Vedîtina Neh Stêrkên Mezin

Vedîtina Neh Stêrkên Mezin

Navenda zanyariyê ya ESA/Hubble ragihand ku esmannasên zanîngeha KU Leuven, bi teleskopeke fezayî ya bi navê ‘Hubble’, li der û dora kozmosê neh stêrkên mezin vedîtine.

Di nava stêrkên vedîtî de, cihê xwe weke koma herî mezin û dîsa ya herî giran digire. Di nava komika R136 ya ewrên qûchgirtî yên bi navê Tarantulayê tên zanîn, ku ew jî di nava Ewra Macellanî de, bicih bûne. Stêrkên vedîtî bi 170.000 salên ronahiyê ji me dûr in. R136 tenê bi chend salên ronahiyê ji me dûr e, lê di nava xwe de stêrkên mezin, giran, germ û bisewq dihewîne. Stêrka herî giran beriya vê vedîtinê di nava komika R136a1ê de bû û li der û dora 250 caran ji rojê mezintir e (ji giraniya rojê), weke stêrka herî giran hatibû pîvandin û bi enerjî berdanê ya ultravioletî navdar e. Lêbelê neh stêrkên vedîtî ne tenê mezin in, herwiha pirr jî bi shewq in. Ronî dayina neh stêrkan 30 mîlyon caran ji ronî dayina rojê zêdetir e û ji lewre jî hinek stêrk zû bi zû vedimirin. Temenê stêrka li der û dora 3 mîlyon salan tê pîvandin. Her yek ji stêrkan bi qasî giraniya gerdûnê bi bayê re materiyal ber didin. Dawiya dawîn pishtî vemirîna stêrkan dîtina qulên li ser stêrkan hêsantir dibe. Di vê lêkolînê de Alex De Koter û Hugeus Sana ku bi zanîngeha KU Leuvenê re dixebitin jî cih girtine.

Werger: Metîn Eser / Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin