Tirk Çanda Xwe Ya Siyasî Bi Kurdan Çawa Didin Pejirandin?

Tirk Çanda Xwe Ya Siyasî Bi Kurdan Çawa Didin Pejirandin?

Tirk Çanda Xwe Ya Siyasî Bi Kurdan Çawa Didin Pejirandin? 

Berê, em li ser diruşma “BİRATİYÊ” û li ser pirbikaranîna wê ya ji aliyê kurdan ve rawestiyabûn, ku ev yek di têkiliyên mirovî yên têne jiyîn de pirr nayê dîtin û me sedemên vê cûre nêrînê nîşan dabû. 

Dema hûn bi tirkî biaxivin û binivîsînin, wê demê hûn bi nîrxên serdestiya tirk û bi çanda wê ya siyasî re dibin yek. Ew xwe di binhişê we de bi cîh dikin, hewl didin da ku tevger û helwestên mirov berhêlî bikin. 

Bêguman, ji aliyê kurdan ya rasttir ji aliyê xwendewarên kurd, rewşenbîr û piştevanên PKK- ê ve sedemên axaftin û nivîsîna bi tirkî, rewşeka hêjayê lê hûrbûnê ye. 

Ez di nivîsara xwe ya berê de, li ser vê mijarê rawestiyabûm û lê hû bibûm. 

Mirov dikare, van diruşmeyan wiha nîşan bide: 

“ Dewlet ne tenê li kurdan, herweha li tirkên rojavayî jî zordestiyê dike. ” 

“ Li Tirkiyeyê ferqiyet- merkîyet tune. Ji ziman û baweriyan re rûmet heye. ” 

“ Dewleta tirk, ji kêmneteweyên etnîkî û olî re bi rûmet e. ” 

“ Gelê tirk, ji kêmneteweyên etnîkî û olî re, bi rûmet e. ” 

“ Kurd, tu carî nabin zilam. ” 

“ Kurd çî fêhm dikin ji cejnê, ew hema bêrawestan dew vedixwin. ” 

“ Li Tirkiyeyê; ji %99- ê gel, misilman e. ” 

“ Piştgirên PKK- ê, ku ew partiyeka terorê ye, welatên rojavayî û Ewropî ne. ” 

Ev ew pêşniyar in, ku bênîqaş û bêpirsyarîkirin têne axaftin û pejirandin. 

Mesela ew kurdên ku dibêjin em şoreşger in û analîza çînî dikin; ji peyva “zordestiya dewletê, li rojhilat û li rojava eynî ye. ” zewqeka mezin distînin. Heçku, em dizanin ku ev cûre nêrîn û dilêrî, gellekî çewt e. Mesela li Çorimê, Yozgatê, Çankirî, Kastamonî û hwd, gelo malbat hene ku dest danîbin ser mal û milkên wan û ew hatibin sergûm kirin? 

Gelo ma li bajarên rojava û Enedola navîn, bi navê cerdevaniyê bûyerek heye? 

Li van bajaran jî, mîna bajarên kurdan lêpêwîstkirinek (ferzkirinek) heye? 

Şewitandin û wêrankirina gundan, şewitandina daristanan, tehrîbkirina hêzên hilberandinê yên bingehîn û tehrîbkirina çavkaniyên aborî, gelo ma bi tenê ne li bajarên Kurdan tê dîtin? 

Ew mirovên xwedîbiryar, ku heta dawiyê nasnameya xwe ya kurd diparêzin, gelo ma ew dikarin bibin destûrmendê (mamûrê) dewletê? 

Ji vê bûyerê re mînakek balkêş, rewşa mebûsên Partiya Demokrasiyê (DEP) ye. Ev şexs ji ber ku di nasnameya wan de tirk dinivîse; ew bûne namzet, ketin hilbijartinê û bûne mebûs. Piştî hilbijartinê, gotin em kurd in û mafên kurdan yên neteweyî û demokratîk daxwaz kirin. 

Ev yek jî, ji aliyê dewletê ve wek suc hat dîtin. Di encamê de li parlamentoya tirk, bi derbekî destnedayîna nêzîkê 15 mebûsên kurd hat hildan, ew hatin binçavkirin û wan avêtin girtîgehan. Bi daxwaza cezayên mezin hatin mehkemekirin û cezayên mezin dane wan. Di dîroka demokrasiya tirk de maweyeka bi vî rengî, gelo ma ji bona mebûsên tirk jî hatiye meşandin? 

Hege ev rêbaz carinan hatibe dîtin jî, gelo ew hatine binçavkirin? Ma cezaxwarîtî, çêbû ye? 

