Tirsa Mirinê

Tirsa Mirinê

TIRSA MIRINÊ

   Tirsa mirinê; awê  ku tê zanîn tirs û xof a ku dawiya mirov ya li ser vê cîhanê ye. Pirî kes ji mirinê ditirsin û piştî mirinê difikirin ku ka wê çi bibe. Awê ku tê zanîn bi seda bîr û bawerî hene di derheqê piştî mirinê de. Di nivîseke min de min behsa hinek ji wan dîtane yê piştî mirinê sekinîbûm. (http://www.felsefevan.org/fetlenka-nependi-mirin.html) Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim li ser tirsa mirinê û çend kesê ku di dema mirinê de çi bertek nîşan dane bisekinim. 

  Gava ku em dinêrin em bi seda feylesof û ramanwer bîr û baweriyê xwe yê di derheqê tirsa mirinê de derpêş kirine. Ka em jî li ser çend feylosof, ramanwer û li ser fikrên wan ê li ser tirsa mirinê bisekinin. Feylesofê yewnan ê navdar Epîkuros li ser tirsa mirinê sekiniye û wiha gotiyê: “Mirin, ji windakirina hiş û xewa neşikandî û giran pêştir ne ti tiştekiye. Ji ber vî tirsa mirinê bêwate ye. Lewra hetanî ku ez hebim mirin tune ye û ku ji xwe mirin hat û pê de jî ez tune me.”

   Di sedsala bîstemîn de feylesof û matematîkzan Ludwig Wittgenstein vê dîtane ya Epîkuros hinek din pêş de biriye. Li gor Wittgenstein mirin ne di nav vê jiyana ku em dijîn de ye, mirin di dema jiyanê de dernayê holê. Ji ber vî jî tirsa mirinê ne beraqil(rasyonel) e.

   Gava ku em dinêrin di derheqê tirsa mirinê de Seneca jî wiha gotiye: “Ji bo ku em ji heqê tirsa mirinê derkevin, divê ku em her daîm mirinê nefikirin.”

     Augustînus jî dibêje: “Mirin, birîna sezayên ê ji bo guneh û binasên mirova ye û ji bo mirov ji heqê tirsa mirinê bê der jî encax ev bi qencî, alîkarî û lutifa xwedê pêkan e.”

     Li gorî Spînoza jî ji bo ku mirov ji tirsa mirinê bifilite, rê ya yekta; bala xwe nedan a mirinê ye û hetanî ji destê mirov bê  divê mirov mirinê nefikire û ji van fikra dûr be. Spînoza wiha dibêje: “Fikr û ramanên mirovên azad û serbixwe yên herî hindik li ser mirinê ye, lewre ferzanatî ya rast ne li ser mirinê ye lê li ser jiyanê pêk tê û diqewime.”

     Dîtaneyeke din jî ya di derheqê mirinê de ku yekem car Leonardo Da Vinci wê derpêş kiriye û di roja me da jî ji aliyê Pragmatîstan ve tê bikaranîn û domandin wiha ye: “Çawa ku piştî derbaskirina rojeke pir xweş xeweke neşikandî wê rojê dişopîne, mirineke bişad û bextewer jî encax piştî derbaskirin a jiyaneke xweş û geş pêkan e.” Û li gorî van feylesof û ramanwera tirsa mirinê encamê neşadî, hejarî û şerpezeyî yê ye. Ji bo ku tirsa mirinê ji holê bê rakirinê divê ji bo şadî û bextweriya mirovan şert û mercên herî baş bên afirandin.

     Li gor dîtaneyeke din ku ev dîtane ya dawî ya vê nivîsê ye jî ev e: Fikr û ramanên Martin Heidegger û Jean-Paul Sartre yên di derheqê tirsa mirinê de ne. Li gor van herdû feylesofa tirsa mirinê: “Divê her daîm di hişê mirov da be û ew ewrazêk pir girîng e ji bo jiyaneke rast, heq û biwate.” 

     Gava ku em dinêrin em dibînin ku Friedrich Wilhelm Nietzsche jî di heman fikrê da bû ye. Lewra wî wiha gotiye: “Bêhizûrkirin û nerehetkirin a mirinê litufek mezin e; bêsekn min nivîst û her nivîst, lewra ez wiha difikirim ku tiştê divê ez wan binivîsim he ku ez wan nenivisînim ez ê bimrim.” Û ev jî wateyek xistiye jiyana wî          .

     Bi hebûn û zanîna hewqas dîtane, bîr û bawerî jî disa mirov dema mirinê difikire û dixwaze bizanibe gava ku mirov di sekeratê da be mirov çawa hest pê dike, dê mirov çi bifikire û gelo wê mirov di rewşeke hizrî ya çawa da be?

     Ev rastiyeke ku ti candar van hest û pejnan nizane û wisa xuya dike ku hetanî mirov nekeve sekeratê jî wê ti car nebe xwedî agah di derheqê vê mijarê de. Ez niha dixwazim li ser yekemîn ramanwer û nivîskarê tirk ê materyalîst Beşir Fuad bisekinim.

     Awê ku tê zanîn Beşir Fuad xwe kuştiye. Bi vê xwekujî ya xwe ne tenê xwestiye ku dawî li jiyana xwe bîne, xwestiye ku hest û pejnê xwe yê di dema mirinê de jî ji bo çavdêriyek zanistî qeyd bike.

     Beşir Fuad ji bo xwekujî ya xwe pêk bîne çûye jûr a xwe ya xebatê. Hinek morfîn enjekteyê laşê xwe kiriye. Piştre jî bi nişter a ku hertim bi xwe re gerandiye zendê xwe ji çar cîha ve jêkiriye û hest û pejnê xwe, dîtinê xwe bi xwînsarî nivîsandiye. Ew rêzên ku nivîsiye ev in: “Min emeliyata xwe bi cîh anît, bi ti êş û janê nehisiyam. Bi herikîna xwînê hinek çîk dide. Xwîna min diherike. Xwişka jin a min hate xwarê. ‘Ez dinivîsim, min derî girtiye’ û min wê qewirand. Xwedê bereketa xwe bidê nehat hundir. Ez mirineke ji vê ya şêrîntir nasewirim. Ji bo xwîn biherike min destê xwe bişid rakir jor de. Bêhişî tê û ez ji xwe ve diçim.”

     Ji xeynî Beşir Fuad Thomas More jî dema ku miriye pir xwînsar bûye. Di sibeh a 6ê tîrmeh a 1535an de serê Thomas More tê jêkirin. Lê ew pêşiya ku wê bê kuştinê dilrehet û kêfxweş xuya dike. Dîroknivîsên herdemê wî ji devê wî wiha nivîsîne: “Bi serî jêkirinê bobelat û karesat nayên serê mirov.”

     Thomas More li hember mirinê pirî xwînsar û mêrxas bûye hemû kesên li wê der heyranê wî mane. Wekî ku here sahiyek cil û bergên xwe yê herî xweşik li xwe kiriye û gava ku gihiştiye cîhê ku wê bê îdam kirinê zêrekî diyariyê cellatê xwe kiriye. Gava ku dibîne sêpê diheje, tinaza bi ê der û dora xwe dike û dibêje: “Ez tika dikim! Hela hun bi sax û silametî min derxin serê; ji xwe gava ku ez dakevim çawa be ez ê hel bikim.” 

     Dil nake ku cellatê wî çavê wî girêbide û wî vî karê bi xwe kiriye. Peyva wî herî dawiyê jî henekek bûye: Gava ku serê xwe daniye ser gocik bimiqate rî yê xwe daye hev û bi xwar de berdaye û gotiye: “Çawa be rî yê min xiyanetê li welat nekiriye, qet nebe bile ew ney îdam kirin.”

     Mînaka min a dawiyê jî avakarê kîmya ya nûjen Antoiner Lavoisier e. Antoiner Lavoisier ji aliyê dadgeha şoreşê ve bi mirinê hatiye seza kirin. Di 51 salî ya xwe de 8ê gulana 1794an de serê wî bi giyotînê hatiye jêkirin. Lavoisier pêşiya ku serê wî bê jêkirinê  di girtîgehê de pirtûk dixweyne. Cellat gava ku tê wî bive ji bo îdamê Lavoisier ji bo ku şûna tê de maye ji bîr neke tiştekî xistiye nav pirtûkê.

     Rojekî pêşiya ku wê Lavoisier bê îdam kirin Lavoisier dişîne pey hevalê xwe yê matematîkzan û zanyar Joseph-Louis Lagrange û jê re dibêje:      -Sibê ez ê bimirim. Lê ez xaleka girîng pir meraq dikim. Gelo ku serî hate jêkirin û pê de jî mêjî ji bo demekî xebata xwe didomîne an na?

     Û piştre axaftina xwe wiha didomîne:      -Gava ku ez hatim îdam kirinê were û baş binêre. Ku serê min jê bû û ket selikê pê da ku ez du car çavê xwe bilivînim, tu zanibe ku piştî serî tê jêkirinê û pê dejî mêjî ji bo demekî dixebite.

     Lagragne daxwaz a hevalê xwe tîne cîh û dibîne ku gava serê Lavoisier jê dibe û dikeve selikê pê da, Lavoisier du car çavê xwe dilivîne.      Wekî peyva dawî, mirin rastiyek jiyanê ye  û qonaxeke ku hemû mirov dibin mêvanê wê qonaxê ye. Dixwazî bitirse yan jî netirse û dixwazî xwînsar be an jî na tu çawa dibî bibe mirin rûyê xwe ji te ba nake û te hemêz dike. Yanî mirin dilê ti kesekî ji xwe nahêle.

Emre MÛHARGÎNÎ

10.06.2016 

Bersivekê binivîsin