Vedîtina Çar Rojgerên Nû

Vedîtina Çar Rojgerên Nû

Vedîtina li derûdora 100 rojgerên ku ne di rêgeha rojê lê yên di rêgeha stêrkeke din in (jê re “exoplanet” jî tê gotin), li ser kovara The Astrophysical Journalê ji aliyê esmannasan ve hatiye ragihandin. Ji sedî 33 rojgerên vedîtî bi qasî du caran ji rojgera me mezintir in û hema hema tevahiya rojgerê weke rojgera me ji baxir û metalan çêbûye.

Vedîtina 4 rojgerên mezin yên ku pirr dişibin rojgera me, li hawirdora stêrkeke bejnbost ya sorinî re dizivirin pirr balê dikişîne. Stêrka bejnbost ya sorinî ku jê re K2-72 tê gotin, ji rojê kêmtir bi zeraq û tîn e-germahî ye, lê ji ber ku rojger pirr nêzikî wê stêrka bejnbost in tînê-germahiyê ji wê stêrka bejnbost werdigirin da ku bikaribin avê çêbikin û ji ber vê jî jiyana li ser rojgeran ne ji rastiyê dûr e.

Rojgerên nû bi teleskopa fezayî ya Amerîkanî ku bi navê Kepler tê zanîn, hatine vedîtin. Pirraniya xebatên ku bi teleskopa Keplerê hatine kirin, di navbera salên 2009 û 2013an bû, ku piştre teleskopa fezayî xera bibû.Ji 197 rojgerên navkirî ku bi teleskopa Keplerê hatine vedîtin, 104 rojger piştî pîvanên bi teleskopên mezin yên li ser rûyê erdê hatine tesdîq kirin. Lêkolîner Ian Crossfiels ê ji zanîngeha Arîzonayê ye wiha dibêje; “Dawiya vê lêkolînê de em li benda vedîtina 500 heta 1.000 rojgerên nû ne û dê pirraniya rojgerên vedîtî pirr nêzikî stêrkên bejnbost bin. Teleskopên pêşketî yên weke James Webb Space Telescope û European Extremely Large Telescope ya 39-metreyî dikarin xebatên xwe li ser atmosfera rojgeran û lêgerîna jiyana li ser rojgeran pêk bînin.

Metîn Eser

Çavkanî: De Volkskrant 

Bersivekê binivîsin