 Di mehên havînan de, ji bajarên kurdan gellek malbat her sal ji bona karên demsalî, diçin herêmên Behrareş, Ege û Marmarayê. Di bexçeyên zebze û di karên civandina findekan dedixebitin. 

Çûna wan deran, ji bona malbatên kurd gellekî zehmet e. Carina wan naxin wan deran û hatina wan deran, ji bona Kurdan tê qedexekirin. Xwediyên wan karan, (Kardêr) wan bêsîxorte dixebitîne û ew yek ne bes, hege 20 YTL bide yekî Tirk, 10 YTL dide kurdan.

Di vê rewşa vekirî de, gelo çima kurd bênîqaşkirin û bêpirsyarîkirin van diruşmeyan dipejirînin? 

Ev mijarek girîng e û divê mirov, bala xwe bide vê yekê. 

Ev dûrîşmeyên “ Kurd nabin zilam! ” û “ Kurd çî fêhm dikin ji cejnê, ew encax bêrawestan dew vedixwin. ” Ji aliyê hêzên serwer ve li kurdan hatiye pejirandin. 

Li rojhilata navîn di nava tirk, ereb û farisan de; ew kurdê ku hay ji asûna (derawa) xwe heye û pêwîstiyên vê yekê tîne cîh û nîrxên xwe yên neteweyî diparêze, ew kurd e ku bûye zilam. 

Rêveberiyên ereb, faris û tirk; ji wan kurdên ku gihêjtine vê hişmendiyê, dibêjin: “ Kurdê herî baş kurdê mirî ye. ” 

Pêşniyara “ li Tirkiyeyê ji %- dî 95, gel misliman e. ” jî çewt e. 

Ev dilêrî, hemû elewiyan wek Misliman nîşan dide û dixwaze ku, elewîtiyê di nava misilmantiyê de bihelîne. Pêşniyara “ Dewlet, ji baweriya Êzîdî û Sûryaniyan re bi rûmet e û rûmetê nîşanê dêra ermenî û rumî dide. ” jî çewt e. 

Pêşniyara “ Gelê tirk li hember van baweriyan bi rûmet e. ” jî çewt e. 

Nêzîktêdayîna “ Ewropa alîkariyê dide terora ku li tirkiyeyê heye û ev teror ji aliyê Ewropa ve tê teşwîqkirin. ” jî çewt e. Beravajiya vê nêzîktêdayînê êdî rast e. Lewra Dewletên Ewropa, piştgiriyê didin siyaseta tirk.

Wek mînak: Dewletên Ewropa, li hember terora ku bi destê ewlekariya tirk pêk tê, bêdeng dimînin û vê yekê qet rexne jî nakin. Saziyên wekî dewletên Ewropa, Yekîtiya Ewropa, (YE) û Konseya Ewropa, li ser danasîn û naveroka terorê, dilêrîna Tirkiyeyê dipejirînin. 

Dema ku Tirkiye dibêje teror e, ew jî dibêjin teror e. 

Wek mînak: Ji têkçûyîna gerîla û hêzên ewlekariya tirk re Ewropa, dibêje teror. Di vê çerçoweyê de PKK tê rexnekirin û tawanbarkirin. Di vê mijarê de, dewlet û saziyên Ewropa li pey hevdu daxuyaniyên xwe diyar dikin. Lêbelê, li hember bombekirina sûka Şêmdinliyê û li ser peyva wî generalî ku gotibû: “ Hebek duheb bombe jî, min dane avêtin. ” tu nêrazîbûnên xwe nîşan nadin û wan şermezar nakin. 

Tirkiye, daxwaza kurdan ya mafên xwe yên neteweyî ji bona ewlekariya xwe nebaş û wek xeterek dihesibîne û navê terorê, li vê yekê dike. Dewlet hewl dide, da ku bi hemû derfetên xwe daxwazên kurdan bidewisîne. Ewropa jî piştgiriyê dide van polîtîkayên dewletê, ku di çerçoweya teror- dilêrîna ewlekariyê- mafên neteweyî de berfireh dibe. 

Pirraniya dewletên Ewropayê, kurdan wek kurd napejirînin û kurdan di gellek cîyan de wek tirk qeyd dikin. Li ser daxwaza Tirkiyeyê, li Ewropayê kurd nikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin. 

Di vê babetê de, dewletên Ewropayê li gorî nêrînên balyozên (sefîr) tirkan tevdigerin. Mesela, li Holandayê wiha ye. Mîna wek Tirkiyeyê, li hinek welatên Ewropayê kurdîaxaftin qedexe ye. Li gorî baweriya min, di babeta Kurdan de dewletên Ewropa û saziyên wan, zêdetir nêzîkê dewleta tirk in. 

Babeta girîng yekê din jî, li bajarên Kurdan bi awayekî cihêreng nîrxandina tevgerên olî ye. Di jiyana siyasî ya tirk de, dilêrîna laîsîzmê bi gelemperî çalak e. Li gorî vê dilêrîna laîsîzmê, ol ji aliyê dewletê ve tê ravekirin û berhêlî kirin. Serokatiya Karê Diyanetê, saziyeka dewletê ye. 

Serokatiya Karê Diyanetê, (DİB) ola îslamê û misilmantiyê li gorî pêdivîyên dewletê yên li gorî rewşê, şirove û berhêlî dike. Di mijarên qursên Qur’anê, şerpe û dibistanên Îmamxetîbê de, ev dîlêrîna dewletê derbazî ye. Ango, rewacdar e. Li gorî vê dilêrînê tê xwestin ku, di mijara laîsîzmê de tu tawîz neyê dayîn. Belam, li bajarên kurdan, ev rewş gelekî cewaz e. 

Di vê herêmê de, ji bona xurtkirin û berfirehkirina tevgerên olî û ji bona bi pêşxistina çapemenî û weqfên olî ku, çavkaniyên wan jî ji xwe ev tevgerên olî ne, dewlet teşwîqên mezin dide. Dewlet li bajarên kurd, belavbûna qursên Quranê teşwîq dike. 

Dewlet, dixwaze ku bi vê rêbazê tevgera neteweyî ya kurd bixitimîne. 

Wek tê zanîn; ji xwe Hîzbilleh jî, bi destê dewleta kûr hatibû damezrandin.

Ew dûrîşmeyên ku me li jorê destnîşankir, bêpirs û bênîqaş, rast têne dîtin û pejirandin. Ez hewl didim, da ku di vê mijarê de pêwîstiya nîqaşkirinê ji Kurdan re vebêjim. 

Ev dûrîşme, destnîşankarên çanda tirk ya siyasî û dûrîşmeyên tirkîtiyê ne.

Ev babet, hêjayê nîrxandinekê ye. 

Yên bêrawestan bi tirkî diaxifin, ew çanda siyasî ya tirk û wan nîrxên ku ev çand tîne holê dipejirînin. Ev pêvajoyek e, ku xwe di binhişê mirov de hêdî hêdî xurt dike û berfireh dibe. 

QÎMETA PİSÎKA WANÊ Û BÊQÎMETİYA GUNDİYAN 

Di 18 tebaxê 2006- ê de, di rojnameya Radîkalê de nûçeyek der çû. Sernûçe wiha bû: “ Serhildana gundiyan! Ji bona pîsika wanê riya me çû. ” 

Ji ber wê toza ku ji rê radibe, çavên pisîkên wanê idabê digrin û ji bona parastina çavên pisîkan, çend rêyên gundan, ji trafîqê re tê girtin. Gundî, ji vê rewşê gazinan dikin û ji bona vekirina rêyên xwe, serî li dewletê didin. 

Gundî dibêjin: “Wekî pisîkekî jî qîmeta me tune. ”  Û dewletê rexne dikin. Gazinên xwe bi tirkî dibêjin. Dewlet, li hember gazinên wan bêdeng dimîne û ji xwe, ne xema dewletê ye jî. Tiştê ku pêwîste jî nake. Gundî jî, li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan didin. 

Ez wiha difikirim: Sedemê vê yekê axaftina wan ya bi tirkî ye. 

Hege gundî, bi awayekî xwezayî bi kurdî biaxivin û zimanê xwe di hemû warên jiyanê de bikar bînin, wê demê, dibe ku ev rewş bigohere.  

Mirov dikare wiha bifikire: “ Bi tirkî jî diaxivin dewlet guhê xwe nade wan. Bi kurdî biaxivin wê kê guhê xwe bide wan? ” Dewlet, ji ber dilêrîna xwe ya“hikmeta hikumetê” wan guhdar nake. Dewlet, van gundiyên ku bi tirkî diaxivin nabîne. Lê hege ew bi kurdî biaxivin û di hemû jiyana xwe ya rojane de bi awayekî xwezayî bi kurdî biaxivin û zimanê xwe bikar bînin û bikin perçeyekê jiyana xwe, dibe ku dewlet wê demê wan ferq bike.

Dr. İsmail Beşikçi

Kovara Esmer. Hejmar 23. Çiriya paşîn 2006. 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin