Tirs

Tirs

Tirs

Xewn e…

Ji ewrê ‘’şevê’’ re…

ewr,

Êdî dikarim bimirim? 

        Hin kes ji eşqê ditirsin. Hin kes ji hezkirinê, hin kes ji bêdengiyê, ji azadiyê, ji birçîbûnê, hin kes ji tirsê, hin kes ji bîrkirinê, hin kes ji ewr(!) û herkes(!) ji mirinê ditirse. Tirs. Tirs, mirin û windakirin. Bingeha tirsê mirin e, û windakirin encam e. Encama tirsê, windakirine. Federico Garcia Lorca di helbesteke xwe de wiha dibêje:’’ Ditirsim winda bikim wan her du çavên te yê bêhempa.’’ Li vir tête xuya kirin ku sedema tirsê, windakirina ‘’çav’’e. Ditirsim tu biçî, ditirsim ku ez bipêm tu neyî, ditirsim ku ez aşiqê wê/î bibim û ew jî aşiqê yekî/ê bibe, ditirsim baweriya xwe bi yekî/ê bînim, ditirsim ji tenêtiyê. Li vir bingeh tirse, encam windakirine. Tirs, hîseke wiha ye ku di her tiştê de heye lê ravekirina tirsê tuneye. Lê di civakê de tirse  nemêranî ye, qelsî ye: Kesî/ê ku bitirse nemêre.

Beriya ez behsa tirs û baweriyê bikim, hênek li vir statûya tirsê a di nav civakê de çi ye, bisekinim. Tirs bi her kesî/ê re heye. Her kes ji tiştekî ditirse û ev hîs ji însan heya însanekê diguhere. Em dikarin tirsê bikin du cur: Tirsa baweriyê û tirsa hemberê nifş. Tirsa baweriyê di giyanê meriv de heye. Însan heya pênc-şeş saliya xwe ne di wê hîsê de ye lê dema mezin dibe, ew hîs jî hêdî hêdî xwe dide der û dibe sedema baweriyeke olî. Ev jî tê wê wateyê ku Tirs bingeha baweriyê ye. Tirsa hemberê nifş, tê hîn kirin. Ev jî bi tirsandinê ye. Însan tirsa hemberê nifşê xwe, hîn dike/ dibe. Tirsa hemberê nifş dema hat hîn bûn ew dibe psikolojik. Dibe psikolojik ji ber ku ew tirs dibe ku wê êşandibe û naxwaze wê êşê dîsa jî bikşîne. Tirs di civakê de bûye xwediyê statûyan jî: Nemêr,Tirsonek, Kafir û derewçîn.

Nemêr, ji tirsa hemberê nifş tê. Însan ji însanekê bitirse û nikaribe bi hêz an jî bi hest pê re serî derkeve, di civakî de weke nêmer tê hesibandin. Û ev jî dibe psikolojîk. Tirsonek, di civakê de kesî/ê ku ji her tiştê ditirse û dawiya dawî de weke ‘’dîn’’ tê bi nav kirin. Civak, ji ber ku tirsê bi tevahî dibîne, yek ji wan bitirse ji tiştekî nemêranî dihesibîne. Lê tirs, hesteke kesayetî ye. Weke me li jor jî got, her kes ji tiştekî ditirse.

Kafir, ev têgeh hema hema li her dere tê gotin. Kafir, kesî/ê bêwar tê hesibandin. Ne ji eynê olê. Kesî/ên ji derveyî ola civakê. Di civaka me de wiha tê gotin:‘’kesî/ê ku tirsa wê tunebe îmana wê jî tune ye!’’ li vir tê wê wateyê ku kesî/ê ku netirse bawerî bi afirîner nayne û ev tişteke derveyî olê ye li gor civakê. Ji ber wê tirs di vir de jî dibe statûyeke olî. 

Tirs, bingeha baweriyê û derewê ye. Her însan baweriyê bi tiştekî tîne û dibe xwediyê olekê; ev nayî wê wateyê ku kesî/ên xwedênenas xwediyê olekê nîn in. Ew jî baweriyek e. Çawa xwedê hebe baweriyek e, xwedê tunebe jî baweriyeke û ev jî nêrîneke.  Weke me li jor jî got: Tirs, bingeha baweriyê ye. Ji ber ku her însan tirsa mirinê di xwe de dihewîne an jî ‘’tirsa mirinê’’ xwe di her însanê de veşartiye, însan baweriyê bi tiştekî tîne. An jî pêdiviyê bi olê tîne. Ol, li gora jiyana piştê mirinê hatiye avakirin û bawer pê tînin( li vir li ser navê xwedênenasa napeyvim) Ji ber ku afirîner, jiyaneke piştê mirinê diyarî însanan dike- Jiyana bihuştê û dojehê- û ew her du jiyan bi rêya pêxemberan ji însan re dibêje: Kesî/ê qenc dê biçin bihuştê, kesî/ê xerab dê biçin dojehê. Li vir tirseke windabûnê dikeve dile însan. Ya ez biçim dojehê. Ji ber ku afirîner, dojeh bi agir an jî bi jiyaneke zehmetî nişan dide, insan ditirse ku zehmetiya li vî dinyayê dikşîne, li wir jî bikşîne. Ji ber wê jî xwe dide olê. Baweriyekê bi tiştekî tîne. Û ev bawerî li gora ola diguhere. Bawerî pêanîn di destê însên de nîn e, baweriyekê di dilê însên de çê dibe bêhemdê  însan. dema jixwe re olekê hildibêjê re- bi civakî an kesayetî. Niha tu zarok, olê bi tena serê xwe hilnabêjê re. Mînakeke hêsan: kesî/ên ku misilman in, wan bi hemdê xwe îslam hilnebijartine. Ew ji ber ku di civakekek îslamê de jiyane, bûne misilman. Ger însan ji wan bipirse ew ê bersiveke wiha bidin: ji ber ku diya min û bavê min misliman in, ez jî misliman im.- dibe xwediyê afirînerekê. Pêbawer tîne ku yek heye wê afirandiye, di her olê de- xwezî xwediyê kitêb bin an jî ne xwediyê kiteb bin- dojeh û bihûşt heye, ji ber ku dema tirs çêbe li hemberê afirîner û ew tirs, windakirina bihûştê be, bivê nevê însan dibe xwediyê olekê. Helbet ola xwe dikare biguherîne lê ev nayî wê wateyê ku ew afirînerê xwe jî diguhere.

            Gelo însan, çima derewan dike? Însan çima, li hemberê nifşê xwe derewan dike lê nikare li hemberê afirînerê xwe derewan nake? Pirê caran Tirs, însan hînê derewan dike’’ dibêje Alfred de Vigniy. Derew, veşartina rastiyê ye. Carna rastî, dibe xeternak an jî dibe sedema windakirina baweriyê. Ji ber wê jî însan dixwaze rastiyê veşêre. însan dikare li hemberê nifşê xwe derewan bike lê nikare li hemberê afirîner derewan bike. Sedem ew e jî pêdiviyeke wiha tune ye. Ji ber ku însan qebûl kiriye an jî hatiye qebûlkirin ku tu tişt li hemberê afirîner nayî veşartin. Însan di wê baweriyê de ye ku afirîner bi her tiştê dizane û li hemberê wê derew nayî kirin. Gelo ku afirîner, bi tiştê me nizanibûya, dê însan li hemberê wê derew bikira? Bikira. ‘’Madem ku ew dilê min naxwîne, tiştê ku ez difikirim nizane, ez ê ji wê re jî derewan bikim.’’ Derew, di destê însan de ye, însan carna dixwaze bila tu kes rastiyê wî/ê nizanibe, derewan dike. Carna ji ber tirsa windakirina baweriyê, naxwaze baweriya kesê/î li hemberê xwe winda bike, derewan dike. Tirs, însan ber bi derewan dikşîne. Derew li gor têkiliya encamê tête kirin. Em wiha bêjin: însan, diziyê bike, dema dosteke insan ji însan bipirse: Te kiriye?. Ger ji windakirina dostaniya wê bitirse bersiv ‘’Na’’ ye, ger ji windakirina dostaniya wê netirse bersiv ‘’Erêniye’’. Li vir encam mûhîme. Derew li gor encamê diguhere an jî li gor encamê derew tê kirin lê sedem tirs e. Tirs, bi navê derewçîn dibe xwediyê statûyekê. 

             Gelo, mirin tunebûya? Însan dîsa jî dê bibûya xwediyê olekê? Mirin hebûya lê /tirsa mirinê li mirov çênebûya/  tirsa windakirina bihûştê li însan peyda nebûya wê demê ol bi çi awayê bihata şekil kirin? Tirs tunebûya yanî hiseke wiha di dilê însan de peyda nebûya dê însan çawa tevbigeriya li hemberê nifşên xwe?  Însan ger her rastî bigota encam dê çawa bûna? Derew li hemberê xwedê bihata kirin, însan çawa tevbigeriya? Windakirina tiştekê tunebûya gelo însan dîsa jî derew bikira? Wijdan çiqas rehete ji veşartina rastiyê/ windakirina tiştekê?

Azadî, çima ditirsîne? 

R. Bahreynî

11.11.2014 /

rbehreyni@gmail.com

 

Bersivekê binivîsin