Tîmon
Fîlozofê gumanber (septîk, şikber) ê yewnanî, ku Berî Zayînê di navbera salên 320-230 an de jiyaye. Tîmon wiha bawer dikir ku, mirov tu carê nikarin xwe bigihînin zanayiya heyînê. Herwiha wiha bawer kiriye ku mirov nikarin ji xwiyakiranan derbas bibin û bigihêjin rasteqîniyê. Ji ber vê çendê jî, heger mijar zanayî be, divê mirov ji darazan (hukm) dûr bimîne.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.