ku ti kes, bi hemdê xwe û zanetî, çewtiyan/xirabiyan nake. Heke însanek bizanibe ku tevgera wî tevgerek xirab e û têbigihêjê, bêguman dê wiha tevnegere. Na heke însanek bi xirabî tevgeriyabe, ev yek tê wê maneyê ku ji xwe ew tênegihêjtiye tiştê ku dike.

Di encama vê nêrîna Sokrates de, pirs û ramanên wî bûne mijara zanayiyê. Ji ber vê qeneeta xwe ye ku Sokrates bi awayekî bêrawest daye dû bersiva pirsa <Edalet çi ye?> û gelek pirsên din yên bi vî rengî. Çimku li gor baweriya wî; heke me bi bersiva tiştekê bizaniba, wê demê bivênevê dê em ê bi edalet tevbigeriyan. Di felsefeya Sokrates de, lewma jî mirov dikare bibêje ku lêgerîna zanayiyê û xwesteka erdemîtiyê, heman tişt in.  

Li hemberî xwe rastgo be

Fîlozofekî ji Sokrates navdartir heye yan tune, bi rastî jî mirov baş nizane. Lê fîlozofê ku gotiye divê mirov beriya her tiştî ji bo xwe rastgo be û vê yekê wekî erkekî şexsî nirxandiye, bêguman Sokrates e. Bandûra vê ramanê, di gelek serdeman de berdewam kiriye û xwe gihandiye roja me jî. Sokrates ji bo gotina rastiyên xwe, mirinê jî daye ber çavê xwe, ji ber tirsa zilimkarên wê demê nereviyaye û bi jehriyê hatiye kuştin.

Bêguman, mirov dikare bibêje ku di vî warî de Sokrates pêşengek e. Mesela Hz. Îsa wiha dibêje: <Piştî ku te xwe wenda kir, tu bibî xwediyê cîhanê jî feyde nake.> 

Dîsa Shekespeare jî wiha gotiye: <Beriya hemû tiştan, li hemberî xwe rastgo be.>

Dîsa mirov dikare bibêje ku di cibicîkirina prensîpa pirsyarîkirina hemû tiştan de, rolê Sokrates ji hemû mirovan zêdetir e. Ji ber ku bersiv jî diketin ber pirsyarîkirinê, bersivên ku ne guncan in jî nayên pejirandin. Sokrates ji vê yekê dest pê kiriye û bi riya pirs û bersivan, rêbaza diyalektîkê di navenda felsefeyê de bi cih kiriye. Ev rêbaz, ji wê rojê ve li cihê xwe maye û tê bikaranîn. Helbet mirov dikare bibêje ku ji bo hemû cure fêrkirinan ne guncan e. Mesela heke mexseda we derheqê mijarekî de agahdarkirin be, ev rêbaz ne guncan e. Lê ji bo pirsyarîkirinên zanyariyên mirovan, rêbazek bêhempa ye.  

Dîsa mirov dikare bibêje ku ji bo xurtkirin û geşkirina têkiliyên mamoste û xwendekaran, rêbazek xwedîbandûr e. Bi riya vê rêbazê, mamoste bêtir têdigihêjin astengî/dijwariyên xwendekaran û mamoste berê wan dijwariyan, dide aliyê xwe. Ji vê rêbazê re <Rêbaza Sokrates> hatiye gotin û îro jî, bi heman navî tê naskirin.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

28.10.2014         

Jêder

1- Dîroka Felsefeya Rojavayê. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin